Rojnameya Ronahî

Li Îranê jin rastî qirkirine tê

Nehîr Pale

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jin li hemberî sîstema heyî bi silogana Jin, Jiyan, Azadî dest bi şoreşê kir. Jîna Emînî yek ji nûnerên vê şoreşê bû, bi wêrekî serî li hemberî sîstema dagirker ku jinê diperçiqînê rakir û li gel hemû jinan daxwaza azadî û mafê jinan kir. Dewletê bi destê polîsên exlaqî roja 15`ê Îlona 2022`an bêrehmet li kolanê bi hiceta pora wê di bin hîcabê de derketiye ew işkence kirin û kuştin.  Bertekên gel û bi taybet ê jinan li hemberî kuştina Jîna Emînî gelekî xurt bû. Ev bertek cîhanî bûn û li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel daket kolanan. Jin di serhildanên xwe de diyar kirin ku hîcab ne namûsa wane û saziya bi navê polîsên exlaqî napejirîn in. Dewleta Îranê mîna ku her roj derbe li ser gel bike ket nava tevgerê de. Jin û ciwan hedef girtin, hejmareke mezin heyanî niha di zîndanê de ne, bi hezaran kes birîndar bûne û destûr nadin wan ku birînên xwe derman bikin û yên mayî jî her roj gef li wan têxwarin.

Dewletê bi gelek rêbazan êrîşî jin û ciwanan kir, hemû şagirtên dibistanan û zanîngehan jehrî kirin. Herî dawî 4`ê Mijdarê 2023`an li dibistana keçan a Kewser a bajarê Ahwazê şagirt rastî êrîşa kîmyewî hatin û bû sedema bi dehan xwendekaran rakirin nexweşxanê. Dewleta Îranê bi riya saziyên xwe yên fermî daxuyanî dan raya giştî ku têkiliya wan bi jehrîkirina şagirtan re tine ye.

Piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Îranê gel rabû serhildanan û helwestê xwe li hemberî saziya polîsên exlaqî anîn ziman, dewletê careke dîtir ew polîsên exlaqî vegerandin kolanan. Keça Kurd Armîta Gerawnd li kolanê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat işkencekirin û roja 28`ê Cotemehê sala 2023`an li nexweşxanê şehîd bû. Hêzên ewlekariyê yên dewletê  destûr nedan ku malbata Armîta Gerawnd cenazeyê keça xwe ya 16 salî li gund veşêrin. Ji bo gel ranebe serhildanê her dever dorpêç kirin û bi awayekî veşartî cenazeya Armîta hat veşartin.

Her wiha dewleta Îranê li hemberî jinên siyasetmedar polîtîkeke taybet dide meşandin. Jina siyasetmedar Bexşan Ezîzî 16`ê Mijdarê sala 2009`an bi şagirtên zanîngeha Tehranê re li hemberî polîtîka Îranê ya darvekirinê nerazîbûna xwe anînbûn ziman û meş kiribûn. Ji ber ku Bexşan Ezîzî jî tevlî vê meşê bibû ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû girtin. Piştî 4 mehan ew serbest berdabûn. Roja 4`ê Tebaxa 2023`an jî di bin navê ew endama partiyeke siyasî ye careke dîtir hat girtin. Li ser hatiye qedexekirin ku parêzer bigre yan jî malbata wê serdana wê bike û ev bûye 3`ê meh agahî jê nayê girtin.

Nercis Mehmedî jî ku niha di zîndanên Îranê de ye û giran nexweşe qedexe ye ku kesek pirsa wê bike, yan rabikin nexweşxanê û eger kesek serdana wê bike ji aliyê dewletê ve tê girtin. Di heman demê de 9`ê Cotmehê li zanîngeha Azad ya Îranê xwendekareke jin bi hiceta zagonên hîcabê pêk ne aniye ji aliyê hêzên ewlekariyê yên zanîngehê ve rastî êrîşê tê û wê radikin nexweşxanê.

Di encama hemû polîtîkayên ku dewleta Îranê li hemberî jinê dide bi kar anîn diyar dibe ku jin rastî qirkirinê tê û kîjan jin li hemberî sîstema Îranê serî hilde yan xwe bi rêxistin bike wê were tine kirin.