Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de

08/11/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Dawiya meha cotmehê ya derbasbûyî, li bajarê Qamişlo heftemîn pêşangeha Şehîd Herekol a pirtûkan hate lidarxistin. Bi dehan pirtûkên ku weşanxane û saziyên herêmê çapkiribûn û weşandibûn hatin pêşandan, lê dîsa mijara weşangeriya herêmî kete rojeva nivîskar û xwêneran. Bi qasî ku diyar bû, vê salê ji hemû salan bêhtir berhemên nivîskarên herêmê, yan jî em bêjin berhemên ku li herêmê hatine çapkirin peyda dibûn. Lê her di vê mijara weşangeriyê de rewşeke şêlo heye ku têkiliya xwediyê berhemê û weşanxaneyê, têkiliya weşanxaneyê û xwêner û sûka pirtûkan her wiha têkiliya xwêner û nivîskaran şêlo dimîne.

Pirtûkên ku li herêmê têne çapkirin û weşandin çawa derdikevin, kîjan sazî serperştiya wan dike, çawa têne belavkirin û firotin û gelek pirsên din jî mijara guftûgoyê ne.

Piraniya pirtûkên ku li herêmê têne çapkirin ji hêla Weşanxaneya Şilêrê ve têne weşandin û belavkirin. Her wiha desteya Çandê ya bakur û Rojhilatê Sûriyê, desteya Çandê ya Herêma Cizîrê jî serpereştiya çapkirina hin pirtûkan dikin, bi taybet pirtûkên ku bi navê yekîtî û saziyên rewşenbîran ve têne pêşkêşkirin.

Ji ber ku bazara pirtûkan li herêmê hîna nehatiye avakirin, kirîna pirtûkan jî weke çandeke civakî nehatiye çesipandin, kar û barên weşangeriyê jî weke pîşeyekê saz nebûye. Lewma maf û hiqûqa di navbera weşanxaneyan û xwediyên berheman jî saz nebûye. Halê hazir eger em bi çavê kirîn û firotin û bazirganiyê li karên weşangeriyê binerin, ew karekî bi zirar e. weke mînak weşanxaneya Şilêr pirtûkên ku çap dike û diweşîne bê pere yan jî bi kêmî buhayê wê difroşe xwêneran, lewma ji hêla darayî ve derfeta wê çênabe ku têkiliyeke bi hevpeyman bi xwediyê berhemê re girê bide, di encamê de ew têkilî şêlo dimîne. Xwediyê berhemê nizane ka berhema wî çawa hate weşandin, çawa hate belavkirin. Di vê mijarê de ji bo ku xwediyê berhemê bê maf nemîne, pêwîste weşanxane yan saziya ku serpereştiya weşanê kiriye, ji bo belavkirina berheman ahengên danasîn û imzekirina berheman li dar bixe, her wiha şevbêrk û çalakiyên xwendin û nirxandina berheman jî lidar bixe.

Mijareke din a girîng jî ew e ku her sal hin berhemên ku li gorî pîvan û rêgezan bi kêrî weşanê nayên, têne weşandin. Her çiqas ev çend sal in Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewil dide ku erkê xwendin û nirxandina destnivîsan bigire ser xwe jî, lê her sal pir berhem bêye ku ji Dîwanê re bêne pêşkêşkirin têne weşandin, yan  jî carna berhemên ku Dîwanê biryar daye ku bi kêrî weşanê nayên têne weşandin.

Di vê derbarê de jî pirsa ku tê bîra mirvan ew e; çima zagona çap û weşanê li herêmê tune ye? Ev jî erkeke dikeve ser milê saziyên zagonsaz ên rêveberiya xweser ku zagona çap û weşanê saz bike da ku kar û barên weşanê li herêmê bi rêk û pêk bibe.

Post Views: 59
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.