Rojnameya Ronahî

‘Bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsînin’

Maya Alalî/Qamişlo

Pêşengiya şehîd Herekol(Husên Şawîş) a 7an û ya bi silogana xwendin ronahiye ku di 28’ê mehêde destpêkiribû û îro di roja duyemîn de bi tevlîbûna rewşenbîr, nivîskar û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alaqeyeke mezin berdewame.

Girêdayî xebatên pêşengeya 7an ya Ş. Herekol nivîskarê kurd Ebas Ismayîl diyar kir ku Ji 2017an dema ku pêşengeh hate destpêkirin  ew tevlî pêşengehê bûne. Abas diyar kir ku pêşengeha 7an ji pêşengehên salên çûyî ji milê hejmara pirtûkan,weşanxaneyan û nivîskaran û beşdaran cudaye”.

Ev pêşengeh di sala 2017`an de hatiya dest pêkirin û ji bona bîranîna şehîd Herekol, pêşengeha pirtûkan hate vekirin. Mebest ji pêşengehê jî ew e, ku çanda xwendin û lêhûrbûnê di nava civakê de pêşbikeve. Li ser vê bingehê mirov dikare bibêje ku pêşengeh girîngin û bi taybet jî ji bona ku çanda xwendin û lêkolînê di nava civakê de pêşbikeve.

Nivîskarê kurd Ebas Ismayîl girêdayî pêşengehê û beşdarbûna xwe ya pêşengeha  Herekol ji rojnameya me re axivî.

Ebas Ismayîl di sala 1938`an de li gundê Saba yê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayik bûye, xwendin xwe ya seretayî li gund temam kiriye, piştire  derbasî bajarê Qamişlo dibe. Xwendin xwe ya navîn û amadeyî li bajarê Qamişlo temam dike. Xwendina xwe ya zanîngihê li bajarê Hesekê temamdike û di sala 1962`an de piştî ku xwendia xwe bi dawî dike dibe mamosteyê zimanê erebî.

Zimanê Kurdî zimanê dayikêye û min bi kurdî nivîsand ji bo ku ez bêm bi bîranîn.

Ebas Ismayîl diyar kir ku wî di destpêkê de bi zimanê erebî dinivîsand û wiha got:“ez di partiya kome nivîsê de bûm û min ji wanre gotar û mijarên helbestan dinivisandin û di sala 1962`an de dest bi nivîsê kir, lê heta sala 1982 min bi zimanê erebî dinivîsand û piştî ku min Pirifisorê êzîdî bi navê Celîlê Celîl ji Ermêniya hat bajarê Qamişlo û bû mêvanê min û min ji wî gelek sûd girt û ez pê re bûme alîkar ji bona komkirina filiklorên kurdî. Ji dema ku min û Celîlê Celîl ji hevdû dît û şûn de ji min re got:“Ezê ji vir û pêde bi kurdî binivîsînim. Piştî ku Celîlê Celîl çû min dest bi xwendin û nivîsaandina kurdî kir û bi rastî ez pir poşmanim bûm ku min di destpêkê de bi zimanê kurdî ne nivîsand. Herwiha di sala 1990`î de min pirtûka yekemîn a çîrokan çap kir a bi navê `Gula Civatê`. Heta niha 34`pirtûkên min hene ji wan 3 bi erebîne û yên din jî bi  zimanê kurdîne û ez hewil didim ku bi kurdî binvîsînim û zimanê xwe yê Kurdî pêşbêxim.

Min cihê xwe di hemû pêşengeyên salên derbasbûyî yên Ş. Herekol de girtiye û ji ber vê yekê ez weke nivîskarekî peşdarbûna pêşengehê ji bona min erkekî sereke ye.

Ebas Ismayîl li ser pêşengehê weha got:“di pêşangeha yekemîn de pirtûka min hate xelatkirin û di pêşengeha 2`yemîn de jî pirtûka min hate xelat kirin. Sê caran pirtûkên min di pêşengeha şehîd Herekol de hatine xelatkirin. Ji ber vê yekê ez bi hêvîme ku di pêşengeha 7`emîn de jî pirtûka min bê xelat kirin. Her sal vekirina pêşengeha pirtûkan a Ş. Herekol li bajarê Qamişlo xwedî giringiyeke taybete. Herwiha vekirina pêşengeha 7`emîn ya Ş. Herekol û di zor û zehmet ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê têre derbasdibe ne tiştekî ji rêzê ye. Herwiha ji bona nivîskar û rewşenbîran û bi taybet jî piştî ku gelek çapxane hatine vekirin derfet gelek vebûne ku pirtûkên xwe li herêmê çapbikin.

Nivîskarê kurd Ebas Ismayîl di dawiya axaftina xwe de got:”ji bo nifşên pêşerojê ez bi hêvîme ku bi zimanê xwe yê dayikê binvîsînin û bixwînin. Ji ber ku zimanê Kurdî çand û hebûna gelê Kurde û ziman nasnameya gela ye.