Yek ji sedema serkeftin û gihaştina şoreşa Rojava ew bû ku xwe tenê bi netewa Kurd re bi sînor nekir. Jina Kurd negot ez tenê ji bo xwe têkoşînê li dijî zilm û dagirkeriyê dikim. Ji bo hemû jinan şer kir jina Kurd. Ji bo wê em behsa bandorên wê yên li ser asta Rojhilata Navîn û cihanê dikin. Jixwe Kurdperestî jî netewperestiya netew dewletê ye û ti ferqa wê bi netewperestiya dewletokên li herêmê re tineye. Netewperestî di heman demê de cinsiyetparêzî ye. Ger îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ser asta tevahiya Sûriyê bi bandore, ji ber helwesta li beramber netewperestiyê ye. Jina Ereb yan jî Sûriyan li Bakûrê Sûriyê ji vê rastiyê bawer kir û niha tevlî vê şoreşê dibin.
Pêşketin û pêşengtiya şoreşê ji aliyê jinên Kurd ve mirovan gelekî kêfxweş dike. Lê ya herî zêde mirov pê şad dibe û şoreşê hîn watedar dike, bandora wê li ser civakên cîran in. Tevlîbûna çalak a jinên Ereb wek çawa Nizar Qebanî xeyal dikir, çawa Emul Kelsum di dengê xwe yê melûl de vê rastiyê diqîre û hawar dike, rizgarbûna ji koletiya hezarê salan e. Gelek hesret û xeyal pêk hatine di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê de. Lê divê em xwedî li hest û xeyalên xwe derbikevin, pê bawer bikin û rast pêş bixin. Bi taybet em wek jin carekedin vegerin û li felsefeya xwe ya jiyanê binêrin, binê wê bikolin ka bi rastî şoreşê çiqasî kariye min biguherîne yan jî min bi şoreşê re çi di jiyana xwe de, di dil û mêjiyê xwe de ava kir. Erka me zindîkirin û vejîna evînê li ser vê xakê ye.
Ez dîsa jî dibêjim, nabe guhertinên şematîk û li derve bi gotinek din guhertinên madî me bixapîne. Em divê dakevin hinava mijarê û wisa şoreşa me kiriye û bedîlên mezin jê re daye, şîrove bikin. Di her salyada şoreşê de divê pirsên me ji me hebin. Me wek jin çiqas xwe guhert, civaka xwe guhert û me çiqas jinên din guhert û civakên din pêre tevlî şoreşê kir. Feraseta Netewa Demokratîk ew e ku çiqasî cîrana min pêş ketiye, ez jî ewqas pêş ketime. Bi qasî ez ji xwe re azadiyê dixwazim ji cîrana xwe re ji wê zêdetir bixwazim. Têkoşîna me ya ji bo azadiyê ne têkoşînek ferdî ya bi hişmendiya lîberal a kapîtalîzmê ye. Têkoşîna tevahiya ferdên civakê lê ne şexsî belkû bi hevdu re û li kêleka hev e. Tiştên em behsa wan dikin wê bibe sedem ku şoreşa nûgihayî bixwe bikare li ser piyê xwe bisekine û bimeşe. Êdî pêwîstiya wê bi derdor namîne. Jixwe her kes dixwaze ya di mêjiyê xwe de serwer bike. Li ser vê xakê êdî wê civak û bi taybet jin bixwe biryar bidin ka bê çawa bijîn ne hinekên din. Em divê têra wê bikin ku bikarin bixwe xwe birêve bibin û di derbarê jiyana xwe de xwedî gotin bin. Şoreş jî bi hêza vîna mirovan watedar dibe. Gelek jinên bawer kirin û ji her aliyê cihanê berê xwe dane vê şoreşê, di oxira wateya jiyanê de şehîd bûn. Çawaniya jiyana xwe lêpirsîn kirin û berê xwe dane şoreşê û wan jî gotin; Jiyana şaş rast nayê jiyîn!
Gelawêj EWRÎN






