Rojnameya Ronahî

Der barê (Rêzimana Kurmancî) de çend têbînî

 Kemal Necim

Dawiya Meha cotmehê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) berhema xwe ya bi sernavê (Rêzimana Kurmancî) bi ahengekê da nasîn û belav kir. Berhem weke ji sernavê wê diyar e, der barê rêzimana kurmancî de ye. Li gorî ku rayedarên SZKyê û her du danerên pirtûkê dibêjin, armanca wan ew e ku ev rêziman bibe binyada standartkirina xwendin û nivîsîna bi kurmancî.

Mijara vê nivîsê ne naveroka wê pirtûkê ye, lê helwest û gengeşe û arîşeyên ku piştî belavkirina pirtûkê di nava derdorên rewşenbîr, nivîskar û zimanzanan de derketine.

Ji dema ku pirtûk hatiye danasîn û belavkirin ta niha hîna tenê nêzî 3 hefteyan derbas bûye, ango pirtûk hîna bi berferehî nehatiye belavkirin û xwendin û lêkolînkirin. Lê tişta balkêş hîna çend roj derbas nebûbûn pir kesên ku hîna pirtûk nedîtibûn û nexwendibûn jî helwesta xwe ya li dijî naveroka wê nîşan dan. Tişta mixabinî ye ku helwesta pêşî, yan pirsa pêşî ya pir kesan ew bû; ka danerên pirtûkê kî ne? lewma helwesta pêşî ji bo danerên pirtûkê bû ne ji bo naveroka wê bû. Her wiha beşek kesên ku nêrîn û helwesta nerazîbûn û nepejirandinê nîşan dan li derveyî welêt dijîn û derfet bi dest wan neketiye ku pirtûkê bixwînin, wan jî helwesta xwe li ser hin mijarên bi nakok ên di pirtûkê de ava kirin, mîna mijara awayê xwendin û nivîsîna daçeka (de -da)yê û ev helwesta xwe avêtin ser tevaya naveroka pirtûkê.

Beşek jî heye ku ne pisporê ziman û rêziman in, bi qasî zanebûna xwe şîrove dikin û helwestên xwe jî nîşan didin.

Ji xwe em behsa wan nakin ew ên ku bi dûrbînî, dilnizmî û bêhnferehî rahiştin berhemê û hewil didin ku serwextî naveroka wê bibin.

Despêkê hêjaye mirov bêje ku ev gengeşeya der barê pirtûkê de çêdibe ne rûdaneke neyênî ye, berovajî dê bibe bingeha berferhbûna gengeşeyê û pirbûna nêrînan û dê rê li ber destnîşankirina kêm û kurtiyên berhemê veke.

Mijara standartkirina nivîsîn û xwendina bi kurmancî her daxwaz û xwesteke kurmancîaxêfan bû. Lewma ji bo ku ev xebat têkeve ser rêyekê pêwîstî bi gava destpêkê hebû. Gavên destpêkê yê herî zor û zehmet in, zimanzan, xwêner, rewşenbîr û nivîskar jî pêwîste lingên xwe nedin ber vê pêngava pêşîn, pêwîste bi bêhnferhî û dilnizmî bişopînin rêya wê hêsan bikin û li ku derê şaşî yan kêmasî heye rast bikin da ku ev pêngav bighêje dawiyê.

He wiha danerên berhemê jî, çi sazî dibe çi kesayet, ew jî pêwîst e bi bêhnferhî û dilnizmî guh bidin xwêner û zanayan, nebêjin ku ev berhem ya herî baş û dawî ye, bi ferman û biryaran li ser civakê ferz nekin, li ku derê kêmasî hate destnîşankirin pêwîste guhdar bikin û hewil bidin rast bikin.

Niha ev berhem bû ya me hemûyan, em hemû hewcedarê vê berhemê ne, tişta ku dê barê me yê rastnivîs û rastxwendinê sivik bike emê bi kêfxweşî pêşwazî bikin, tişta ku dê barê me giran bike û ziman li ber me asê bike emê xêzeke têbîniyê bavêjin binî û arasteyê danerên wê bikin.