Rojnameya Ronahî

‘Şoreşa jinê bi hunerê dixemile’

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Hîlala Zêrîn bi dirûşmeya ‘Şoreşa Jin bi hunerê dixemile’ li ser asta Herêma Cizîr û Firatê pêşengehên wênesaziyê li dar xist.

Ronaz Silêman/Qamişlo

Çalakiyên Hevbeş ya Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriye yên bi boneya nêzbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, didomin. Di vê çarçoveyê de Tevgera Hîlala Zêrîn pêşangeha wênesaziyê li herêma Cizîr û Firatê, bi firçeya jinan û bi diruşmeya “Şoreşa jinê bi hunerê dixemile” li dar xistin.

Pêşengeh di 4’ê Mijdarê de li bajarê Kobanî hat lidarxistin û çar rojan li bajarên Reqa, Tebqa û Minbicê geriya, di pêşengehê de tabloyên ku taybetiyên jinan dida pêşandan, hatin pêşkêşkirin. Herwiha Pêşangeh di 14`ê Mijdarê de li bajarê Dêrikê û 16`ê Mijdarê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, li gorî bernameyê wê di 18`ê Mijdarê de li bajarê Amûdê  û 20`ê Mijdarê li bajarê Hesekê bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku wê di heman mehê de pêşangehek bi heman rengî li herêma Efrînê jî bê lidarxistin.

Di derbarê pêşengehê de endama Komîteya Amadekar A Pêşengehê Yasmîn Xelîl û wênesaza bi navê Sîmav Xelîl ku di pêşengehê de amade bû ji rojnama me re axivîn.

 ‘Jinan bi tabloyan têkoşîna şehîdên azadiyê nîşan dan’

Yasmîn Xelîl diyar kir ku tabloyên di pêşengehê de hatine pêşandan li gelek herêman hatin pêşandan û wiha got: “Tevî şert û mercên şer yên derdorê ku rê li ber lidarxistina pêşengehê digirt, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna jinên berxwdêr pêşengeh hat lidarxistin. Pêşangeha ku di heyama çar rojan de bi tabloyên ku hunermendên herêmê xêz kirine li gelek herêman hatin pêşandan. Herwiha bi firçeya hunera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tiliyên jinan êş, azar, berxwedan û hêza jinên berxwedêr hat nîşandan. Jinan bi rêya tabloyan têkoşîna şehîdên azadiyê ji cîhanê re nîşan dan.”

45 tabloyên 30 wênesazan hatin pêşandan

Yasmîn Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku 45 tablo ji aliyê 30 wênesazan ve di pêşengehê de hat pêşandan û wiha got: “Ev pêşengeh li ser şoreşa jinê diaxive, ku di nava vê şoreşê de çiqasî jin xwe pêş xistiye û ji bindestiya hişmendiya desthilatdar rêzgarkirî ye. Ji xwe hejmara tabloyên di pêşengehê de tên pêşkêşkirin 45 tablone ku ji aliyê 30 wênesazan ve hatine xêzkirin. Armanca sereke jî ku bi riya tabloyan hêz û berxwedaniya jinê ji cîhanê re were xuyakirin.”

Yasmîn Xelîl axaftina xwe wiha qedand:”Ji bo bîranîna şehîd Skîne Cansiz dê li sê herêmên Qamişlo, Reqa û Şehbayê li gorî derfetên heyî, pêşangeh werin vekirin û tê de bi huner, berhem û berxwedana jinan ji cîhanê re were ragihandin.”

‘Hezkirina min ji xêzkirina tabloyên jinan re pir zêde ye’

Di heman çarçoveyê de wênesaz Sîmav Xelîl diyar kir ku 2 tabloyên wê di pêşengehê de hatine pêşandan û wiha got:”Ev nêzî 2 salan e, ez di warê wênesaziyê de kar dikim, ji ber ku min dît ev jêhatî li cem min heye. Ez gelek hezdikim ku di tabloyên xwe de jinan xêzbikim. Min xwest bi tabloyên xwe keda jinê ji civakê re bidim xuyakirin. Herwiha li hemberî tevahî astengiyên ku jin rastî wê tên, hêza jinê heye ku wan derbasbike. Ez ji malbat û civakê dixwazim ku bi her kesî ku ji wênasaziyê hez dike re, bibin alîkar, da ku em çand û filklora xwe bi riya wênesaziyê pêş bixin.”