Rojnameya Ronahî

Li Dêrazorê hemleya paqijkirinê hat destpêkirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêxistina Alîkariyê ya Firatê li avahiya meclisê ya herêma Kesra civiyan. Di civînê de hemleya paqijkirina herêmên nû ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin hate ragihandin. Hemle wê nêzî 5 mehan berdewam bike.
Civîn bi armanca ku pêngava paqijkirina gund, herêm û bajarokên Dêrazorê yên nû hatin rizgarkirin, ji toz û gemar û bermahiyên wêrankirinê were destpêkirin
Di civînê de, hevserok û endamên saziyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û nûnerên Rêxistina Firat a Alîkariyê amade bûn.
Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif armacên pêngavê û mesrefa destnîşan kir û diyar kir, mesrefa hemleyê 282 hezar dolar e, wê derfetên kar ji welatiyan re peyda bike.
Pêngava paqijkirinê wê nêzî 5 mehan berdewan bike…ANHA