Serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê PYDKS’ê Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê bi her awayî têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Şêx Alî bal kişand li ser siyaseta dewleta Tirk a li herêmê jî û got, “Tirkiye naxwaze li Sûriyê aramî pêk were.”
Serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê PYDKS “Elwehde” Mihyedîn Şêx Alî da zanîn ku berxwedana li Efrînê riya projeyên AKP-MHP xetimand û isbat kir ku Tirkiyê naxwaze aramî li Sûriyê û herêmê pêk were. Derbarê encam û biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê de Şêx Alî got: “Hemû şêwayên berxwedan û têkoşînên rewa ji bo me erkin.” Her wiha Şêx Alî destnîşan kir ku; çawa YPG, YPJ cihê rêzê ne, Pêşmerge û Gerîlla jî cihê rêzdariyê ne. Tirkiyê di bin navê Qendîlê de êrişî nasname û destkeftiyên Kurdan dike.
Serokê PYDKS’ê Mihyedîn Şêx Alî bersiva pirsên me da.
1- Li hemberî êrîşên dagirkeriyê gelê Efrînê ku hûn jî yek jê ne, 58 rojan li ber xwe da. hûn 58 rojên berxwedana serdemê û rola partiya xwe têde çawa dinirxînin?
Ji berî ku Tirkiyê di 20.01.2018an de, yekser êrişî Efrînê bike, digel helwest, daxuyanî û çalakiyên alîgirên wê yên ku di çarçovya rikberiya Sûrî de xwedî rol û naskirî ne, di qonaxa amedekirinê de, hemî derfet û îmkanên xwe yên siyasî, dîplomat û ragihandinê bikar anîbûn. Li hêla din, lihevkirin û bingeha hevpeymana AKP-MHP li ser pêkanîna êrişa Efrînê hatibû avakirin. Lewre jî, paşdevekişîn an rawestandina êrişê, têkçûna rêkeftina AKP-MHP bi xwe bû. Vê jî riya projeyên serokomarê Tirkiyê û partiya wî xetimandin.
Xelkê Efrînê li mafê xwe yê xweparastina rewa bê dudilî xwedî derket. Di encamê de 58 rojan bi fedekariyeke dîrokî û bêhempa li ber xwe da. Li seranserî Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda. Rûyê Kurdan li bakurê Sûriyê û diyasporê spî kir. Siyaset û êrişa Tirkiyê û selefiyên cîhadîst li dijî Efrînê rûreş derxist.
Di vê berxwedanê de, xelkê Efrînê bi dilsozî li hev xwedî derketin û hemî mirovhez, welatparêz, hêzên siyasî, partiya me jî di nav de, bûne yekrêz û xwedî rol. Nemaze di wan meş û xwepêşandanên gelêrî û xwedîderketina li birîndar û Şehîdên YPG-YPJ û hemî berxwedêran de.
Herweha di warên ragihandin û çalakiyên piştgiriyê de, me karîbû di nav xelkê xwe de bimînin û bi erkên xwe rabin.
2- Berxwedana Serdemê çi bandor li ser pêvajoya aloziya Sûriyê û prosesa siyasî li herêmê kir?
Siyaseta Tirkiyê derbarê kirîza Sûriyê bi tevahî û taybet bakurê wê de, cihê gelek guman û metirsiyan bû. Nexasim lidarxistina kongra Antalya, êrişa li Serêkaniyê, Qestel Cindo, Girê Spî, Heleb, Idlib û çiyayên Lazîqiya… HWD, li vê dawiyê êrişa bejayî û ezmanî ya herî berfireh a bi ser Efrînê de hatî û haziriyên ku jê re hatibûne kirin û herweha rengê berxwedana dîrokî li beramberî hovîtiya hêzên tirk û cîhadîstan, rastiya siyaset û pirojeyên Tirkiyê raberî cîhanê kir. Xuya kir ku, çendî karbidestên Anqerê, Kurdan ji xwe re dijmin dibînin û ka çiqas pirsa aştî, qaşo rûmet û azadiya gelê Sûriyê ji xwe re kirine lîstik û bazar. Her wiha çendî ligel hêzên Islama siyasî – DAIŞ û Elqayde di nav de – hevparin. Çiqas ji diyalog û gotûbêjên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re dilteng in ku naxwazin aramî û aştî li Sûriyê pêk were.
3- Di dîroka têkoşîna gelê kurd de Berxwedana Efrînê ji bo zîndîhiştina doza kurd pêngav û zivrînokeke çawa bû?
Cendî êrişên dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê re bûn sedema ziyaneke mezin û birîneke kûr, ewqas jî hezkirin û girêdana xelkê bi nasnameya xwe ya Kurdî Sûrî û zimanê dayîkê re, kûrtir û mezintir bûye û dibe. Lewre, îradeya têkoşîn û berxwedanê li ba gelê Kurd her dê zindî û li dar be.
4- Hûn van itîfaqên li herêmê navbera hêzên navdewletî de, taybet piştî hevdîtina Trump- Pûtîn çawa dixwînin?
Piştî hevdîtina Trump – Potîn li Hilsinkî, dixuye ku pirsgirêkên rewşa Sûriyê bi cînarên derdora wê re, dê bêne dorpêçkirin û sarkirin, û rê li ber rolên Rûsyayê berztir û berfirehtir bibe.
5- Xuyaye ku itîfaqek li ser lawazkirina rola Îranê li herêmê ketiye meriyetê. Gelo wê pêşeroja Tirkiyê di herêmê de piştî Îranê çawa be?
Dûrî xirecirên ragihandinê, pêlên durişim û lêkolînên navendan, hêjaye bê gotin ku, têkiliyên TC ligel Îranê ji bo herdu aliyan cihê girîngiyeke stratecîk û guhdaneke taybet in. Nexasim di warên berjewendiyên aborî-bazirganî û rêzgirtina sînorên fermî de, her dê li cih bin.
6- Wek ku hûn dizanin di navbera 18-21 Hezîranê de Konferansa Rizgarkirina Efrînê li Şehbayê li dar ket. Hûn biryar û encamên konferansê çawa dinirxînin? Gelo hûn weke partî xwe pêbendê van biryaran dibînin?
Çi hevdîtin, civat û konferansek lidarkeve û bêje: Na ji dagirkeriya Tirkiyê, belê ji rizgarkirina Efrînê re, em bi dil û can ligel in. Di vî warî de, hemî şêweyên berxwedan û têkoşînê yên rewa bo me erk û pêdivî ne.
7- Di seferberiya di konferansê de hatiye ragihandin erk, peywir, cih û rola partiya we çi ye?
Di vê qonaxa ku Efrîn têde dijî û derbas dibe de, bêguman bo me, nakokiya sereke û serdefter e. Loma jî, hewildan û çalakiyên partiya me, çi li vir û çi li wir, dikevin warên seferberiya têkoşîna dadmend û berdewam.
8- Piştî Efrînê li Sûriyê pêvajoyên siyasî û leşkerî derbasî qonaxeke nû bûn. Di encamê de paytexta “şoreşa Sûriyê” ya razber hate radestkirin. Gelo ti bandora dagirkirina Efrînê li vê yekê heye? Hûn nexşeya siyasî û leşkerî li Sûriyê piştî van pêşketinan çawa nîgar dikin?
Di tabloya Sûriyê ya hundirîn de, rewş û pêşeroja Efrînê beşek ji dîmenên kirîza Sûriyê û pêvajoyên wê yên têkilhev û diramatîk e. Ev tablo ji bo rewş û pêşeroja herêm û bajarên din jî derbasdar e. Ji xwe, nexşeya siyasî, leşkerî û xaçeriyên çareseriyê, li paytexta Sûriyê şamê têne şirovekirin û naskirin. Mirov dikare bêje ku, yek ji bandorên dagirkirina Tirkiyê û cîhadîstan ji axa Efrînê re, tazîkirina nijadperestî, keysbazî û rûreşiya gelek hêz û kesan bû.
9- Partiya we xwedî mîrateke dirêj a têkoşînê ye. Taybet hûn weke kesayet di civaka kurd de bi helwestên xwe naskirî ne. Gelo hûn di vê qonaxa kirêtîk û hestiyar ku doza gelê kurd tê re derbas dibe de, xwedî erk û peywireke kurdistanî ya bi çi rengî ne?
Di warê Kurdistanî de, hêjaye bête gotin ku ev nêzî 40 salî ye gotûbêj, pêşnyar û hewldan tên kirin ku kongreyekî neteweyî xwedî biryar li dar keve. Nexasim piştî têkçûna şoreşa Îlûnê bi itîfaqa Sedam û Şah ya 6 Adara 1975an re. Îro, roj û rewş cuda ne. derfet û îmkan peyda dibin. Guhertinên mezin çêbûne. Hişyarbûn û astên zanyariyê bilind bûne. Metirsî jî ji berê bêtir in. rêxistin û siyaset li her derê derbasî mala kurdan bûye. Da ku lidarxistina kongreyeke neteweyî û salane ji hemûyan re bibe biryar û hazirî jê re çê bibe, pêdivî berbiçav û kifş e ku civatên Kurdistanî yên şêwrê û berfireh dereng nekevin. Ji bo karekî wiha, partiya me amade ye ku, bi erk û rola xwe rabe.
10- Tirkiyê ji bo têkbirina doza kurd niha başûrê Kurdistanê dagir dike. Nêçîrvan Barzanî jî vê dagirkeriyê rewa dike û Gerilayên Kurd weke dagirker bi nav dike. Hûn vê helwesta Barzanî di vê pêvajoya kirîtîk a doza gelê kurd de çawa pênase dikin?
Destwerdan û êrişên Tirkiyê li dijî xelk û gundewarên Başûrê Kurdistanê, dîrokeke wê ya dûr û dirêj heye. Ev jî di encama çavsorî û diltengiya karbidestên Anqerê derbarê hebûn, nasname û doza gelê Kurd de ye. Ne ji bo Qendîlê û di bin serê Gerîlla de ye. Divê fêm bibe ku, Tirkiye ji berê û paşê de, li serê xwe siwar e. Bi her awayî xwestiye û dixwaze Kurdan bîne hember hev. Nakokiyên wan gur bike. Wan bi hevdu bide kuştin û dijatiyên navxweyî biçîne û kûrtir bike.
Li ba gelê Kurd pêşmerge jî naskirîne, Gerîlla jî naskirîne, ji bo me li Sûriyê, li Kobanî, Cizîr û Efrînê, û li hemî deveran, çendî YPG-YPJ cihê rûmet û rêzgirtinê ne, ewqas jî Pêşmerge û Gerîlla cihê hurmetê ne.
11- Gotin û bangewaziyên we hebin, hûn dikarin bi riya rojnameya me parvebikin?
Bangewazî ew e ku, bê dudilî, bê westan, em her kes di warê xwe de, bi erkên xwe rabin, doza gelê xwe yê dadmend û rewa biparêzin, ji xwîna Şehîdan re wefadar bin. Rê nedin xemsarî, bê hêvîtî û keysbaziyê. Li têkoşîna ji bo aştî, azadî û wekheviyê xwedî derkevin û geş bikin.
Idrîs HENAN






