Rojnameya Ronahî

Pêşdîtinên Rêber Apo

Farûk Sakik

Şerê li Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke nû bû. Şerê Hemas û Îsraîlê, di 7’ê Cotmehê de ket rojeva cîhanê. Gelek tişt diqewimin. Gelek dewletên emperyal hatin li Rojhilata Navîn konê xwe vedan. Şorik û gilêz ji devê wan diherike. Difikirin ka li ser cesedên gelên Ereb û Yahûdî dikarin dewlewendiyeke çawa bi dest bixin.

Ev geşedan wê bi bayekî çawa ber bi Kurdistanê ve were em nizanin. Were jî amadekariyeke Kurdan tine. Ji bo amedekariyek ji bo tedbîr werin girtin, dîsa em li Rêber Apo digerin. Dîsa pêdiviya me bi pêşdîtinên wî hene.

Di sala 2007’an de bi parêzerên xwe re hevdîtinek pêk anîbû û gotibû; li Rojhilata Navîn wê guhertinên mezin çêbibin. Ji bo vê yeke Kurd hêzên xwe yên eskerî û dîplomasiyê lazim e, bikin yek. Dema ku ew roj hat bila bêamadekarî nebin. Behsa bihara gelan dikir. Dema di bihara gelan de, şer hat ber deriye Sûrî, wî xeta sêyemîn pêşniyar kir.

Komplogeran dixwestin ev deng were bêdengkirin. Divê ku midaxleyî siyasetê neke da ku li gorî dilê xwe hespê xwe li Rojhilata Navîn bibezînin. Ji bo vê yekê ev tecrîd bi salan e dewam dike.

Di sala 1998’an de jî dema komplo dest pê kir, me digot çi? Me digot, Rohilata Navîn tê dîzaynkirin û yek astengî li pêşiya vê dîzaynkirina wan heye û ew jî  Tevgera Azadiyê û Rêber Apo ye. Çima Rêber Apo ji bo wan asteng bû?

Di salên 1980’yî de gelek tevgerên çepgir-şoreşger ji her deverên cîhanê, ji Amerîkaya Latîn, ji Asya, ji Afrîqa û bi taybet gelek rêxistinên Tirkiyê ji ber darbeya leşkerî  hatibûn Sûrî. Wê dema Hafiz Esad ji bo van rêxistinan derfetên mezin pêşkeş dikir.

Bi demê re ev rêxistin heliyan, an jî aqûbeta wan nedihat zanîn. Winda bûn. Lê Rêber Apo cûda bû. Bi Hafiz Esad re hiqûqeke taybet bi pêş xist û rêxistina xwe hetanî 9’ê Cotmeha 1998’an li vê derê bi rê ve bir. Di heman demê de piştgirî dida hin hêzên din ên cîhanî jî. Midaxleyî siyaseta Rojhilata Navîn dikir.

Ev hêzbûna wî bala komplogeran kişandibû û ji bo vê yekê wê deme êrişî Rêber Apo kiribûn. Komployeke Navnetewî dabûn destpêkirin.

11 roj piştî ku Rêber Apo ji Sûrî derket, li Edenê peymanek îmze kirin. Peyman an jî lihevkirin nebû. Di hemû xalên peymanê de, ultîmatom didan Hafiz Esad da ku şopên Rêber Apo bi temamî ji wê xakê tine bike. Ev peyman li ser daxwaza serokê Amerîka yê demê Bîll Clînton ve hatibû amadekirin.

 

Em vegerin îro. Heger îro bi Rêber Apo re, hevdîtinek çêbibûya û parêzerên wî peyama wî bigîhandina raya giştî, me  yê bidîta di vî şerê Rojhilata Navîn de kîjan mewziyan ji Kurdan re îşaret dike. Me yê bidîta ku ev şer di pêşerojê de wê derbasî qonaxeke çawa bibe. Me yê bidîta di vî şerî de helwesta Kurdan wê çawa be. Me yê bidîta, Kurd di kîjan kozik û mewziyan de wê vî şerî pêşwazî bikin. Kurd siyasetek û dîplomasiyeke çawa bi rê ve bibin.

Lê mixabin tecrîda girankirî ya li Îmrali van pirsên me hemûyan bê bersiv dihêle. Bersiva van pirsan li Îmraliyê ye. Ji bo vê yekê divê ev hamleya ji bo azadiya Rêber Apo ku di 10’ê Cotmehê de hatî destpêkirin were xurtkirin. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî de ya herî bibandor, di nav însanan de belavkirina paradîgmaya wî ye. Kesên ku wî nas bikin ji bo azadiya wî, wê bikevin nav hewldanan.