Rojnameya Ronahî

Şêneyê Qamişlo bi meşeke girseyî Şehîd Bêrîtan bi bîr anîn

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi salvegera 31`mîn ya Şahdeta fermandara mezin Bêrîtan (Gulnaz Kerataş) bi pêşengiya Kongra Star li bajarê Qamişlo meşeke girseyî hat li darxistin. Di meş de soza şopandina riya Şehîd Bêrîtan hat dayin.

Bi boneya salvegera 31`mîn ya şahedeta fermandar Bêrîtan(Gulnaz Kerataş) şêneyên bajarê Qamişlo meşek girseyî li dar xistin.

Meşa ku bi pêşengiya Kongra Star organîzekirin ji çarxereya Sonî ya bajarê Qamişlo hat destpêkirin, di meşê de Saziya Malbatê Şehîdan, Kongra Star, PYD`ê, tevahiya saziyî û bi 100`an şêneyên bajarê Qamişlo beşdar bûn.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo, Şehîd Bêrîtan û Şehîdên tevgera azadiyê hat bilindkirin, herwiha sloganên ‘Jin Jiyan Azadî, Bimre Îxanet, Şehîd Namire û bê Serok jiyan nabe hatin qîrandin.

Meş li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo hat rawistandin û deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê Şêhîdên Azadiyê hat seknandin.

Piştî wê li ser navê Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî û wiha got: “Di 1992`an haval me ya tekoşer Şehîd Bêrîtan ku yek ji jinên li hemberî xeta îxanetê tekoşîn kir û xeteke di dîroka azadiyê de afirand. Lê heta niha jî xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta tirk a dagirker re didome, ji bo wê em dibêjin em ê bi xeta şehîd Bêrîtan ya berxwedanê berdewam bikin, herwiha em ê xayîn û dagirkeran têk bibin. “