Rojnameya Ronahî

Desthilatdarok neyarên qewmê xwe ne

Idrîs Henan

Cihê herî zêde bi wateya têgîn û têgehan hatiye liskandin Kurdistan e. Ew jî xwe dispêre dualîteya dagirkerî – koletî ku mirov an civakên di bin nîrê dagirkeriyê de hatibin kolekirin, bi awayekî paşverû, bi qasî ku xwe bispêrin celadê xwe, jiyana xwe pênase dikin. Ev yek dibe sersebebê pratîkeke kirêt ku di bin banê berovajîkirina pênaseya têgînên fena; wefedarî, dilsozî, wêrekî, merdî,…hwd de kurtêlxwarî û ajantiya herî çors di dîrokê de dikin. Lew re jî, weke seyên awê li pêş celadên xwe dibezin û zorkên netewa xwe ji ber hinek berjewendiyan bi qolayîbûn difiroşin.

Bi vê hişmendiya xwefiroş, yapiya zir-rewa ya xapînok ava dikin û bi îşiqên desthilatdariyê çavan li ser kirêtiya xwe kor dikin. Ji ber vê yekê, di serî de dijatiya heqîqetê dikin û dibin çala reş a daqurtandina rastiyê.

Îcar ji desthilatdarên netew dewlet ên bi kok xirabtir, kesên xwe dişibînin wan in. Ji xwe eger nebin ajan û kurtêlxwar, ne gengaz e bibin desthilatdarok. Belê; destshilatdarok in! Hêza xwe ji paşxaneyeke kevneperest û paşverû digirin. Ji bo mayîndekirina vê statuyê jî, pala xwe heya dawiyê didin şîdet, dizî, talanî û kiryarên nemerdane yên li dijî heqîqetê. Distûra bingehîn, berjewendiya wan a elît, malbat, xanedanî û eşîrtiyê ye. Çendîn karê tu bikî di xizmeta alfebeya berjewendiya wan de be, ewqas tu yê nîşanên “welatparêziyê” bi ser sîngê xwe biçikînî. Yanê her têgîna bi navê meslek, raya giştî, maf, azadiya ramanê çîrokên nav cildên rewakirin û xweşikkirina kirêtiya xwefiroş de ne.

Diyare ev komik û kesayetên xwe dispêrin zihniyeta saloxgerî û nezanînê, ji mamoste, çawîş û patronên xwe yên li herêmê fêrnebûne ku her kesê tade û destdirêjiyê li çi alav, heyîn û amûreke heqîqetê bike, nikare civakê û derdora xwe iqna bike ku heyîneke xwezayî ya herikîna welatperweriyê ye. Ne jî dikare dermirovî û hevkariya xwe ya bi mêtingeran re binixumîne. Tam ji ber vê yekê ye, ajanên nava Kurdan de gelek dilsozên neyarên xwe ne ku bi kiryar û heqaretên xwe ser bilin in! Êdî çewisandina hestên neteweyî û cûtina benîştê welatparêziyeke sexte têrê nake, ne jî dikare cewherê bêrûmetiya têye kirin veşêre. Weke kewan lê hatine ku bi qebqebeke xweşik, cinsê xwe li ber xefkên celad û dagirkeran dixin. Lê di cewher de; ne dikarin xwe biparêzin û ne jî civaka ku bi şev û roj dixapînin biparêzin.

Hêzeke ku aliyê hebûna razber û şênber ve xwe spartiye şîdeta dewletdariyê, nikare ti encamên neteweyî bi dest bixe, ne jî dikare xwedî li fikrên netewhez derkeve. Berovajî wê yekê dike. Çima? Ji ber ku bi rêbazên terorkirina ramanê, sûcdarkirin fikir, bê watekirina heqîqetê û jinavbirina pîvanên demokrasî û azadiyê, bûye desthilatdarok. Çi qanûn, rêzik û rêçikên derxîne jî, ancax bi kêrî qeydên diavêje ser nirxên heqîqetê werin û serweriya wê biparêzin.

Ji xwe şaşîtiya herî mezin ew e ku mirovê azad ji terefekî ku nirxên azadiyê bin pê dike, dawa maf, hiqûq, demokrasî û azadiya ramanê bike. Çawa desthilatdarok, xwefiroş û celadê qewmê xwe ye, û dê bibe aliyekî heqîqetê? Heqîqet ew e ku; ew dijminê heqîqetê yê herî mezin e. Dijminê gotin û ramana azad, nikare bibe parêzvanê heqîqetê. Lew re, mirov ti bendewarî û hêviyan jê nake. Berovajî wê, pêwîste mirov li dijî wî xebat û têkoşîna rastî û heqîqetê bigihîna serkeftinê û wê zihniyeta di hundirê hinek qalibên ajanwar de xwe veşartiye, li Kurdistanê, bi roniya heqîqetê têk bibe.