Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Qonaxa Duyemîn y aPêngavê de heta niha 3 hezar û 100 kîlometreçorgoşe erd ji çeteyan rizgar kirine. Lîlwa wiha got, “Armanca me rizgarkirina herêmên li Rojhilatê Dêrazorê yên ku mane û têkbirina DAIŞ’ê ye.”
Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de herêmek bi qasî 3 hezar û 100 km2 ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û da zanîn ku hevkariya di navbera wan û hêzên Iraqê de bi armanca parastina ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyê didome.
Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah diyar kir ku armanca Pêngava wan rizgarkirina bajarokên El-Şiefe, Hejîn, Ebû El-Xatir, Ebû El-Hesen û El-Sûsa ye.
Lîlwa El-Ebdulah da zanîn ku hemleya wan didome û destnîşan kir ku armanca hemleyê rizgarkirina herêmên yên rojhilatê Dêrezorê mane û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ye.

3000 KÎLO METRE
ÇARGOŞE HAT RIZGAR KIRIN
LîlwaEbdulah da zanîn ku hêzên wan herêmek zêdetirî 3 hezar km2 ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û wiha dewam kir: “Hêzên me herêmek bi qasî 3 hezar û 100 km2 ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Herêmên hatine rizgarkirin ji sê aliyên hemleya me (Mergeda, Şedadê û Holê) pêk hatin. Di wê herêmê de 50 gund û mezre hatin rizgarkirin. Her wiha miqdarek zêde çekên çeteyan hatin desteserkirin.”
BI SEDAN SIVÎL HATIN RIZGA KIRIN
Lîlwa Ebdulah di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleyê di gund û mezreyên rizgarkirî de bi sedan welatiyên sivîl ji çeteyan hatin rizgarkirin û got: “Rizgarkirina welatiyan bi rêya vekirina korîdorên ewle pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşveçûna şervanên me asteng bikin, welatiyên sivîl wek mertalên zindî bi kar dianîn. Hêzên me wê rê nedin tu aliyan ku ewlekariya herêmên hatine rizgarkirin, binpê bikin.”
HEVKDARIYA ME Û ARTÊŞA IRAQÊ
DIDOME
Lîlwa Ebdulah derbarê hevkariya di navbera hêzên wan û artêşa Iraqê de jî ev tişt anî ziman: “Hevkariya di navbera me û artêşa Iraqê de bi hemû hêza xwe didome. Odeyên çalakiyan ên hevbeş li ser sînor hatine çêkirin. Armanc ji wê yekê parastina ewlekariya sînor ji çeteyan e. Ev jî bi piştgiriya ezmanî ya Koalîsyona Navdewletî pêk tê.”
Lîlwa derbarê armanca wan a dema pêş jî agahî dan û ev tişt anî ziman: “Piştî rizgarkirina bejahiya Dişîşa bi dawî bibe, wê hêzên me berê xwe bidin herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de û bi taybet bajarokê El-Şefa, Hejîn, Ebû El-Xatir, Ebû El-Hesen û El-Sûsa.”
Berdevaka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê bihostek ji xaka rizgarkirî radestî tu aliyan nekin û wiha got: “Bila gelê me rehet be, em tu carî xaka bi keda şervanên me û bi xwîna şehîdan a pîroz hatiye rizgarkirin, teslîmî kesî nakin.”…ANHA






