Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şoreşa ‘Jin Jîyan Azadî’ heta serkeftinê wê berdewam be’

05/11/2023
in ROJEV
A A
‘Şoreşa ‘Jin Jîyan Azadî’ heta serkeftinê wê berdewam be’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Kordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman diyar kir ku rejîma Îranê di bin navê olê de hewil dide hebûna jina zadîxwaz ji holê rake û got, li hemberî işkence û zordariya rêjîmê berxwedana jinan bilindtir dibe.

Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî siyaseta kuştin û zextên li ser jinan bi slogana ‘Jin jîyan azadî’ ku cara yekem di merasima veşartina Jîna Emînî de hat li darxistin, bi pêşengtiya jinan ev şoreş dest pê kir. Qetilkirina Jîna Emînî ku di encama îşkenceya rejîmê de rû da û bû sedema hêrsa mezin a hemû jinên berxwedêr û azadîxwaz. Herwiha sîstema qirêj ya rejîma Îranê hîn jî bi dawî nebûye, bi heman siyasetê rejîma îranê di 1’ê cotmehê de zaroka bi navê Armîta Girawend bi temenê 16 salî ji ber ku qebol nekir şerpê (hîcab) bide serê xwe ji aliyê polîsên exlaqî yên rejîma Îranê ve hat îşkencekirin û qetilkirin. Armîta Girawend piştî 28 rojan di Nexweşxaneya Fecir a li Tehranê jiyana xwe ji dest da.

 Derbarê Şoreşa jin jîyan azadî û qetlkirina Armîta Girawend endama kordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman ji rojnama me re axivî.

Hêvî Silêman diyar kir ku Şoreşa Rojhilatê kurdistanê ku bi slogana jin jîyan azadî hat li dar xistin zêdetirî salekê li ser re derbas bûye û wiha got:” Şoreşa ‘jin jîyan azadî’ hêz û bingeha xwe ji şoreşa Rojava girtiy e. Şoreşa tevgera azadiyê ev zêdetirî 50 sale ku dest pê kiriy e, îro li tevahî parçeyên kurdisanê tacîdar dibe. Jin bi hêz û berxwedaniya xwe zihinyeta dasthilatdar a bavksalariyê ya 5000 salî berdewamdikir tê bir. Herwiha jin bûye hêzek bingehîn ji bo guhertin û vegûhertina di nava civaka Rojhilata Navîn de, ya ku bi hezarê salan qeydkiriy e. Ev yek jî bi fikir û felsefa Rêber Apo pêk hat. Şoreşa ku li Rojhilatê kurdistanê zêdetirî salekê berdewam dike heya serkeftin û misogerkirina azadiyê wê berdewam bike. Kurdistan paytexta mirovatiyê ye, ku bi xwe re avakirina şarastaniyê û nirxên civakbûnê bi pêşengtiya jinan pêkhatiye û dengvedaye.”

‘Kiryarên dijmirovî li Îranê roj bi roj zêde dibin’

Hêvî Silêman girêdayî kiryarên dijmirovî yên ku dewleta Îranê bi navê axlaqê li ser jinê dide meşandin û wê îşkence û qetil dike û got:” Polîsên îranî di bin navê zagonên axlaq de sîstema desthilatdar a zihniyeta kevinperest li ser jin û civakê dide meşandin. Lê pîvanê sinciyetê li cem wan tuneye, her kesê ku ji bo nirxê civakbûnê têkoşîn dike, tên hedefgirtin. Ji mafê her mirovekî ye ku bi azadî li ser axa xwe jiyan bike, lê li Rojhilata Navîn ev maf jî nemay e. Îro her kes piştgiriya şoreşa jinê dike û her diçe bêtir xurt dibe. Dewleta Îranê dixwaze bi riya îşkençe û kuştina jinan şoreşa jin jiyan azadî têk bibin. Temenê azadiyê herî giran bûhaye, ji bo wê rejîma Îranê dema ku jinan digirin îşkence dike, ev sinciyeta rejîma îranê ku li bermaberî tevahî civakê ye, û bi taybet jî li ser jinê tê meşandin.”

‘Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî jinan e’

Hêvî Silêman diyar kir ku qetlikirina Armîta Girawend bandoriya wê li ser tevahî jinan heye û wiha got:”Qetlikirina Armîta Girawend bandoriya wê li tevahî jinan bû, û berxwedaniya hemû jinan yek e û pêwîste ku jin tev ji bona azadiya xwe di nava tekoşînê debin. Divê siyastên di hundirê Îranê de tên meşandin ji tevahî cîhanê re bê êşkerekirin û di dagehên navnetewî de bên dadgehkirin. Ne tenê ji bû jinekê ji bû tevahî jinan. Her jinek li kur were qetlkirin divê em xwedî li wan derkevin û di qadên navnetewî de mafê wan bixwazin û biparêzin.  Em wek tevgera jinan piştgiriyê didin hemû şoreşên ku li hemberî zihneyeta kapîtalîzmê û kevneperest dimeşînin. Her kes pêwîste piştgiriyê bide pêngava ku ji bo Rêber Apo hatiye dest pê kirin, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me tavhî jina ye.

‘Azadiya jinê azadiya civakê ye’

Endama kordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman axaftina xwe wiha qedand:”Bi hemû hêza xwe em ê, piştgiriyê bidin şoreşa jin jiyan azadî û bersivê bidin hişmendiya desthilatdar. Berxwedaniya li hemberî tundiyê wê bi xwere sîstemên desthilat birûxîne û ji holê rake. Rêber Apo dibêje sedsala 21`ê wê bibe sedsala şoreş û azadiya jinê. Bandora şoreşê ne tenê li ser jina kurd bûye, li ser tevahî jinên cîhanê bandoreke mezin çêkirî ye. Bi azadiya jina kurd re wê tevahî jinên Rojhilata Navîn azad bibin. Jina kurd li qada navnetewî bûye xwedî îrade, parastina nirxê xwe yê civakî dike. Jinê çeteyên DAIŞ`ê yên ku li ser tevahî cîhanê metrsîdar bû şikandin. Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.