Rojnameya Ronahî

Welatiyên Şehbayê di bin topbaranê de berhemên zeytûnên xwe kom dikin

Vîndar Roj/ Şehba

Herêma Şehbayê weke herêma Efrînê bi mewsima zeytûn û fistiqan tê naskirin. Ji ber êrîşên dagirkeriyê îsal berhemên zeytûnan gelek zirar dîtin û hemwelatiyan beriya dema komkirinê mecbûr man kombikin.

Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û dorpêça hikumeta Şamê bûye weke kirasekî qirkirin û talankirinê û li tavahî herêmê xwe pêçandiye. Di encama van siyasetan de gel di zehmetiyên jiyanî re derbas dibe. Mewsima zeytûnan weke jêderekî sereke ya hemwelatiyên herêmê ye, û dema komkirina wê gelek hesase. Lê ji ber êrîşên dagirkeriyê gelê herêmê mecbûr man ku beriya dema wê berhemên zeytûnan kom bikin. Ev yek jî yekser bandora xwe li ser berhmdayînê dike û dihêle ku welatî zeytûnan ji beriya dema wê jêbikin.

Têkildarî mewsima zetûnan li herêma Şehbayê hevserokê komîteya çandiniyê ya Şehba û Efrînê Ferhad Dede û hemwelatiyê bi navê Îman Omer ji rojnameya me re axivîn.

‘Gelê Şêrawa û Şehbayê ji berhemên xwe bê parin’

Ferhad di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku herêma Şehbayê û gundewarên Şêrawa ji berhemên xwe yên zeytûnan bê parin û wiha got:”Zeytûn weke berhemeke pîroz tê dîtin û weke çandeke kevnare ku gelê Efrînê bi taybet li ser wê debara jiyana xwe dikin. Herêma Şehbayê jî bi zeytûn û darên fistiqan navdar e, û weke jêdereke bingehîn yê jiyanê tê destgirtin. Lê dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşên xwe yên ser herêmê her tiştî talan dike û gel ji berhemên xwe yê çandiniyê bê par dimîne. Her roj dagirkeriya Tirkiyê gundewarên Şêrawa topbaran dike û hemwelatiyên Efrînê û şehbayê nikarin derbasî nava erdên xwe bibin. Ji ber şer û topbarana ku li herêmê rojane tê kirin, gel nikare mewsimê xwe yê zeytûnan berhevbike û gelek welatî ji ber topbarana ji milê dagirkerên tirk ve tê kirin şehîd û birîndar bûn.

‘Ji neçarî gel zû zeytûnên xwe berhev dikin’

Ferhad da zanîn ku gel zû dest bi komkirina berhemên zeytûnan dike û wiha domand: “Zeytûn demeke wê taybet heye da ku bê komkirin, ger beriya dema wê were komkirin wê demê berhema zeytê nayê derketin û bandorê li ser tavahî salê dike. Dorpêça Hikumeta Şamê û astengiyên li pêşiya derbasbûna mazot û semadê ji heremê re, ji milekî ve û êrişên dagirkeriya tirk ji milekî din ve yekser bandoreke neyînî li berhemên zeytûn û fistiqan dike. Ji ber vê rewşê û ji neçarî gelê Şehba û Efrînê di zûtirîn dem de zeytûnên xwe kom dikin.

‘Di bin topbaranê de welatî zeytûnên xwe berhev dikin’

Hemwelatiyê Efrînî yê ji gundê Aqîbê Îman Omer ji rojnameya me re ev anî ziman: “Zeviyên me yên zeytûnan di xeta sînor de ne, ji bo em zeytûnên xwe kom bikin. Em gelek zehmetiyan dibînin û rewş bi tirs e. Ji ber topbaranên dewleta tirk a dagirker em nikarin bi rihetî zeytûnan top bikin. Salê çend caran em tên nava erdê xwe û jiyna me her tim di xeteriyê de ye.”