Rojnameya Ronahî

Ewropa dişewite, 79 kes mirin

Li gelek welatên Ewropayê dinya gelekî germ e. Li gelek herêman daristan dişewitin. Li Yunanîstanê bi dehan kes mirin.
Li gorî bîlançoya dawî, li rojhilatê Yunanîstanê û paytext Atînayê, 79 kes ji ber şewata li darisatnan mirin, zêdeyî 160 kes jî birîndar bûn.
Şewata li daristanan ji ber bayê belav dibe. Lewma fikar hene ku bîlanço girantir bibe. Gelek welatan pêşniyar li Yunanîstanê kirin ku ji bo destwerdana li êgir bi hewara wan ve biçin.
Li gelek deverên bakurê Ewropayê jî şewat derket. Li Swêdê qadek ji 25 hezar hektarî şewitî. Li gelek deveran şewat hate vemirandin, lê hîn li 20 herêman dewam dike. Rayedaran hişyarî dan û gotin, ji ber dinya gelekî germ e dibe ku rojên bê li gelek deveran şewat derkeve.