Rojnameya Ronahî

Êrîşên Dagirkeriyê Yên Li Ser Efrîn Û Şehbayê

Zana Roj/ Şehba

Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Şehbayê û Efrînê bê navber didomin. Di meha Cotmehê tenê de zêdetirî 20 caran li ser herêmê êriş ji milê dagirkeriya tirk ve hatiye çêkirin. Di encama van êrîşan de gelek sivîl birîndar bû û gelek ziyanên madî çêbûn.

Herêma Şehbayê û navçeya Şêrawa yê ku gelê Efrînê û niştecihên Şehbayê lê dimînin, gelek caran ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve rojane tê topbaran kirin. Ji roja ku gelê Efrînê di dîroka 18’ê Adara 2018 an de bi darê zorê koçberî herêma Şehbayê bû, kiryar û êrişên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li ser herêmê nehatine rawestandin. Di encama van êrîşan de bi sedan şehîd hatine dayîn û bi dehan komkûjî li ser gelê herêmê hatine pêk anîn.

Dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê Efrîn û Şehbayê tevahî cûreyên teknîk û çekên pêşketî bi kar tîne. Her roj balafirên bê mirov li ser ezmanê herêmê re digerin. Di van demên dawiyê de faşîzma Tirkiyê êdî dest bi hedefgirtinên bi balafirên bê mirov kiriye. Dagirkeriya Tirkiyê bi van polîtîkeyan ewlehiya herêmê hedef digre û her wiha dixwaze herêm were valakirin û gelê Efrînê berê xwe bidin bajarê Efrînê, da ku herêma Şehbayê jî dagir bike. Hêjayî gotinê ye ku hikumeta Şamê jî bi polîtîkeya dorpêçê ji bona heman armancê tevdigere.

Ji destpêka Meha Cotmehê de dagirkeriya Tirkiyê weke ku îlan kiribû seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran bike û dest bi êrîşekî bejayî û hawayî bike pêkanî. Di 5’ê Cotmehê de dagirkeriya Tirkiyê ji Şehbayê heyanî Dêrîkê dest bi êrîşan kir, di encama van êrîşan de bi dehan Şehîd hatin dayîn û bi sedan birîndar bûn. Bi taybet di van êrîşan de binesaziya herêmê hat hedef girtin, û hemû binasaziya civakê weke jêdera elektrîkê, cihê petrolê, firinên nan û gel hatin hedef girtin.

Herêma Şehbayê di meha Cotmehê de giranî hat armanc kirin û bi awayekî rojane hat topbaran kirin. Zêdetirî 20 cara herêm hate hedefgirtin. Di wan êrîşan de bi hezaran Obîs hatine avêtin, û zirarên madî çêbûne.

Bîlancoya êrîşên li ser herêma Efrîn û Şehbayê ya meha Cotmehê

Li gorî bîlancoya Ragihandina Leşkerî, di êrşîan de 2 kuştî û 18 birîndarên hikumeta şamê çêbûn. Her wiha gelek sivîl jî şehîd ketin û 3 kes birîndar bûn. Hejmara giştî ya topbaranan û çekên ku hatine bikar anîn wiha ne: 1799 caran Obîs hatine avêtin, 884 Hawan, bombetar 314, Fuziye 4 caran hatiye bikar anîn, Tang 30, Druna xwekuj 3, Balafira keşfê 52, Balafira şer 1 carî hatiye bikar anîn.