Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrişên Îsraîlê ya li dijî Xezayê 38 roj li pey xwe hiştin

14/11/2023
in NÛÇE
A A
Êrişên Îsraîlê ya li dijî Xezayê 38 roj li pey xwe hiştin
Share on FacebookShare on Twitter

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ku 7’ê Cotmehê dest pê kirin, 38 roj li pey xwe hişt. Di êrîşên  ku heta niha berdewamin,  nêzî 5 hezar zarok, 3 hezar jin jî  di nav de, zêdeyî 11 hezar  Filistinî hatine kuştin û herî kêm 30 hezar kes jî birîndar bûne.

Di 7’ê Cotmehê de artêşa Îsraîlê li dijî Xezayê êrîşeke hewayî û bejahî ya berfireh da destpêkirin. Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di êrişên ku heta niha dewam dikin zêdetirî 11 hezar Filestînî hatine kuştin û hijmara birîndaran jî 30 hezar derbas kiriye.

Di êrîşên Israîlê yên li dijî Xeze tevahiya nexweşxaniyan jî hatin hedfgirtin, balafirên şer yên Îsaraîl bi awayekî domdar  nexweşxane , kampên kuçberan û her devrê li Xezayê bombaran dike.

Li aliyekî din di 9 Mijdarê de Rêxistina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA)  ji ber berdewamkirina şerê li Xezayê hişyariya rûdana karesata mirovî da. Rêxistinê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji dema destpêkirina şerê Hemas-Îsraîlê ve 100 karmendên wan jiyana xwe ji dest dane.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hejmara herî zêde ye ku endamên wan di şerekî de jiyana xwe ji dest didin.

UNRWA’yê da zanîn li Xezayê rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe û pêwîste di zûtirîn dem de alîkariyên tendirustî bigihînin nexweşxaneyan.  Serokê UNRWA′yê Phîlîppe Lazzarînî di daxuyaniya xwe ya li ser hesaba X de diyar kir ku di nava mehekê de zêdetirî 100 xebatkarên UNRWA’yê hatine kuştin.

Lazzarînî diyar kir ku ev dayik û bav, mamosta, hemşîre, bijîjk, karmendên alîkariyê ne û got: “UNRWA şîn digre, Filistînî şîn digrin, Îsraîlî şîn digrin. Ji bo dawî li vê trajediyê bînin pêwîstiya me bi agirbesteke mirovî ya bilez heye.”

Di heman çarçoveyê de Heyva Sor a Filistînê di 12 Mijdarê de  ragihand ku Nexweşxaneya El Qudis a li Xezayê ji xizmetê derket, her wiha berdevkê tenduristiyê anî ziman ku li Nexweşxaneya Şîfa cenaze li ser hev kom bûne.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El Qudre diyar kir ku  Nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Xezayê nikare tu xizetmguzriyekê pêşkêş bike, ji ber ku hemû derfetên neman, kehrebe qut bû û ji hêla tankên Îsraîlê ve hate dorpêşkirin.

El Qudre diyar kir ku rewşa li derdora nexweşxaneyê′qada şer e′ û got rewşa nexweş dijîn nayê wesifkirin û cenaze hem li hundir hem jî li derveyê nexweşxaneyê kom bûne û kesek tune wan veşêre.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.