Rojnameya Ronahî

Xwendin Ronahî ye

Ronaz Silêman/Qamişlo

Nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku xwendin riya mirov ronî dike û pêwîste ku em bixwînin û ji bona xwendinê demê xwe veqetînin.

Piştî lidarketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê, gelên Rojava di tevahî milan de, destkeftî bi dest xistin. Yek ji van destkeftiyan jî, pêşxistina çanda xwendinê li cem gel, bi vê armancê Pirtûkxane hatin vekirin û pêşengeh jî tên lidarxistin. Herwiha yek ji pêşengehên ku salane tên lidarxistin, pêşengeha Şehîd Herekol a ku sal bi sal navnîşan û pirtûkên dewlemtir pêşkêş dike, armanca sereke çanda xwendinê bi hemû zimanan di nav civakê de belav kirine.

Derbarê Girîngiya Xwendinê di nava civakê de Nivîskar Nêrgiz Ismayîl û Nivîskar Berzo Mehmûd ji rojnama me re axivîn.

Nêrgiz Ismayîl diyar kir ku ev 7 salin di pêşengeha Şehîd Herekol de bi zimanên cûr bi cûr pirtûk tên pêşkêşkirin û wiha got:” Di pêşengehê de zimanên cûr be cûr wek; Erebî, Tirkî, Elmanî, Engilîzî, Rûsî û Kurdî bi zaravayên xwe yên dewlemend, di heman demê de pirtûk, kovarên jin û zarokan jî tên pêşkêş kirin. Ev rengîniya ku di pêşengehê de heye, rengîniya hizir, pênûs û dewlemendiya zimanên cûr bi cûr e, weke keskesor çawa bedewiyekê dide asîman, pirtûk jî rengîniyê dide erdê. Pêşengha şehîd Herekol balkêşiya xwe di nivîs, pirtûk, roman û çîrokên jinan de ye, hem jina şoreşger û giştî jinên rewşenbîr bî jî xwediyê vê bandorê ne. Ji xwe ji demên berê xwendin zêdetir dibe, raste di hin aliyan de kêmasî hene, sedema wêna jî ji şert û mercê ku em têde jiyan dikin. Xwendina me niha piraniya wê Pirtûkên Şoreş û wêjeya şoreşê ye. Ji xwe li gorî ez dibînim di her malekê de pirtûkeke veşartî heye ev yek dide zelalkirin ku girîngî ji xwendinê re heye. Gotinek berê hebû ku kesên temen mezin di her wexê de dixwînin û lêkolîn dikin, lê bi rastî pîvanek wiha tuneye. Raste şoreşa parastinê heye lê li kêlek wê şoreşa çandî, nivîskî û zanistî jî heye. Her çiqasî şert û merc zehmet hene, şoreş jî hêdî hêdî xwe dighîne serkeftinê.”

‘Bi xwendinê pênûsa jin xurt dibe’

Nivîskar Nêrgiz Ismayîl axaftina xwe wiha qedand:” Ez her sal li hêviya pêşengeha şehîd Herekolim ku hest, çîrok û romanên xwe bi civakê re par ve bikim û di riya xwendinê de pênûsa jin xurt bikin, ji xwe di pêşengehê de romana min a yekemîn a bi navê cirik, pirtûka bexşanê stêrvana, pirtûka gûliyên Eşqê û 6 cildê rûpelê jinê hat pêşkêşkirin. Herwiha li gorî şopandina min a salane ji pêşengehê re. Salên borî cûdayî îsal e, hejmara pirtûkan bi zimanên cûda hatine zêdekirin, kovar û koşa zarokan hatine vekirin, Mêvan û lêkolîner pir bûne, ya herî xweş jî hezkirina lêkolîneran li ser mijarên dîrokî gelekî hene. Em kesên nivîskar bi baldarî çiqas Karin hemû mijarên şoreşê bigirin dest, yanî di nava awqas bûyer, çîrok û rastiyan de helbest kêm tê nivîsandin. Heqê romana şoreşê bi temamî nehatiye dayîn, yanî ji her milî ve berxwedanî heye di vî alî de nivîskar mijara rexneyê ye, hîna heqê rastiya heyî nedayê, ji bo wê divê ku em hîn nivîsa xwe xurt bikin. ”

 

‘Rewşa aborî dibe atengîk li pêşiya hezkarê xwendinê’

Nivîskar û Zimannas Berzo Mehmûd armanca xwe ji tevlîbûna pêşengehê da diyar kirin ku pêwîste Rewşenbîriya Kurdî were xurtkirin û wiha got:” Di pêşengehê de 4 pirtûkên min bi zimanê Erebî û Kurdî hene, yek bi zimanê Erebî bi navê wêjeya kurdî û ya din jî bi navê Çanda kurdî. Herwiha  bi zimanê kurdî jî pirtûka bi navê bizava pênûsê û ya din jî li ser mijarên derbarê ziman de ye. Ji xwe daxwaza min ew e, ku em çanda xwendina zimanê kurdî li pêş bixin. Bi rastî xwendin ji her mirovekî re mîna ronahiyekê ye. Ji xwe bê xwendin nivîskar nivîskar nikare binvîsîne û bibe xwedî remanên berfireh. Kesê nivîskar divê xwarina wî xwendin be heta ku karîbe binvîs e. Em kurd ji me re pêwîste xwendineke zanistî. Bi saya Şoreşa Rojava pêşketina xwendinê çêbû û ronî hate ser, lê rewşa aborî jî dibe astengiyek li pêşiya hezkarên xwendinê.”