Rojnameya Ronahî

Helbestvan û ramyarê Kured Cegerxwîn

Cegerxwîn di sala1903`an de li gundê Hesarê hatiye dinyayê, navê wî Şêxmûsê Hesen e, 11 bira û xwişkên wî hene, Birayê wî Xelîl û xwişka wî Asya tenê jiyan dikin Yên din çûne ser dilovaniyê Xwedê. Ew hê di salên zaroktiyê de dest bi kar kiriye, ew di 15-16 saliyê de dê û bavê xwe winda dike,  navê bavê wî Hesen e û  navê diya wî Eyşan e. Di salên 1918 û 1920’an de di riya hesinî de  kar dike. Di salên 1920 -1927`an de ew diçe Diyarbekir û li ber destê  şêx û melan  dest bi xwendinê dike. Di sala1924`an de Cegerwxîn dibe welatparêz.

Di sala 1927`an de ew vegeriya (Tilşihîrê) û bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û dû re li Amûdê bi cih dibe. Di 1928`an de Cegerxwîn dibe seyda û melatiyê dike. Ew bû melayê gundê Hazda Jorîn, paşî melatiyê berdide.

Di sala 1934`an de komeleya Ciwan kurd ava dikin, lê dagirkarên frensî komelê digirin, Di sala1946`an de Cegerxwîn dikeve Xoybûnê û têde kar dike. Piştre navê rêxistinê diguherînin, dikin Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê. Damizirînerê civatê Ehmed Nafiz e, Cegerwîn mala xwe ji gund dibe bajarê Qamişlo.

Di navbera salên 1948 û 1957`an de ew dibe komûnîst û endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Di sala 1949`an de ew cara pêşîn tê girtin. Di sala 1950`î de ew dikeve Civata Aştîxwazên Sûriya yê  û bi wan re kar dike. Di sala 1957`an de Cegerxwîn ji Partiya Komûnîst dûr dikeve û rêxistina Azadî avadike.Piştî rêxistina Azadî bi Partiya Demokrat a Kurdî dibin yek.

Di salên 1959-1962` an de partî wî dişîne Başûrê Kurdistanê, li Bexdayê di zanîngehan de hînî kurdî dibe. Ew sê salan li wir dimîne.  Di sala 1962`an de ew vedigere Rojavayê Kurdistanê û dîsa tê girtin.

Di sala1963`yê de tê girtin û dikeve girtîgeha Mezê ya Şamê. Piştî demek nedirêj tê berdan û vedigere Qamişlo. Di sala1967`an de Cegerwîn bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûriyê.

Di navbera salên 1973 û 1975`an de ew ji ber stemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe yên bi navê “Kî me ez?” û ya “Salar û Mîdya” çap dike. Di salên 1976 û 1979`an de ew vedigere Sûriyê û heta sala 1979`an li wir dimîne.

Di sala 1979`an de Cegerxwîn diçe welatê Swêdê û di 22’ê Çiriya pêşîn di sala 1984`an li Swêdê diçe ser dilovaniya xwedê û  li Qamişlo hate veşartin.

Berhemên wî:

Helbest

Dîwana yekem: Agir û birûsk di sala 1945`an de, Şam.

Dîwana duyem: Sewra Azadî di sala 1954`an de, Şam.

Dîwana sêyem: Kî me ez?  di sala 1973`an de, Beyrûd.

Dîwana çarem: Ronak di sala 1980`an de, Stockholm.

Dîwana pêncem: Zend-Avista di sala 1981`ê de, Stockholm.

Dîwana şeşem: Sefaq di sala 1982`yê de, Stockholm.

Dîwana heftem: Hêvî di sala 1993`yê de, Stockholm.

Dîwana heştem: Aştî di sala 1985`an de, Stockholm.

Ziman û ferheng

Destûra Zimanê kurdî, 1961, Bexda

Ferheng, perçê yekem, 1962, Bexda

Ferheng, perçê diwem, 1962, Bexda