Rojnameya Ronahî

‘Dengê Jinên Azad Wê Dîwarên Îmraliyê Hilweşîn e’

Pêngava cîhanî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10’ê Cotmehê hatibû destpêkirin, li çar aliyên cîhanê deng veda. Di çarçoveya çalakiyên ji bo piştgiriya pêngavê,Tevgera Hîlala Zêrîn li herêma Şehbyê konserteke hûnerî li darxist.

Zana Roj/ Şehba

Pêngava cîhanî ya ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li ser asta cîhanê hatiye li darxistin, li tevahiya cîhanê deng vedaye. Êdî tevahî tevger û kesayetên  azadîxweaz piştgiriya xwe ji bo vê pêngavê ragehandin. Pêngava ku bi tevlîbûna 73 navendên cîhanê hatibû destpêkirin, niha 100 navend derbas kiriye.

Di çarçoveya piştgiriya vê pêngavê de, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çalakiyên bi heybet tên li dar xistin. Hemû sazî, partî, tevger û gelê herêmê bi rengê xwe çalakiyên cur be cur li dar dixin. Li herêma Şehbayê jî tevgera Hîlala  Zêrîn ya ku bi hunera xwe tê naskirin di bin dirûşmeya ‘Bi Hûnera şoreşê em ê tecrîdê têkbibin  û azadiya Rêbertî misoger bikin’ çalakiyek hunerê  li dar xistin. Têkildarî vê çalakiyê yek ji rêveberiyên Hîlala  Zêrîn Guney Mistefa û jina ciwan ya bi navê Viyan Xelîl ji rojnameya me re axivîn.

‘Hunera azad ji bo têkbirina tecrîdê li hember Faşîzmê diqîre’

Zêrîn Guney di destpêkê de anî ziman ku ew bi hunera xwe tecrîda li ser Rêber APO şermezar dikin û wiha domand: “Di vê pêngava cîhanî ya ku hatiye destpêkirin de. me jî xwest weke tevgereke hunerî  bibin perçeyek ji vê pêngavê ku cîhan deng û awazê jinên Kurd guhadar bike, çawa ku bi hunera xwe vê tecrîdê lanet dikin û tu carî em vê yekê qebûl nakin. Çand perçeyek ji vê şoreşê ye, destkeftiyên çand û hunera Kurdî ya ku bi ramanên Rêbertî di Rojavayê Kurdistanê de hatine bi destxistin. Em van destkeftiyan dikin dengê azadiyê û li hember faşîzmê bi têkbirina Tecrîda li ser Rêber APO diqêrin. Bi deng, saz û hunera jinên Kevana Zêrîn me xwest bi riya vê çalakiyê bibin beşek ji têkbirina Tecrîdê”.

“Heyanî azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger nebe wê rawestandin ne para me be”

Her wiha Guney diyar kir ku heyanî azadiya Rêbertî misoger nebe wê dest ji xebatê neyê berdan û wiha got: “Tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin, tecrîdekî derveyî pîvanên mirovî û exlaqî ne. faşîzama Tirkiyê li hember gelê Kurd hesabên mezin dike û tirsa xwe êdî nikare feşêre. Ji ber wê yekê her ku diçe tecrîda ne zagonî li ser Rêbertî girantir dike. Li ser wê esasî tavahî tevgerên azadî xwaz û yên sosyalîst ketine wê baweriyê ku Îdeolojiya Rêber APO Îdeolojiyeke cîhanî ye û divê piştgiriye vê yekê bê kirin. lewra  hemû cîhan li hember faşîzmê bûye yek û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin. bi vê yekê re wê heyanî azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger nebe wê rawestandin ne para me be”.

“Dengê jinên Kurd wê sînorên Îmraliyê bişkîne”

Viyan endama komên Hunerî ya Kevana Zêrîn destnîşan kir ku wê bi dengê jinên azad sînorên Îmraliyê bişkînin û wiha domand: “Em jinên ciwan li ser hunera azad ya ku Rêbertî raberî me kiriye dimeşin û pêşeroja xwe li ser wê esasê saz dikin. ji ber vê yekê bila hemû cîhan dengê jinên Kurd bibhîse ku kes nikare me bêdeng bike. ger bi dengê me be jî emê sînorên Îmraliyê bişkînin û azadiya Rêber APO misoger bikin”.