Rojnameya Ronahî

Kampaniya ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî bi coş û kelecaneke mezin berdewam e

Ronaz Silêman/Qamişlo

Tev-Çand Mezopotamya Bi Tevlîbûna Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Yekîtiya Hunermendan, Komîteya Rewşenbîr û Wêjeyê bi daxyuyaniyekê tevlî pingava  azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bûn.

Îro li navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo têkildarî pingava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek nivîskî ji aliyê Tev-Çand Mezopotamya, Hîlala Zêrîn , Desteya Çandê, Yekîtiya Hunermendan, Komîteya Rewşenbîr û Wêjeyê ve hat xwendin.

Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên Cîhanê, Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji Pirsgêrêka Kurd re çareserî siyasî” hate destpêkirin. Îro jî weke Tevgerên Çand û Huner û Wêjeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî; bi daxuyaniyekê tevlî vê pêngavê bûn û piştgirî dan pingava azadiya Rêber Apo.

Daxuyanî jî wiha bû:

‘Ev 25 salin Rêber Apo tekoşîn û berxwedaneke bêhempa dide meşandin’

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Krîz û qeyrana li Rojhilata Navîn û li tevahî Asya-Ewrupa bêyî ku ber bi çareseriyekê ve here, berdewam dike. Bi taybet li Rojhilata Navîn, hemû mirovahî bi xeteriyên tunebûnê re rûbirûn e. Di serî de gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên Cîhanê di bin pencên qirkirênê de ne. Qedera ku ji hêla hêzên hegemon û kapîtalîst ve ya ku ji gelê Kurd re hatiye nivîsandin tunebûn an bi qirkirinê ve rûbirû hêştine. Lewra çareserî fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ew jî Paradigmaya Neteweya Demokratîk e, Sîstema Rêveberiya Xweser e. Herwiha rêbazên têkoşînê jî Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Lewma êrîşên herî giran jî bi sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê li ser Rêber Apo tê meşandin. 25 sal in ku di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê  jî di bin tecrîdeke giran de ne. Di heman demê de jî Rêber Apo ev 25 sale berxwedaneke bêhempa li Îmrali’yê dimeşîne.”

‘Rêber Apo dîroka qirêj ya hêzên dasthiladar işkere kir’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Hegemon û kapitalîst, bi dijminan re êrîşî Rêber Apo dikin û wiha hat gotin:  “Van hêzan bi hezarên salan bûne bela serê dinyayê û mirovahiyê. Dixwazin ev jiyana mirî bibe qedera gelan. Xwesteka wan ew e ku di şexsê jinê de civakê kole bikin û hêviyên azadî û rizgariyê tune bikin. Ji ber ku Rêber Apo ev dîroka qirêj işkere kir û altarnatîfa jiyana azad afirand, fikrên jina azad pêş xist, çanda jiyana hevpar afirand ji bû wê bo hedefê êrîşên van hêzên dagirker. Lewma Rêber Apo ji bo hêzên dijmirovî û dijexlaq kesayetekî herî xeter e. Di encama Komploya navnetewî de ku hemû dewletan xwe li ser Rêber Apo kir yek, lê gel bi serhildanên xwe, gerîla bi rihê fedayî rê neda dagirkeran armanca xwe pêk bînin. ”

‘Rêber Apo pêşengê berxwedanê ye’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi fikrên Rêber Apo Şoreşa Rojava, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Hemû gel, ol û bawerî di nav azadiyê de xwe îfade dikin û niha ji dinyayê re dibe nemûne. Bi perspektîfên Rêbertî Şoreşa Jin pêk hat, Artêşa Jin avabû û ji giştî jinên Cîhanê re bû hêvî û pêşengtî, ji bo wê derveyî fikrê Rêber Apo çareserî nîne. Rêber Apo çanda berxwedanê, cesareta serhildanê û zanabûna azadiyê fêrî me kir. Di têkoşîna azadiyê de li enya herî pêş Rêber Apo heye. Êdî wext derbas dibe û dereng e. Ne sibê û ne piştre, ji bo Rêber Apo aniha azadî û tenê azadî. Taloqkirin întîhar e, rehawet mirin e. Ji ber wê em dibêjin ji bo Rêber Apo “An azadî an azadî’ li ser vê bingehê hunermend, rewşenbîr, nivîskar û hemû kedkarê çand û huner û wêjeyê,  bangî her kesî kirin ku bi ruhê seferberiyê tevlî vê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.”