Akademiya Ş.Hozan Can a Yekîtiya Ciwanên Rojava, bi tevlîbûna 20 ciwanên ji Girê Spî dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.
Li Akademiya Şehîd Hozan Can a Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li Girê Spî bi tevlîbûna 20 ciwanan dewreyeke perweredeyê da destpêkirin.
Dewreya perwerdeyê wê 15 rojan berdewam bike, tê de wê dersên li ser mijar]n cuda û li ser bi karanîna çekan werin dayîn.
Têkildarî vekirina dewreyê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî, Sebrî Nebî diyar kir ku vekirina akademiyên bîrdozî, bawerî û zanabûna ciwanên ku stûna pêşxistina civakê ne, xurt dike.
Endamê Rêveber a Tevgera Ciwanan Dilşêr diyar kir ku şerê leşkerî û şerê taybet ciwanan hedef digirin, ji lewra wan ji bo avakirina ciwanekî/ê azad û zana akademî vekirine.






