Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Însiyatîfa Sûriyê  ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da

22/10/2023
in NÛÇE
A A
Însiyatîfa Sûriyê  ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyean/ Qamişlo

Derbarê pêngava‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ Însiyatîfa Sûriyê  ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo raya giştî ya cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk di dîroka xwe ya dûr û dirêj de bi faşîzm û nerîneke kêm ji gelên ku bi hev re bi aştiyane jiyan dikin, tê naskirin. Her wiha meşandina siyaseta tinekirin û windakirina azadî û nasnameyan li hemberî wê, heta ku dewleta Tirk a bi pêşengiya zalim Erdogan, di serdema me ya îro de bibe mînaka desteserkirin û tinekirina mafên gelan. Ev polîtîka tiştê ku Nazî Adolf Hitler di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di dema şerê xwe yê li dijî Cihûyên cîhanê û hewldana wî ya ji holê rakirina wan ji ser rûyê cîhanê de şopand, tîne bîra mirov. Hemî rêbazên ku tu eleqeya wan bi mirovatiyê re tunebû, dişopand û Kemal Ataturk di wê demê de ji xwe re kir mînak û di gotin û kirinên xwe de ev yek eşkere kir û got: (Min Kemal Ataturk di vê siyasetê de ji xwe re kiriye mînak).

Siyaseta ku Erdoganê xwendekarê Ataturk û Hîtler dişopîne ev e, siyaseta ku li her alî, li bakur, başûr, rojhilat û rojava û bi rêbazên cûrbecûr, çek û rêbazên nemirovane li dijî gelê kurd bikartîne. Ev hevdem e bi pêkanîna polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û berdewamkirina cezayên dîsîplînê yên ku ne girêdayî yasa û zagonên erdî û esmanî ne, bi armanca di şexsê Rêbertî de dawî li Kurdan bê anîn, û di kesayeta Kurdan de rêbertî bi dawî kirin.

Ji ber vê yekê em bi navê însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bang li raya giştî û hemû welatparêz û gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku dualîtiya siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan tê meşandin fêm bikin. Ji aliyekê ve bi hovane li wan dixe, herêmên wan bombebaran dike, wan dikuje, niştecihan ji malên wan koçber dike, binesaziya wan wêran dike. Li aliyê din tecrîda li ser Rêber Abdullah  Ocalan tê girankirin û cezayên zêde yên li ser tên nûkirin. Bi vê yekê, dengê bi milyonan endamên civaka mirovî, siyasetmedar, mirovên xwedî ramanên azad, fîlozof, zanyar, nivîskar û xwediyên xelata Nobelê, Dengê wan li çar aliyên cîhanê, li pênc parzemînan û li heftê û çar bajarên ku îro ji sed bajarî derbas bûne, paşguh dike. Di çarçoveya kampanya xwe de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, ji ber ku yekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû dubendî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan nivîskarê teza herî bi nirx û girîng e ku di nava xwe de bingehên avakirina neteweya demokratîk, ewlekarî, aştî, biratiya gelan, jiyana hevbeş, aboriya komînal û jinên azad hildigire. Ji aliyekî din ve siyaseta Îsraîlê di bombebarankirina bajarê Xezayê de şermezar dike û daxwaz dike ku Îsraîl berpirsyar be, bê paşvekişandin û rawestandin û nêzîkatiya siyaseta wê li hember filistîniyan bê guhertin, ji ber ku ti têkiliya wê siyaseta wê bi mirovahiyê re nîne.

Ev çi dualî ye! Çi pozbilindî û nefret ji aqilê dinyayê re! Îdîa dike ku gelê Xezeyê diparêze ji ber ku ji aliyê Îsraîliyan ve tê bombekirin, wêrankirin û tunekirin û di heman demê de hebûna Kurdan wêran dike û tune dike. Her wiha bi sepandina cezayên dîsîplînê, ku tu bingehek qanûnî, rewa û mirovahî tune ye, tê domandin. Daxwaz dike ku Îsraîl ji ber kiryara xwe ya tawankar di nav forumên navneteweyî de berpirsyar bê dîtin û di heman demê de ew kiryarên xwe yên bi Kurdan re û bi Rêber Ocalan re di bin navê ku Kurdên li dijî terorê û tundrewiyê şer kirine terorîst in û divê bên darizandin diparêze. Her wiha Rêber Ocalan xwediyê felsefeya biratiya gelan û aştiyê ye, terorîst e û divê bê tasfiyekirin.

Li gorî vê yekê, bi navê însiyatîfa gelêrî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li seranserê cîhanê, em soz didin ku em ê vê hemleya cîhanî ya ku ji bo bidestxistina azadiya Rêbertî ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd e, bi dawî bikin û em ê mezin bikin. Têkoşîna me, heta bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya li ser Rêber Ocalan. Û di hemû astan de ji bo eşkerekirina dualîtiya siyaseta dewleta Tirk a li hemberî Kurdan û bi giştî hemû gelên bindest û berdewamkirina cezayên bê bingehên qanûnî, li dijî Rêber Ocalan bi taybetî. Armanca wê ya nemirovane bê eşkere kirin, ku ew e ku wî ji dadgehkirineke navneteweyî ya adil li gorî prensîb û rêgezên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bêpar bike, piştî derbaskirina bîst û pênc salan di hucreya bitenê de, û derbasbûna nêzîkî sê salan, ji bi malbat û muwekîlên xwe re necivîne, an jî ji wî an derheqê wî de nûçe nestîne, da ku wî ji mafê hêviyê bêpar bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.