Rojnameya Ronahî

Sed salên Komara Tirkiyê

Farûk Sakik

Sed sal di ser damezrandina Komara Tirkiyê re derbas bû. Di avakirina Komara Tirkiyê de Kurdan jî cîh girt. Berî komar were avakirin sozê namûsê dabûn kurdan ku wê hemû mafê kurdan yên netewî bidin wan.

Bi avakirina komarê re ev sozê namûsê hat jibîrkirin. Berevajiyê vê yekê, plana qirkirin, asîmîlasyonê û tunekirina Kurdan xistin meriyetê.

Li dijî van polîtîkayên qirkirina Kurdan serî hilda. Serhildan bi trajediyên mezin bi encam bûn. Kurdistan tar û mar kirin. Wêran kirin.

Dem hat di sala 1978’an de, bi navê PKK’ê tevgerek jî tevlî van serhildanan bû. Pêşî li tunekirina Kurdan girt. Kurdên ku ji nasnemeya xwe dûr ketibûn, asîmîle bibûn; hişyarbûn û bi nasnameya xwe hesiyan. Bi hişyariyê sînorkirî nema di heman demê de, ji bo vegere 100 sal berê û hesab bipirsin têkoşîna xwe didomînin.

Roj hat Rêber Apo ji bo çareseriya doza Kurdistan, modêla Komara Demokratîk pêşniyar kir.

Li vê derê civaka ku xeribî vê sîstemê û ev sîstem nas nedikir li dijî vê yekê derket. Bi demê re di pratîkê de hat îspatkirin. Hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an mînaka herî zelal bû. Di sala 2015’an de li Bakûrê Kurdistan azad bû. Rêveberiyên xweser di dest Kurdan de bûn. Bihna Kurdistana ku me xeyal dikir bilindibû. Erê raste hin kêmasî hebûna, lê ev destpêk bû.  Bi demê re wê bihatana çareserkirin. Lê dijminatî dewam dikir û êrişî vê sîstemê kirin.

Em anha bersiv bidin hin aliyên ku bi israr dixwazin Rêber Apo fam nekin.

Dijminê Kurdistana mezin Tirkiye ye. Me heta îro hevoka ‘Dewleta Îranê-Sûrî-Iraq a dagiker’’ nebihîst. Berê jî min gotibû dubare bikim. Tirkiye şefê orkestraya dijminên Kurdistan e. Diviya Bakûr ji bo me esas be.

Ji bo vê yekê em ê vegerin li Tirkiyê li çareseriyê bigerin. Rêber Apo ji bo vê yekê ji vê derê dest pê kir û behsa Komara Demokratîk kir. Piştî demek me dît di paradîgmaya  Rêber Apo de behsa sîstema Netewa Demokratîk tê kirin. Heger bala me kişandibe di hemû nirxandinên Rêber Apo de behsa gelan dike. Perspektîfên wî yên çareseriyê ne bi tenê ji bo gelên Kurd, ji bo hemû gelên li ser vê axê dijî ne. Raste dema ku PKK’ê derket dika dîrokê, behsa Kurdistanek serbixwe kir. Bi dem û salan re konjuktora cîhanê hat guhertin. Netewe dewlet bersiv nedidan pirsgirêkên gelên ku di nav dewletên wan de dijiyan. Lê Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya netewa demokratîk bersiv dida van pirsgirêkan.

Baş e, di Kurdistaneke serbixwe de, me yê wan neteweyên ku li Kurdistan dijîn li ku derê bi cîh bikira? Ji xwe bi kurdan re ew netewe jî bi qirkirinek re rû bi rû mabûn.

Divê ku têkoşîneke gelan a hevbeş a li dijî netewe-dewletê hebe. Ka hûn bibêjin di konjoktura şerê Sûriyê de em ê Kurdistanek serbixwe li ku der bi cîh bikin? Rêveberiya xweser sîstema herî baş nîne gelo?

Hin kesên ku PKK’ê û Rêber Apo rexne dikin û dibêjin çima serxwebûnê naparêzin? Van kesan bila ji bîr nekin, hezkirina PKK’ê ya Kurdistan, ji ya wan mezintir e. Ew ji Kurdistanê ewqas hez dikin ku di bedêla azadiya wî de canê xwe didin.

Îroj ev  têkoşîn tê dayîn. Komara ku 100 sal e demokratîk nebûye divê were guhertin. Divê soz û peyamên ku bapîrên wan dabûn bi bîra wan were xistin. Divê em vegerin arşîvên sed sal berê, ew soz û peyamên hatine dayin derxin û 100 sal şûnde îro, di sala 2023’yan de pêk bînin.