Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star bi daxuyaniyekê kampaniya xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê ragehand

13/11/2023
in NÛÇE
A A
Kongra Star bi daxuyaniyekê kampaniya xwe ya ji bo 25’ê Mijdarê ragehand
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya  Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, bi dirûşmeya ‘Li dijî her cure tundî û dagirkerî, Jin – Jiyan – Azad’ Kongira Star bernameya kampaniya xwe ragehand.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya  Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, bi tevlîbûne hemû Rêxistinên jinan yên bajarê Qamişlo, Îro li bajarê Qamişlo li stada 12 Adarê daxuyaniyek ji aliyê Kongira Star ve hat xwendin û kampanî hat ragehandin.

Daxuyanî wiha destpêkir: “Di 25`ê mijdara sala 1960’an de, xwişkên Mîrabal hatin qetilkirin, ên ku li dijî zalimên serdemê û zordestiya zilamê desthilatdar têkoşîneke bêhempa dane meşandin, heta ku bûn mînak, hêvî û ronahiya rastîn ji bo hemû jinên têkoşer di cîhanê de. Li ser vê bingehê em hemû şehîdên xwe yên ku canê xwe feda kirine bi bîr tînin, da ku helwestên jinên bi hêz, berxwedêr û xweragir qezenc bikin, her gava ku em ber bi pêşketin û serkeftinê ve diavêjin bi saya fedekarî û şopên wan ên dîrokî ye, ku cîhan wê her tim di her serdeman de bi bîr bîne. Bi navê tevger û rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em hemû jinên ku li dijî tundiya zilamê desthilatdar li ber xwe didin û yên ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê pêşengtiya têkoşînê dikin û îspat kirine ku dikarin siyaseta wan têk bibin, silav dikin.”

Daxuyanî wiha dewam kir: “Zihniyeta zilamê desthilatdar wê ji armancên xwe venegere, wê xwe bi lez û beztir ji nû ve hilberîne, ji ber tê dîtin ku zihniyeta zilamê serdest û pergala wê ya baviksalarî  bi bilndkirina têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê li hemû deverên cîhanê, qirkirina wê zêde dike .Her wiha ku di vê rojê de li dijî hemû binpêkirin û pêkanînên hovane yên li ser jinan tên kirin ku êşên wan hîn kûrtir kirine  di pevçûn û şerên ku li hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê de diqewimin û heta niha berdewam e.”

Daxuyanî wiha hat bi dawî kirin: “Em daxwaz dikin ku berpirsên tawanên li dijî jinan hesap bên dîtin, û hewldana xwe ya domdar a ji bo rêxistinkirin û parastina xwe û yekkirina deng û helwestên xwe li hember her tiştê ku dijminatiya meşa azadiya jinê dike, teqez dikin.Her wiha em piştgiriya xwe ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di serhildana xwe de diruşmeya “ Jin Jiyan Azadî ” ji xwe re esas girtibûn, tekez dikin. Tekilî bi hemû jinên cîhanê re  ji bo pêkanîna  hevgirtin û yekîtiyê  bi berxwedan û nêrîneke hevpar a têkoşînê, ji bo bidawîkirina hemû cureyên tundiyê û rakirina neheqiya ku li ser jinê tê kirin, li ser esasê rêgezên jiyana hevbeş, di çarçoveyeke demokratîk de û piştgiriya hemû jinên di  herêmê û cîhanê de. Li ser vê bingehê em bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û di bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî” Jin – Jiyan – Azadî, destpêkirina kampanyaya sala 2023’an radigihînin. Çalakî ji 13ê Mijdarê heta 25ê Mijdarê wiha dest pê dike:

1- Ji 14 ta 19 mehê dê li komîn, gund, kampan û saziyan semîner bên dayîn.

2- Di 18’ê mehê de Hêzên Parastina Jin ya Cewherî dê meşekê li seranserî herêma Cezîrê bê lidarxistin.

3- Perwerdeyên vekirî di hemû waran de ji bo mêran di dema 3 rojan de were vekirin.

4- 24`ê mehê dê li ser malperên medyaya civakî kampanyaya hashtagê bê destpêkirin.

5- civîn û hevdîtinên diyalogê li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn û li ser malperên torên civakî were lidarxistin.

6- Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşandana şanoyê ya bi navê “Ji tundiyê re bes e” were pêşkêş kirin.

7- Li gundê jinan (Jinwar) rêze serdan bên lidarxistin.

8- Broşurên danasînê di derbarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de bên belavkirin.

9- Ji bo jinên ciwan wê meşa bisîkletê bê lidarxistin û di meşê de dirûşmeyên li dijî tundî û dagirkeriyê bilind bikin.

10- Di 14ê vê mehê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşangehên wêneyan ji aliyê Hîlal Zerîn ve tên lidarxistin.

11- Her tevger û rêxistinek jinan li gorî bernameya xwe xebatên xwe yên curbecur pêk tîne.

12- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta Kantonan meşên girseyî bên li darxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.