Rojnameya Ronahî

Parêzerên Efrînê: li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk divê cîhan bêdeng nemîne.

Dagirkeriya Tirk bi armanca qirkirina gelê kurd êrîşên dijmirovî li dijîherêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîn e. Yekîtiya Parêzeran ya Efrîn û Şehbayê tekez kirin ku dewleta Tirk tevahiya zagonên navneteweyî bin pê dike.

Zana Roj/ Şehba

Dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka avakirina Rêveberiyta Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rojane ev herêm kiriye navenda hovîtî û armanca xwe, di serî de hewil da ku terora DAÎŞ ê li herêmê bi cih bike, her wiha bajarê Efrînê Dagir kir, piştî wê Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kir. hovîtiya dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd û bi taybet di herêmên Rêveberiya Xweser de di vir de nesekinîn. Faşîzma Tirkiyê bi rêxistin kirina şaneyên DAÎŞ di nava gel de heyanî vê kêliyê didome. Bi van polîtîkeyan dixwaze destkeftiyên herêmê, pirojeya Netewa Demokratîk her wiha ewlehiya herêmê talan bike. li hermber van siyasetan têkoşîneke pir alî ji aliyê gel û hêzên herêmê ve hat meşandin. Bi vê yekê tavahî siyaset û pilanên dagirkeriyê vala derxistin. Ji dîroka 5 ê Cotmehê de faşîzma Tirkiyê careke din bi hovîtî êrîşên xwe li ser tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giranî dest pê kirine. Li seranserî sînor ji Şehba heyanî Dêrîkê êrîşên hawayî û bejayî hatine dest pê kirin, her wiha hedefgirtina sivîlan jî kiriye armanc. Li hember vê pêvajoyê tavahî gelên herêmê rabûne ser piyan û van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Têkildarî vê yekê Parêzerên herêma Efrînê Roşîn Hido û Cibraîl Mistefa nêrînên xwe ji rojnameya me re anîn ziman.

“Dagirkeriya Tirkiyê hîn di xeyalên xwe de jiyan dike”

Parêzer Roşîn di destpêkê de anî ziman ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê berdewam kirina pilanên qirkirina gelê Kurd e û wiha got: “dagirkeriya Tirkiyê bi destpêkirina van êrîşan re dixwaze pilan û xeyalên xwe yên sed salî yê qirkirina gelê Kurd û pêkanîna xeyalên Osmaniya ye. Bi taybet di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û bi pêkanîna pirojeya Netewa Demokratîk di nava pêkhateyên herêmê de. ev bû weke derbeyekî dîrokî ji dewleta Tirkiyê re. ji ber vê yekê rojane dagirkeriya Tirkiyê (Erdoxan) di nava xeyalên xwe yên ji bo hilweşandina vê pirojeyê de jiyan dike. Ji ber ev piroje di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bû sedema pêkneanîna Mîsaqa Milî di Sûriyê de ev yek jî hêrsa Tirkiyê bêhtir kir. Ji ber van sedeman dîsa careke din pilan û êrîşên xwe li ser herêmê bi giranî dest pê kiriye”.

Binesaziya herêmê tê hedefgirtin

Roşîn diyar kir ku di van êrîşên dawiyê de avahiyên bingehîn yên herêmê  hedef digire û wiha domand: “Di êrîşên ku di 5 ê Cotmeha vê heyvê de da ye dest pê kirin. tavahî cureyên teknîk, çekên qedexekirî û hedefgirtina binasaziya herêmê û medeniyan pêk tîne. Ji destpêka êrîşan de, binasaziya herêmê weke nexwaşxane, firinên nan, bîrên petrolê, stasyona elektrîkê, kargehên herêmê û her wiha hedefgirtina sivîlan di nava bajaran de xistiye armancên xwe. Bi van hedefgirtinan di asta yekemîn de faşîzma Tirkiyê dixwaze tevliheviyê di nav gel û herêmê de bide avakirin û rê li ber koçberî û talankirinê veke. Lê heya niha em dibînin ku gelên herêmê bi tavahî pêkhateyên xwe di asta herî jor de li ber xwe didin”.

“Tikiyê di êrîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zagonên navnetewî derbas kirine

Her wiha parêzer Cibraîl di axaftina xwe de anî ziman ku êrîşên ku tên kirin tavahî zagonên navnetewî yên gitştî derbas dike û wiha got: “Di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêdetirî 6 Milyon kes ji hemû pêkhateyan jiyan dike. Hedefgirtina herêmeke ewqas hemwelatî tê de jiyan dikin, bê guman muxalîfe û jiyana 6 milyon însan tevî zarokan dike xeteriyê. Di aliyê din li gorî zagonên navnetewî yên giştî bi taybet zagona mirovî ya navnetewî û Birotokola yekemîn ya Cinêvê yê ku bi awayekî tememî qedexeye ku binasaziya tu herêm yan dewletan bê hedefgirtin. Rûxmî ku ev yek tavahî zagonên ku me anîne ziman derbas dike, lê belê faşîzma Tirkiyê bi awayekî sîstemî van êrîşan pêk tîne. Ev yek jî hat tekez kirin dema serok wezîrê derve yê Tirkiyê Hekan Fîdan di daxuyaniya ku di 4 ê Cotmehê de da bû ragihandin”.

“Li hember qirkirina Gelê Kurd divê em bibin yek enî”

Cibraîl destnîşan kir ku divê gelên herêmê bi tavahî pêkhateyên xwe û gelê Kurd li hember van êrîşan bê deng nemînin û bibin yek cebhe û wiha domand: “Di pêvajoya nû de dagirkeriya Tikiyê stratejiyeke nû daye pêşiya xwe, ew jî hedefgirtina sivîlan û hêzên leşkerî, her wiha binasaziya herêmê. li hember vê pêvajoyê di asta yekemîn de divê gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe bibin yek enî û di asta herî jor de têkoşînê bidin meşandin. gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê divê xwe ji van êrîşan qut nebînin, ji ber armanca van êrîşan qirkirina gelê Kurd e”.

“Divê Kowalisyona Navnetewî xwedî helwesteke cidî be”

Cibraîl di dawiya axftina xwe de ev anî ziman :”Em banga Kowalîsyona Navnetewî dikin ku li hember pêvajoyê û sûcên şer yên ku dagirkeriya Tikiyê pêk tîne xwedî helwesteke cidî be. Dewleta Tirk bi destek dayîna ji hêzên terorist re, îsbat kir ku aliyekî resmî yê mezinkirin û piştgirtina terorê ye. Bi vê yekê careke din terore DAÎŞ ê tê bi rêxistin kirin  û mezin kirin, ev yek jî xeterî li ser tavahî ewlehiya cîhanê dike. Li ser vî esasî û li gor zagonên navnetewî divê pêşî li siyaseta dagirkeriya Tirkiyê bê kirin”