Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên pêngava 25’ê Mijdarê ragihand

05/11/2023
in NÛÇE
A A
 Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên pêngava 25’ê Mijdarê ragihand
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi boneya nêzîkbûna Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Rêxistina Sara bi silogana ‘Rûmet û Şeref ne di bedena jinê de ye…Rûmet di azadiya civak û axê de ye.’ daxuyaniyek da û rêzeçalakiyên xwe eşkere kir.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li hemberî tûndiya li ser jinê û bi tevlîbûna hemû rêxistinên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê pêngava xwe ya bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan işkere kir.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Rêxistina Sara Nesriya Mehmûd ve bi zimanê Erebî hat xwendin û wiha hat destpêkirin: “Bi bilindbûna ramanên baviksalarî, belavbûna şîdetê û derketina mêtinkarî û mêtingeriyê, koletiya jinan bi cih bû û rola wê di civakê de kêm bû. Kuştina bi hinceta namûsê, zewaca zarokan, berdan, xizanî, jihevketina malbatê û karkirina zarokan, ev hemû nexweşiyên civakê ne ku belavbûne û heta roja îro jî berdewam dikin. Tevî têkoşîna berdewam ya jinan ji bo bidestxistina maf, azadî û bidestxistina destkeftiyên giranbiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê; wek beşdarbûna hemû qadên jiyanê, derxistina yasayên taybet bi jinan, sîstema hevserokatiyê û li gel hemû hewildanan jî, tundî hîn jî berdewam e.”

‘Jin ji ber hêz û vîna xwe tên armancgirtin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundiya li dijî jinan li herêmê dewam dike û wiha hat gotin: “Li herêmên me her ku diçe tundiya li ser jinan girantir dibe, jin hîn jî tên kuştin û ji mafê xwe yê jiyanî bê par dimînin. Da ku jiyanek wekhev, civakek saxlem, demokratîk û bê şîdet pêk were, pêwîstî bi têkoşîneke bênavber heye, her wiha pêwîstî bi  belavkirina hişmendiya şopandina pirsgirêkan û pêkanîna qanûnên ji bo sînordarkirina van binpêkirinên li ser jinan, heye. Jin ji ber hêz û vîna xwe dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker, di civakê de ku jin azad bibe û pêş bikeve, wê civak jî azad bibe, ev jî tê wateya bidawîkirina tundiyê û avakirina aşitiyê di civakê de.”

Di dawiya daxuyaniyê de bernameya pêngavê hat ragihandin û wiha ye:

-Broşurên danasîna vê rojê dê bên belavkirin.

-Wê pankart bên daliqandin.

– Wêneyên têkildarî vê rojê ku dibêje “Na ji tundiyê re” dê bên çêkirin.

– Logoyên bi dirûşma “Namûs di bedena jinê de nabe… Namûs di azadiya civak û axê de ye” bên çêkirin.

– Yelekên têkildarî vê rojê dê bên çêkirin û li jinan bên belavkirin.

– Li ser Roja Jinan a Cîhanê rapirsîn, anketek kolanan dê bê çêkirin.

-Bi Meclisa Jinên Olî re civîneke diyalogê ya torê dê were lidarxistin.

– Li navçe û dibistanan dê waneyan têkildarî vê rojê werin dayîn.

– Ji bo ku li ser çîrokên serkeftinên jinan rûniştineke diyalogê bê lidarxistin û pêşandana sînevîzyonê bi rêxistinên jinan re tê tevbigerin.

– Gundê jinan (Jinwar) dê were ziyaretkirin.

– Bi şev wê meşek bê organîzekirin, bi koordîneya Hîlala Zêrîn xebateke biçûk a şanoyê bê pêşkêşkirin û navên şehîdan li ser balonan bên nivîsandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.