Rojnameya Ronahî

Jinên Efrîn û Şehbayê `piştgiriya pêngavê erka tavahî gelên azadîxwaz e`

Zana Roj/ Şehba

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat ragihandin. Di çarçoveya vê pêngavê de 74 navendên cîhanî cihê xwe tê de digirin. Jinên herêma Efrîn û Şehabyê piştgirî û tevlîbûna xwe ji vê pêngavê re raber kirin. Û banga azadiya Fîzîkî ya Rêbertî kirin.

Di 10 ê Cotmehê de bi durişmeya “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Cîhanê pêngava piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi tevlîbûna 74 navendên cîhanê hat destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de hemû herêmên Rêverberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji raya giştî re ragihandin. Ji ber felsefeya Rêber APO tavahî rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka Kurd û ya Rojhilata Navîn diyar kiriye. Di asta yekemîn de ev pêngav ji bo misoger kirina azadiya fîzîkî ya rêber APO hatiye orgenîze kirin. li ser vê esasê wê dengê azadîxwazan di hemû cîhanê de ji bo Rêber APO bê bilindkirin. Têkildarî vêngava nû jinên Efrîn û Şehbayê yên bi navê Gulê Mihemed û Lemyea Abas ji rojnameya me re axivîn.

`Têkbirina tecrîdê misoger e`

Gulê di destpêkê de tecrîda li ser Rêber APO şermezar kir û wiha domand: “Faşîzma Tirkiyê zêdetirî 2 sala ye Rêber APO di tecrîdeke giran re derbas kiriye, di encama vê tecrîdê de ne parêzer ne jî malbata Rêbertî derbasî Îmraliyê dikin. Ev tecrîda ferz kirî ne li gorî rêgez û zagonên girtiyekî siyasî weke Rêbertî ye. Bi vê polîtîkeyê faşîzma Tirkiyê di vê mijarê de bi îsar e. li hember wê tavahî gelên azadîxwaz û gelê Kurd rabûye ser piyan û nerazîbûna xwe nîşan didin. Me jî ev soz daye heyanî azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger nebe, wê rihetî û aramî nebe para me”.

`Gelên cîhanê piştgiriya Rêber Ocalan dikim`

Gulê dest nîşan kir ku felsefe û îdeolojiya Rêber APO li tavahî cîhanê belav bûye û cîhan gihiştiya rastiya ji bilî Pirojeya Rêbertî tu çareserî wê ne bi encam bin û wiha got: “Felsefeya azadî û demokrasiya cîhanî ya ku Rêber Ocalan ji 50 salî ve bi riya pirojeya netewa demokratîk pêşkêşî cîhanê kiriye. di vê kêliyê de êdî tavahî gelên azadîxwaz yên Kurd û ecem. Gihîştine heqîqeta ku ji bilî pirojeya Rêbertî wê tu careserî ji bo guhartina pergala heyî ne bi encamgir bin. Ji bo vê yekê di asta cîhanê de pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Ev pêngav dengê xwe li tavahî cîhanê vedaye û cîhan piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber APO dike. Ji ber vê yekê divê em li hember faşîzma Tirkiyê û hêzên kompiloger têkoşîneke dîrokî bidin meşandin. ji ber ne tenê gelê Kurd hesabxwestinê ji Tirkiyê dike, êdî cîhan li hember faşîzma Tirkiyê derketiye”.

`Piştgiriya pêngavê erka tavahî gel û pêkhate ya ye`

Her wiha Lemya ya ku ji pêkhateya Ereb li Şehbayê jiyan dike. Diyar kir ku di vê pêngavê de divê tavahî gel û pêkhate bibin yek enî û li hember faşîzmê têk bikin û wiha got: “Di sedsala 21 emîn de yekemîn heqîqeta desthilatdariyê bi awayekî cewherî derket û rastiya ku dixwazin îradeya jina azad û gelên azadîxwaz bitepsînin. Bi riya fikirên Rêbertî hat derketin. Bi xwendina rastiya Rêber APO û têgihştina heqîqeta ku dixwaze ji me re bide diyar kirin. me fem kir ku hêzên sermeyedar yên gilobal dixwazin cîhaneke li gor xwe format û terbiye bikin. Hêza jinê ya ku hatiye tepisandin bi Rêber APO re careke din hate vejîn kirin. jinên Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkes hwd. Bi vê felsefê re cewher û hêza xwe nas kirin. ji ber vê yekê jî bi taybet jin divê piştgiriya herî xurt ji bo vê pêngavê nîşan bidin. Tavahê gel û pêkhate li hember rûxandina faşîzmê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Reêbertî bibin yek enî û tekoşîn bikin”.