Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewlemendiya Kurdistanê tê talankirin

26/07/2018
in Uncategorized
A A
Dewlemendiya Kurdistanê  tê talankirin

ANF Images

Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk û rêjîma AKP’ê, dewlemendiya bin erdê ya bajarên Kurdistanê talan dike. Li Kurdistanê ku ji aliyê çavkaniyên bin erdê ve dewlemend e, dewletê karê xwe yê lêgerîna li petrolê zêde kir.
Kurdistan ku di tevahiya dîrokê de bû navenda mirovahiyê ye, ji ber dewlemendiya xwe ya ser û bin erdê, gelek şaristanî afirand. Li gel madenan, çavkaniyên avê, çandinî û sewalkarî li erdnîgariya Kurdistanê timî li pêş bû. Ji ber vê yekê gelê Kurd û gelên li herêmê bêyî neçarî welatên derve bin, jiyana xwe dewam kirin.
Kurdistan ji aliyê çavkaniyên bin erdê ve jî gelekî dewlemend e. Temamiya petrola li Tirkiyê tê hilberandin, ji Kurdistanê tê derxistin. Li gel dewlemendiya petrolê, Kurdistan ji aliyê madenan ve jî gelekî dewlemend e. Li Kurdistanê rezervên gelekî dewlemend ên hesin, zîv, krom, komir, lînyît û gelek madenên din, hene. Heta niha gelê li herêmê sûd ji van madenên li vir tên derxistin negirtine. Madenên tên derxistin timî li rojavayê Tirkiyê tên bikaranîn. Û bêyî parek ji gelê herêmê re bê dayin, ji derveyî welat re tên firotin.
Temamiya petrola niha li Tirkiyê tê hilberandin, li bajarên Kurdistanê yên weke Êlih, Semsûr, Amed, Şirnex-Silopiya, Sêrt, Riha, Mêrdîn-Nisêbînê tên derxistin. Petrola li Kurdistanê tê derxistin bi rêya lûleyan û wesayitan ji bajarên Tirkiyeyê re tên şandin. Petrola Kurdistanê li parzûngehên Îzmîr-Alîaga, Kocaelî-Îpraş, Kirikkale-Orta Anadolû û Hatay-Dort tên bikaranîn. Padîşahê talanker ê Osmanî Abdulhemîd beriya bi sed salî li Kurdistanê lêgerîneke berfireh a petrolê dabû kirin û herêmên petrolê diyar kiribû. Piştî ku sed sal di ser mirina Abdulhamît re derbas bû, hikumeta AKP’ê wezîfeya Abdulhemîd dewr girtiye.

Dewleta Tirk ku sed sal in petrolê li Kurdistanê derdixîne, ji bo dîtin û vekirina bîrên nû, karê xwe zêde kiriye. Hikumeta AKP’ê, salên dawî li sêgoşeya Colemêrg-Wanê dest bi karê lêgerîna li petrolê kiriye. AKP bi taybetî li Colemêrg, Çelê, Şemzînan, Bedlîs û Wanê li cihên ku Abdulhamît diyar kiriye, karê xwe yê lêgerîna li petrolê zêde kir.
Meha Gulanê li navçeya Çelê Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyê hate avakirin. Wezîrê berê yê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê hikumeta AKP’ê Berat Albayrak diyar kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê sondajeke kûr hatiye kirin û got, herêm hem ji aliyê potansiyela xwe ve hem jî ji aliyê çavkaniyên bin erdê û petrolê, ciheke ku demeke dirêj e nîqaş li ser tê kirin.
Gelê Kurdistanê ji karê hikumeta AKP’ê yê lêgerîna li petrolê aciz e. Mirovên li herêmê diyar kirin ku petrola li herêmê tê derxistin bi salan e ber bi rojavayê Tirkiyê ve tê şandin û gelê Kurd nikare sûdê jê bigire. Welatiyan dan xuyakirin ku herêmên rojava dewlemend dibin, lê gelê Kurd jî bêhtir xizan dibe. Welatiyan destnîşan kirin ku dewleta Tirk çavkaniyên li Kurdistanê talan dikin û gotin, “Em naxwazin ku dewleta Tirk çavkaniyên me derxîne. Em dixwazin çavkaniyên xwe bi xwe bi kar bînin.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.