Rojnameya Ronahî

Manîpulasyonên Şerê Taybet

Farûk Sakik

Di 19’ê Kanûna 2000’î de dema Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, pergala “Komara Demokratîk” da nîqaşkirin. Di hevdîtina xwe de digot:

“Min bi dar ve bikin û bimirim jî ez ê ‘Komara Demokratîk’ hedef bikim. Komara Demokratîk tê wateya ku ez jî tê de me. Hewl bidin û tuxle bi tuxle deynin. Jê re mêjî û dil lazim e. Her zayîn bi êş pêk tê. Rê hatiye vekirin lê metirsî  jî hene”

Rêber Apo ew şansê ku hatî  ihmalkirin îroj bi komareke demokratîk cardin diceribîne. Û nîqaş jî tam ji vê derê dest pê dikin. Dibêjin; hîn Kurd azad nebûne, hûn behsa azadiya gelên din dikin. Di destpêka damezirandina PKK’ê de we behsa serxwebûnê dikir, lê anha jî hûn dibêjin Komara Demokratîk.

Rêber Apo bersivê van şik û şupheyan dabû. Heger derfetên wî hebûna wê hîn zêdetir bi awayekî zelal îfade bikira.

Lê dîsa jî em dikarin mînaka pergala li Rojava bidin. Pergala vê derê ya netewa demokratîk pergalek e ku hemû netewe, ol û bawerî xwe di vê derê de îfade dikin.

Lê hin kes Komara Demokratîk baş nas dikin. Lê her wek ji navendekî tên organîzekirin, behsa serxwebûna Kurdistanê dikin û PKK’ê jî dijberê serxwebûnê îlan dikin.

Dizanin peyva serxwebûnê di nav civakê de bi erênî tê qebûlkirin. Lê civak nizane ku derfetên bidestxistina serxwebûnê vî zemanî zehmet in.

Em dîsa behsa wan aliyên ku di medya civakî de êrişî Tevgera Azadiyê dikin, bikin. Giraniya van kesan di saziyên fermî yên dewleta Tirk de erkdar in. Giraniya wan nêzî AKP’ê ne.

Bi dengekî bilind behsa serxwebûna Kurdistanê dikin, lê der barê wan de doz nayê vekirin. Berevajiyê vê yeke, di TRT 6 de û li zanîngehan pereyên mezin digirin.

Kurdên ku behsa mafê xwe yên însanî dikin jî tên girtin û zindan kirin.

Kurdên ku rêveberiyên xweser îlan kirin, bajarên wan ên wek Cizîr, Nisêbîn û Sûr hatin wêran kirin.

Ev kesên ku ji aliyê îstixbarata Tirk ve tên birêxistin kirin, bi argumaneke din jî derdikevin qada medya civakî. Dibêjin: “Eman eman baldar bin bila şerê birakûjiyê dernekeve.”

Ev kes her wekî di navbera herdû aliyan de hewldanên şerkirinê hene. Û van kesan jî bi taybet li ser PKK’ê de diçin û dibêjin; ‘PKK bi daxuyaniyên xwe dibe sedemê birakujiyê.’

Hîç behsa PDK’ê nayê kirin. Nabêjin PDK’ê bi dijmin re hevkariyê dike. PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla di nav liv û tevgerê de ye.

Çend roj berê hin dîmen di çapameniyê de hatin parvekirin. Bi awayekî zelal hêzên PDK’ê çawa li baregehên dijmin di nav hevkariyê de ye, çawa bi makîneyên rê, mevziyan ji eskerê Tirk re çêdikin.

Ev kesên xwedî van gotinan parçeyek konsepta şerê taybet in. Hesasiyetên Kurdan hene li dijî birakujiyê ne. Her tim behsa yekîtiya netewî dikin.

Bila van kesan ka bibêjin; ‘PKK’ê ji ber van kiryarên xwe hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin. Bila PKK’ê van kiryarên xwe bi dawî bike.’

Jixwe PKK’ê di dewsa me de daxuyanî li ser hev didin û dibêjin; xiyaneta vanan-PDK’ê bidin seknandin da ku bila navbera me de şer dest pê neke.

Ya herî girîng jî, di herdû mijaran de jî, ew kesên xwedî van gotinan û PKK’ê rexne dikin, xwe wek welatparêz bi nav dikin, Ji rastiya Kurdistan dûr in. Kesên êdî di nav civaka Kurdan de ne xwedî gotinek in, ji bo xwe di rojevê de bihêlin rojeva Kurdan jî diherimînin.