Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Herêma Kurdistanê şideta li dijî jinan roj bi roj zêde dibe

31/10/2023
in NÛÇE
A A
Li Herêma Kurdistanê şideta li dijî jinan roj bi roj zêde dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Bûyerên gefxwarin û destdirêjiya li dijî jinan bi rêya torên medyaya civakî û amûrên ragihandinê her ku diçe zêde dibin. Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, piraniya van dozan bi armanca wergirtina hinek pereyan tên kirin.

Tundiya li ser jinan ji her temenî, di her kêliyê de, di hemû beşên civakê de, di nav hemû netewe, ol û hemû cîhanê de tê dîtin û heye. Niha hîn zêdetir tundiya devkî û derûnî heye.

Yek awayê tundiya  devkî ye, gefên cûrbicûr, gotinên tund, hincetên berdewam, qêrîn û bêrêzî, ferman dayîn, gotinên nebaş, heqaret, nepeyivîna bi wan re, nehiştina dîtina xizm û hevalan û gelek tiştên din hene. Tundiya bi vî rengî îrade û xwebaweriya jinan ya bixwe kêm dike û her tim wan dixe nava fikar, depresyonê û tenêtiyê.

Îro, bi belavbûna amûrên ragihandinê û torên medyaya civakî, li Herêma Kurdistanê gef û tundiya li hemberî jinan zêde bûye. Ev hemû sûcên di meydana elektronîk ankû înternetê de tê kirine û hem jî tundûtîjiya li dijî jinê ye ku hemû cezayên wan cuda ne.

Di Yasaya Cezayê ya Iraqê de zagonek taybet derbarê destdirêjî û tundî û tawanên di înternêtê de nîne. Lê dîsa jî wek sûc û ceza tê dîtin. Ew kes li gor benda 452 yan Yasaya Cezayê ya Iraqê ya hejmara 111 ya sala 1969’ê tê dadgehkirin.

Li gorî vê yasayê her kesê ku bi destdirêjî an jî gefên cuda li kesekê bike yan jî bi darê zorê, pereyan ji kesekê wergire yan jî her tiştekê bêyî xweseka kesan wergire, heta heft sal cezayê girtîgehê dê lê were birîn. Eger sûc bi zorê û tundiyê bê kirin, cezayê girtîgehê dikare heta 10 salan bê dirêjkirin.

Herwiha yasaya jimare 6 ya sala 2008’ê ya li ser qedexekirina bikaranîna nebaş ya alavên ragihandinê li Herêma Kurdistanê heye. Li gor maddeya 2, berpirsê tawana gefxwarinê bi telefona destan bi giştî bi cezayê girtîgehê ne kêmtir ji şeş mehan û ne ji pênc salan zêdetir û ne kêmtir ji yek milyon dînar û ne ji pênc milyon dînar zêdetir tê cezakirin.

Herwiha li gorî yasaya hejmar 8 ya sala 2011’an ya Têkoşîna li Dijî Tundûtîjiya Malbatî ya li Ser Jinê, gefan weke tundûtijiyê pênase dike û bi cezayên girtîgehê û cezayê pereyan tê cezakirin.

Yek ji lêkolînerên civakî ku li navenda têkoşîna li dijî tundiyê dixebite û nexwest navê xwe eşkere bike got; “Bûyerên destdirêjî û tundûtijiya li dijî jinan û li beramberî hinek pere zext li jinan kirin gelek zêde bûne.”

Herwiha got, divê raya giştî li ser vê mijarê helwestê nîşan bide û rêyên çareseriyê û gavên nû bên avêtin da ku jin êdî nebin qurbaniyên hişmendiya baviksalarî û zextên li ser wan bi gefxwarin û têkbirina derûniya wan û got; “Niha li piraniya aliyên peywendîdar û rêxistinên parastina mafên jinan dikin, ev doza hene û  her diçe zêde dibin.”

Di civîneke çapemeniyê ya 1’ê Sibata îsal de, Desteya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Malbat û Jinê, îstatîstîkên tundiyê yên sala 2022’an eşkere kir û got: “Sala borî 2 hezar û 659 rewşên gefxwarin û destdirêjiya li ser jinan li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.”

Ji bo bidestxistina îstatîstîkên îsal yên tundûtijiyê jî, Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed axivî û got; “Heta niha îstatîstîk weke sala borî ye û 560 dozên gefxwarinên bi rêya nebaş ya bikaranîna torên medyaya civakî û telefonên destan hene.”

Serkewt Ehmed got; “Me ji bo hişyarkirina welatiyan kampanyayek daye destpêkirin û li dibistanan jî xebatên xwe zêde kirine da ku mexdûrên din çênebin.”

Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed behsa wê yekê jî kir ku bi dehan jinên ku name li pey xwe hiştine hene. Ji ber vê yekê jî mirov nikare bêje ku hemû qurbanî ji ber xirab bikaranîna telefonên destan û torên medyaya civakî ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.