Rojnameya Ronahî

Jina kurd hebûna çand xwe parastiy e

Ronaz Silêman/Qamişlo

Jina kurd xwedî dewlemendiyek çandî ye, çanda dayika xwedand ji nifşek derbasî nifişkî din dikir û çanda xwe ji desthilatdariya baviksalariyê parast, hişt çand zindî bimîne.

Kurdistan yek ji wan qadan e ku xwedî dewlemendiyek çandî ye. Erdnîgariyek berfireh e ku ji bawerî, ol, çand û zaravayên cihê yên kurdî re malovaniyê dike. Yên ku di dem û dîrokên cuda de hişt ev çand zindî bimîne û bûn perçeyek ji vê dewlemendiya çandî jin e. Jin di dîrokên cuda de tev li raperînan û têkoşînan bûne. Lê têkoşîna wan herî zêde jî di qada çandî de li pêş bûye. Bi stran, çîrok, helbest, destan û heyranokan, êş, keder û serpêhatiyên xwe anîne ziman.

Çand li ser nirxên civakê hatiye avakirin

Li Kurdistanê parastina çand û ziman bi hêz bûye. Di her serdemê de jinê bi awayekê ev nirxên çandî li dora xwe civandiye, hay ji vê yekê bûye ku ev hafize ew ê veguheze çaxeke din û bi vê berpirsyariyê rabûye. Jin tevî nêzîkatiyên paşverû, pîvanên zilam, êrîşên dagirkerên welatê xwe, dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedan e, bi taybet di qada çandê de, bêguman ev hemû tiştên ku bi ked û hişê hevpar ê jinan pêk hatine, teşe girtiye; ev tişt berhem û hêmanên bingehîn ên çandê pêk anîn e. Di nav jiyana civakî de jin bi vê ferasetê nêz bûye, li dora civakê çanda heyî ya dewlemend hîn bi hestyarî honandiye û derbasî roja me ya îro kiriye. Ev yek bi taybetî ji bo civaka me ya kurd ku di her serdemê de rastî qirkirina çandî dihat, girîng bû. Ji ber ku çand nasnameya herî bi hêz a xwepênasekirina civakan e. Çand li ser nirxên civakê ava bûye, çand xwebûn e, nasnameya civakî ye ku bi kevneşopiya berxwedana jinê heya roja me ya îro hatiye parastin. Ger ev têkiliya xurt a dîrokî bê qutkirin, dibe ku mirov nikaribe dîsa bi vê rola xwe rabe û bibe dengê têkoşîn, êş, koçberî û lorînên gelê xwe.

Jin jiyanê bi rê ve dibe

Çanda dayîktiyê ku bingeha avakirina civakbûnê ye, tevî hemû êrîşên zîhniyeta baviksalariyê jî heta roja me ya îro hebûna xwe diparêze. Çanda dayîkê ew çanda ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Berovajî çanda baviksalariyê ye, di vê çandê de jin rêveberên. Di çanda dayîktiyê de tu maf nayê paşguhkirin, her kes xwedî erke û li gorî erka xwe tev digere û desthilatdarî tune ye. Lê çanda baviksalarî berovajî çanda dayîktiyê bi zext, talan, kuştin û hwd, hatiye avakirin. Mêr bi êrîş û talankeriyê çanda dayîktiyê têk bir û li ser çanda dayiktiyê çanda xwe danî û wê jî wekî rastî pêşkeşî civakê kir. Di feraseta baviksalariyê de jin tenê weke koletiyê lê dihat nerîn. Jin jiyanê bi rê ve dibin û civak li dora jinan teşe digire.

Derbarê rola jin di pêşketina çandê de Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a bakur û rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolax diyar kir ku heger mirov bixwaze çivakekê bide naskirin, destpêkê çanda wê civakê divê bê naskirin û wiha got: “Di pêşketina civakê rola çandê sereke ye. Jinê di dîrokê de û heta niha xwedî li çandê derketiye, yê ku parastina çandê jî kiriye jin e. Jin di milê kevneşopî, perwerdekirina zarokan, wekhevî di hundirê civak û malbatê de pêşeng e, li ser vê bingehê em dibêjin jin xwedî çand e. Em dixwazin bi girîngiyeke mezin, çandê di roja ya îro de zindî bikin û di nav civakê de belav bikin. Jina kurd çand ji nifşekî derbasî nefîkî din kiriye û nirxê çandê parastiye.”

‘Çanda dayika xwedawend zindî bikin’

Mizgîn Çolax di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di rewşa me ya niha de, tiştê ku em di bakur û rojilatê Sûriyê de jiyan dikin, di aliyê siyasî, diplomasî, civakî û şerê taybet de ku li ser herêmê me pêk tê, herwiha şerê taybet ku li ser jin û ciwanan pêk tê, armanc jê ku çand û civak tune bikin û  eyînî dîrok dûber bikin. Di dema îro de êdî dewletên dagirker bi şerekî nû weke şerê taybet ku li ser ciwanan dide  meşandin, dixwazin jin û ciwanan ji nirxên çandan wan dûrbixin. Herwiha dixwazin çandên cudayî yên derveyî exlaqê civaka me bidin avakirin. Ji bo pêşîgirtina li pişaftina çanda herêmê û ya gelê me, navendên çandî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê hatine vekirin. Beşek ji ciwanan berê xwe didin çandê û beşek jî hîna di bin bandora şerê taybet de ye, beşê ku bandoriya şerê taybet li wan hetiye kirin, perwerdeyên di aliyê çandî, hizirî û hunerî de dibînin. Em dixwazin bi riya hunerê çanda xwe di nava civakê de zindî bikin, bi taybet çand dayîka xwedawend ya ku ewqas sal hatiye windakirin zindî bikin.”

‘Bi riya navendên çandî, em xwedî li çanda xwe derkervin’

Mizgîn Çolax diyar kir ku navenda Hîlala Zêrîn parastina çandê ye û wiha got:”Di hundirê bakur û rojhilatê Sûriyê de Tevgerê Hîlala Zêrîn ji sala 2016`an ve hatiye avakirin, di 2016`an de konferans hatin li dar xistin û navend li kantonan hatin vekirin. Em dixwazin bi riya navendên çandî, xwedî li çand xwe derkevin. Di hundirê çandê de mijarên çandî yên cuda hene wek; Çandî, hemû beşên hunerî, muzîk, stran, şano, wêne û perwerdeyên muzîkê bi hemû awayê xwe, di hundirê navendê de hatine vekirin, bi taybet di milê jin de, destpêkê wek zehmetiyê ku dihatin derbaskirin ew bû ku mamosteyên jin tunebûn, bi demê re jin cihê xwe di nav de girt. Heger em xwedî li çanda xwe derkevin kes xwedî li çand me dernakeve, ne tenê gelê kurd hemû gelên ku di hundirê bakur û rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin, ev yek jî bi riya çalakiyên hunerî ku tên çêkirin em xwedî li çandê derdikevin.”

Pirojeyên Hîlala Zêrîn

Kordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a bakur û rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolax axaftina xwe wiha qedand: “Amadekariyên me wek Hîlala Zêrîn ji bo demê pêş, pêşengehekê wêne li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê bê çêkirin, di destpêkê de wê ji Dêrik heta Şehbayê hatiba çêkirin, lê ji ber rewşa heyî pilansazî hat guhertin, li ser asta sê kantona wê bê çêkirin, pêşengeh girêdayî şoreşa jin di hundirê Rojava de. Ya din jî amadekarî ji stiranekî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûna hemû hunermendên kantonê, ev stiran girêdayî civaka xwezayî ye, demê ku jin wekhevî di nav civakê de dimeşand, em dixwazin bi riya stiranekê dîrok civaka xwezayî veguherînin. Herwiha pirojê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî hene, ji ber niha dem dema azadiya Rêber Apo ye. Û di her kantonekê de jî şebihêrk bên çêkirin.”