Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo azadiya Rêber Apo li çar aliyên cîhanê çalakî berdewamin

04/11/2023
in NÛÇE
A A
Ji bo azadiya Rêber Apo li çar aliyên cîhanê çalakî berdewamin
Share on FacebookShare on Twitter

Pêngava cîhanê ya bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan li seranserî cîhanê bi pêşengiya kesayet û saziyên li ser asta navneteweyî û cîhanê hatibû destpêkirin, roj bi roj firehtir dibe, heta niha hejmara navendên ku tevlî pêngavê bûne ji 100 navendî derbaskirî ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û gelek welatên Rojhilata Navîn jî saziyên çandî, hunerî, siyasî, civakî, jin, ciwan û akademî bi çalakiyên cûr be cûr piştgiriya xwe ji pêngavê re ragihandin.

Girêdayî vê yekê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan û asta têkoşînê bilindtir bikin.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin axifî.

Rîhan Loqo di despêka axaftina xwe de ev tişt got: “Ji 10’ê Cotmeha 2023’an ve de bi dirûşmeya ‘ji Abdullah Ocelan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di asta navnetewî de pêngavekî destpê kir. Di nava hemleyê de kesên azadîxwaz û dostên kurd, kesên demokrat û sosyalîst, rewşenbîr, hunermend ji 74 welatan û ji tevahî cîhanê ji bo şkandina tecrîda li Îmraliyê, daketin qadan. Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan, ol, bawerî û nasnameyan paradîgmaya demokrasiyê pêşkêş kir û ev felsefe ji bo tevahî cîhanê bû nimûne. Kesekî weke Rêber Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye.”

Rîhan Loqo bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê û wiha got: “Vê pêngavê nîşan kir ku felsefeya Rêber Apo ji bo tevahî nasname, bawerî û pêkhateyan e. Felsefeyeke ji bo azadî û demokrasiya tevahî civakê ye. Diyar bû ku bi milyonan mirov bi baweriyeke mezin li pey felsefeya Rêber Apo ne, lewma divê ev bêdengî ji holê rabe.

Li ser vê esasê em jî weke Kongra star ji 16’ê Cotmehê ve me dengê xwe bilind kir û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, em beşdarî vê hemleyê bûn. Em ê nesekinin û hertim asta rêxistinbûyîn, têkoşîn û belavkirina paradîgma netewa demokaratîk bilindtir bikin. Projeya netewa demokratîk em ê di nav civakê de bikin nûmûne.”

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de bang li jinên azadîxwaz kir û wiha got: “Ji bo çareserkirina doza Kurd, azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêwîst e. Ji ber ku Rêber Apo jî gotibû, ‘ez ê vê pirsgirêkê di demeke kurt de çareser bikim’. ji bo ku alozî û pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin, naxwazin Rêber Apo azad bibe. Ew her tim dixwazin civakê di bin zilm û koledariya xwe de bihêlin, lê ev xeyala wan dê pêk neyê. Ji ber ev civak bi felsefeya Rêber Apo di tevahî qadên jiyanê de hatiye perwerdekirin û xwedî hêz û baweriyeke mezin e. Ji bo wê bangawaziya me ji bo her jinekê ew ku em bi hev re dakevin qadên azadiyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta tekoşînê bilind bikin.”

Herwiha TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya Çand û Hunerê didin destpêkirin.

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn wê 5’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke mezin li dar bixin. Stranbêj, wênesaz, şanoger û lîstikvanên govendên gelerî wê tevlî çalakiyê bibin. Çalakî wê 5’ê Mijdarê di navbera saetên 13.00 û 17.00’an de li Dom Katedaralî ya Kolnê dest pê bike.

Di çalakiya ku wê çar saetan berdewam bike de stranên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê werin gotin. Wê şano were lîstin û govendê gelerî yên Kurdistanê bên gerandin. Her wiha li ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bên dayîn.

Ji bo azadiya Rêber Ocalan kampanya Çand û Hunerê

Derbarê çalakiyê de TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn daxuyaniyek hevpar a nivîskî weşandin û gotin: “Em piştgiriya Kampanya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka Kurd’ re dikin.”

Di daxuyaniya nivîskî de bal kişandin bi ser 10’ê Kanûnê û hate gotin: “Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan di 10’ê Kanûna 1948’an de li Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin. Di 10’ê Kanûna 2023’yan de wê 75’emîn salvegera vê deklerasyonê be. Dewleta Tirk di sala 1949’an de ev danezan qebûl kir. Lê belê 75 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve her roj bi awayekî sîstematîk mafên mirovan ên Kurdan tên desteserkirin û binpêkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teorîsyen û rêberê fîlozofê Tevgera Azadiya Kurd e û 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Tecrîda li ser Rêber Apo di esasê xwe de tecrîda li ser fikrên siyasî yên azadîxwaz û pêvajoya aştiyê ye. Tecrîd derqanûnî û îşkence ye. Bi armanca şikandina tecrîdê ‘Em dest bi Kampanya Çand û Hunerê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ dikin.”

Wêje, dîrok, muzîk û hunera Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tên înkarkirin û qedexekirin. Ev qirkirina çandî ye. Li ser gelê Kurd her cure tundiya mêtingeriyê tê meşandin û polîtîkayên asîmîlasyonê yên bêsînor tên meşandin. Ev sûc in. Em vê qirkirina çandî red dikin û ji bo dawî li vê yekê were em têdikoşin.

Em weke hunermendên Kurdistanê tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Em ê bi hunera xwe beşdarî çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên lidarxistin bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.