Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi silogana “Xwendin Ronahî ye” Pêşangeha Ş. Herekol a 7’an hate destpêkirin

28/10/2023
in NÛÇE
A A
Bi silogana “Xwendin Ronahî ye” Pêşangeha Ş. Herekol a 7’an hate destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Pêşangeha Şehîdî Herekol a pirtûkan bi silogana “Xwendin Ronahî ye” û bi amedebûna rewşenbîr, nivîskar, saziyên Rêveberiya Xweser û  bi beşdarbûna weşanxaneyên heremî û navnetewî hate destpêkirin.

Desteya Çandê a bakur û rojhilatê  Sûriyê  bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ji bo pêşxistina çanda xwendin, lêhûrbûn û parastina çandî û wêjeyî, îro Pêşangeha Şehîd Herekol a 7’emîn bi duruşmeya ‘Xwendin Ronahî ye’ li hola Zana ya bajarê Qamişlo da destpêkirin.

Herwiha 140 hezar pirtûk ji 60 weşanxane û saziyên cuda yên derve û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêşangehê de hatin pêşandan.

Pirtûkên ku di pêşangehê de hatine pêşandan xwedî mijarên cûrbecûr in; weke pirtûkên siyasî, çandî, dîrokî, civakî, leşkerî, olî, felsefeyî û hwd…

Ev pirtûk jî bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Erebî, Farsî, Tirkî, Îngilîzî û Fransî ne. Herwiha hin pirtûk jî hatine wergerandin.

Deriyê pêşangehê ji bo herkesî vekiriye û ji seat 10’ê sibehê heya 8’ê êvarî berdewam dike û bi vî rengî pirograma pêşangehê heya 31’ê Cotmehê wê bi rê ve biçe.

Berî ku ev pêşangeh were destpêkirin hemû kesên beşdar xuleyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Herwiha endama komîteya Amadekar Ronahî Hesen gotina destpêkê kir û wiha axivî: ” Destpêkê  em sipasiya malbata Şehîd Herekol dikin ku di vê pêşangehê de beşdar bûn û herwiha beşdarbûna rewşenbîr, nivîskar û saziyên Rêvberiya Xweser cihê şanaziyê ye. Em weke Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe ji bo berdewamkirina vekirina vê pêşangehê kar dikin. Dema vekirina pêşangehê berî niha hatibû destnîşankirin, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk yên 4’ê Cotmehê hat taloqkirin. Em îro bi hemû vîn û îsrara xwe, di vê rewşa zehmet de dest bi pêşangehê dikin.  Ev yek jî bi saya şehîdên me yên ku xwîna xwe ji bo parastina me rijandine. Em soz didin şehîdên xwe ku me ê, hertim ji bo pêşxistin û parastina çand û zimanê xwe kar û xebatê bikin. Di heman demê de jî em ê, her tim bibin destek ji hemû nivîskar, rewşenbîr û weşanxabeyên xwe re.

Herweha li ser navê Hevsengiya Wêjeyê Besam Xelo wiha axivî: “Em 7emîn pêşangeha Şehîd Herekol di şexsê Şehîd Herekol de bibîr tînin û li wî û tevahiya Şehîdan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Şoreşa Rojava şoreşeke wêjeyî li Rojava afirand, bi pirtûk û berhemên xwe yên wêjeyî bandor li hemû cîhanê kir û bû milkê hemû kesî. Ev pêşketina ku di warê çandî, fikrî û wêjeyî de çêbûye bi saya Rêber Apo ye. Niha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngavek li seranserî cîhanê hatiye destpêkirin, em jî weke wêjevan, rewşenbîr û hemû kesên azadîxwaz tevlî vê pêngavê dibin.

Di dawiyê de hemû kesên beşdar serdana weşanxaneyan kirin û berhemên nû wergirtin.

Hêjayî gotinê ye ku ev pêşangeh di sala 2017’an de ji bo bîranîna şehîd Herekol(Huseyîn Çawşî) hate destpêkirin û îsal di asta beşdarbûnê de ev pêşangeh bûye navnetewî. Ku ji Belcîka, Îtaliya, hemû parçeyên Kurdistanê, Mesr, Libnan û hwd… tevlî vê pêşangehê bûne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.