Rojnameya Ronahî

Hêzên me yekser bersiv dan êrîşan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşên leşkerên artêşa tirk a dagirker de li Serêkaniyê 2 welatî û şervanekî wan birîndar bûne. YPG’ê diyar kir ku şervanên wan bersiveke tund dan leşkerên tirk.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG wiha ye:
“Roja 25’ê Tîrmehê saet di 07:30’ê sibê de leşkerên artêşa tirk a dagirker ên li ser xeta sînor, sivîlên li nêzî malên xwe disekinîn rasterast hedef girtin. Di encama êrîşa leşkerên artêşa tirk a dagirker de 2 sivîlên bi navên Elî Nacî û Mûsa Ubeyd birîndar bûn. Şervanê me yê bi navê Îbrahîm Sarabî ku dixwest kesên birîndar ji qadê xelas bike jî di encama êrîşan de brîndar bû.
Artêşa tirk a dagirker a ku êrîşkarî û tahrîkkariya xwe di hemû şert û mercan de raber dike, rastî bersiveke tund a şervanên me ve hat. Hêzên me yên li ser xeta sînor bi heman awayî êrîşên artêşa dagirker bersivandin.”