Rojnameya Ronahî

‘Ji ber êrîşên dagirkeriyê jêderên enerjî û elektirîkê ji kar derketin’

Reşo Mihemed/Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir armanc, Rêveberê Nivîsgeha Enerjiyê Ziyad Rustim da zanîn ku ji ber êrîşan jêderên bingehîn yên elektrîk û enrjiyê ziyanên mezin dîtine û çaksazkirina wan jî gelekî zehmet e.

‏Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di raporekê de ziyanên ku ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketine eşkere kir.  Di rapora wê de hat eşkerekirin ku stasyona Siweydiyê ku hemû stasyonên Cizîrê dabîn dike, hat ruxandin. Ev sitasiyona navendî ye û elektrîkê dide hemû rawestgehên avê, aşxane, navendên tenduristiyê û xizmetguzariyê  yên herêma Cizîrê ye.

Sitasiyon û rawestgehên ku hatin armancgirtin jî ev in:

Rawistgeha Tirbespiyê ya ku hemû gundewarên navçeya Tirbespiyê dabîn dike, hat armancgirtin. Di encamê de 75 hezar kes ji elektrîkê bêpar man.

Sitasiyona Bendava Rojava ya li Hesekê hat armancgirtin. Di encamê de 2 hezar kes ji elektrîkê bêpar man.

Sitasiyona bakurê Qamişlo jî hat armancgirtin. Di encamê de 2 hezar û 500 kes ji elektrîkê bêpar man.

Sitasiyona Amûdê ya ku navçeya Amûdê û gundewarê wê dabîn dike hat armancgirtin. Di encamê de jî 100 hezar kes ji elektrîkê bêpar man.

‏Di encama bombebarana dagirkeriya Tirk de stasyona şîrketa Rimêlan a berhemanînê, turbîna duyemîn û trafoyên sereke bi temamî hat ruxandin û têlên 1200 metre  jî şewitîn.

Stasyona Dirbêsiyê jî, ji xizmetê hate derxistin, ev yek jî ji ber ku bi stasyona Amûdê girêdayî ye. Bi vî rengî stasyona avê ya Elokê ji xizmetê derket. Wekî têzanîn şêniyên Hesekê xwe ji stadyona Elokê ya avê werdigirin.

‏Di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker de stasyonên hevpar ên xizmetkirina neft û elektrîkê li bakurê Terbesbiya û Çilaxa hatin rûxandin û nêzî 100 gundan jî bê elektrîk man.

Girêdayî van êrîşan û ziyana ku gihaştiye sitasiyon û rawestgehên elektrîkê rêveberê Nivîsgeha Enerjiyê a  bakur û rojhilatê Sûriyê, Ziyad Rustim ji rojnameya me re axivî.

 ‘Jêderên bingehîn yên elektrîk û enrjiyê ji kar derketin’

Ziyad Rustum da zanîn ku jêderên bingehîn yên enerjî û elektrîka herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê  ji xizmetê derketine û ev yek bandorê li cihên xizmetguzarî dike û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker di serî de binesaziya vê herêmê kir armanca xwe ya sereke û hîna jî ev êrîş berdewam in. Destpêkê dagirkeriya Tirk sitasiyona elektirîkê ya Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Eyn Îsa û Kobanê bombebaran kir. Herwiha stasyona herî girîng ya Siwêdîkî jî bû armanca êrîşên dagirkeriyê. Ev stasiyon ya sereke bû û elektrîk ji wê diçû sitasiyonên din.  Vê yekê jî bandor li nexweşxane, aşên genim, firneyên nan,sitasiyonên avê û hwd yên herêma Cizîrê û herêmên din kir. Bi sedema van êrîşan û tunebûna elektirîkê êdî ne di xizmetê de ne. Dewleta Tirk a dagirker sûcên şer di derheqê gel û Rêveberiya Xweser de dike. Ev yek jî ji ber ku dewleta Tirk  hertim dixwaze pirsgirêkan li dewletên hawîrdorê xwe çêbike. ”

‘Çaksazkirina sitasiyonan gelekî zehmet e’

Rêveberiyê Nivîsgeha Enerjiyê a  bakur û rojihilatê Sûriyê, Ziyad Rustim, destnîşan kir ku çaksazkirina sitasiyonên elektirîkê yên ku bi sedema êrîşên dagirkeriya Tirk hatine ruxandin, gelekî zehmet e û wê zêdeyî 1 melyon dolar li wan here û wiha qedand :”Di encama êrîşên ku li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de hatin pêkanîn, gelek ziyan gihaştin sitasiyonên elektrîkê. Ev sitsiyon jî ji bo gelên bakur û rojhilatê Sûriyê jêdera dayîna elektirîkê ye. Herwiha çaksazkirina van sitasiyonan gelekî ji bo me zehmet e, ji ber ku kampaniyên cîhanî yên çêkirina wan, bi me re ne alîkar e. Di heman demê de dorpêça li ser herêma me jî astengiyan ji bo vê yekê çêdike. “