Rojnameya Ronahî

Li Rojhilata Navîn Hevrikiya hişmendiyan?

Idrîs Henan                                                                                                                            Rohilata Navîn bi destpêka sedsala 20`an re, bi teşeya projeya netew dewlet re, derbasî qonaxek nû dibe. Ev proje li ser bingeha parçekirin û biçûkirina parçeyên heyî dikeve meriyetê. Lew re jî, şikil û teşeya heyînên herêmê diguherin û weke oparasyoneke tubî li bedena gelên resen yên herêmê tînin. Hinek statuyên nû yên weke Îsraîlê li ser bingeha tunekirina gelê Filistînê ava dikin, û hinek statuyên fena ya Kurdan qir dikin û ji holê radikin. Stuyê gelên resen bi projeyên mêtingeriya pala xwe daye paradîgmaya nû ya netew dewlet, didin ber kêrê nijadperestiyê û gelan bi hev didin tunekirin.

Bi dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem re, Amerîka weka cemsera hêzê ya rikbir xwe dide pêş. Ango; naveroka nakokiyan li gorî hevsengiya derketiye holê, tê hûnandin û navenda hêzê dibe DYA. Berî her kesî Îsraîl vê yekê hîs dike û ewlehiya xwe ya neteweyî bi navika DYA ve girêdide. Demek pêş de, Tirkiyeya Cimhûriyet jî dibe qeşleyekî pêşîn û bi rola Kembera Kesk ji navenda Modernîteyê re li dijî berbelavbûna sosyalîzmê li herêmê radibe. Ji ber vê jî du merheleyên paralel ên qirkirinê li Kurdistan û Filistînê bi hev re dimeşin. Angu em dikarin bibêjin ku; siyasetên tunekirin û jinavbirinê yên girêdayî cemsera nû bi awayekî pir qirêj û xwînî dest pê dikin. Îsraîl aliyê xwe ve dest bi qirkirina Filistîniyan dike û Tirkiyê jî Ermen, Kurdan, Asûr û baweriyan dikuje û asîmîle dike. Di vê navberê de bi hezaran mirov dibin mexdûrê van herdû hişmendiyan.

Dema qoçvedana li dunyaya ducemserî rû dida, tevgerên Olî, taybet yên Îslamî, weke altirnatîfa siyasî li dijî komunîzm û sosyalîzmê hatin ser dika siyaseta navneteweyî. Lew re jî avabûna Îslama siyasî, tevgerên mîna Al Qaîde, Hemas,… hwd li gorî cih û dem, cihê gumanê bûn. Lê ev tevgerên han, bi bihurîna dema hewcedariyê û meyil û projeyên wan ên stratejîk re, li ber projeyên qonaxa nû ya yekcemserî, yên weke; rêya Biharatên Hindistanê ku altirnatîfa Rêya Hevrîşmê ya Cînê ye, projeya Kendava Eqebe – Îlat – Esqelan, weke altirnatîfa Kenala Siwês a Misrê û projeya Rojhilata Navîn a Nû, skendalên cidî çêdikin. Loma jî merheleyeke nû ya dîzayînkirinê dest pê dike û şerên nû, di bin sernavên cûrbecûr de rû didin. Di heman demê de şer û koalisyonên nû li dijî tevgerên Îslama siyasî ava dibin. Ber vê jî; ji Afganîstan, heya Îraq, Sûriyê, Yemen, Afrîqya û ta Gezzaya Filistînê were şerê li dijî projeya Îslama siyasî dest pê dike. Êdî kîjan hêz û alî sûdê ji vî şerî digire? ew yek şiklê hevpeymanî û hêza projeyî diyar dike.

Hemû alî, Îsraîl, Tirkiyê, Îran jî di nav de, sûdê ji vê rewşa pêkhatî digirin. Angu Hemas bi serê xwe nikara biryara êrişa 7’ê Cotmehê bide. Ne jî Îsraîl û Amerîka dikarin bibêjin ku haya saloxgeriya wan ji vê êrişê nîn bû. Raportên derketine wê yekê isbat dikin. Îro jî nakokiyên hêzan li ser bingeha herêma mak a Rojhilata Navîn ji nû ve mezin dibin û dunya bi heyama Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re tê dozenkirin. Lê ji taybetmendiya paradîgmayên roja îro de pêşengiyê dikin, diyar dibe ku; paralelî xeta kapîtalîst, xeta demokratîk jî bi pêş ketiye û bûye xwedî statu. Loma jî, wê weke berê nebe, dê gelên heya roja îro dihatin qirkirinê li derveyî hesabên berjewendîperest, altirnatîfa xwe ya demokratîk, pêkve bijîn û rêxistinbûyîna xwe biparêzin û bi ser bixin.