Rojnameya Ronahî

Ancax şoreşgeriya Netewa Demokratîk Be..

Fener…

Idrîs Henan

Mirov di aliyê xwe yê manewî de zêde dijî û bi rewşa tekaneya hebûnê re bûye yek zindî. Her tiştî jî li gorî mutleqbûna ruhî teşe lê bar dike. Lew re; diyardeyên cuda yên vê hebûnê jî, dunyaya heyî diteyisîne. Taybet insanên li Rojhilata Navîn di hundirê xwe de cewherê ruhî dihewînin û bi rêya lêgerînên ruhî û ayîndariyê têkilî û jiyana xwe ava dikin. Ji ber vê jî mirov têdigihêje ka çima netew dewlet û sosyalîzm li vê herêmê bi ser neketin. Di heman demê de mirov fêm dike çawa tevgerên olî weke altirnatîf derketine dika siyaseta li herêmê.

Mirovan li Rojhilata Navîn nikarîn bê ol jiyan bikin. Ji xwe Rêber Apo vê yekê di parêznameyên xwe de isbat dike ku mirov nikare li Rohilata Navîn bê aliyê ruhî jiyan bike. Ev jî taybetmendiya miorv e. Ji ber vê jî çi tewriyên hewl dane li şûna olê dagirin, bi binketine. Ji xwe desthilatdariyên herêmî bi rêya nasnameya olî ideolojiya xwe ava dikin û di bin alayên xweda û pêxemberan, şerê li dijî olên dîtir de, sempatiya gel qezenc dikin û desthilatdariya xwe mayînde dikin. Yanê hinek nirxan li olê bar dikin û dibin desthilatdar. Angor olê diçewisînin û weke navgîneke ji bo bigihêjin desthilatdariyê bikar tînin.

Navenda hegemon dualîteya ol – desthilatdarî baş xwend û di oxira serweriya xwe de baş çewisand. Lewre jî me dît ji bona hevrikiya xwe ya navendîbûna hegemoniyê çawa ew tevgerên olî bi siyasetê re kirin yek û kirin desthilatdar. Ev tablo li tevayî herêma Rohilata Navîn derbasdar e. desthilatdariyên AKP û Netinyaho mînakên wê yên beloq in. Lewre ti cudahiya herdû sîsteman nîne.

Ji bona ku mirov naverok û cewherê van herdû sîstemên mînak ku qonaxa faşîzmê dijîn, nas bike, bila pir dûr neçe. Tenê nêrînek li dîroka nêzîk têrê dike ku mirov têbigihêje rastiya wan. Realîteya heyî, encamên li ser erdê û yekbûna siyaset û armancên herdû aliyan, bi şiklê hov ê êrîşên herdû aliyan re diyar dibin. Tirkiyê li Kurdistanê qir dike, dikuje, talan dike, koçber dike û komkujiyan pêk tîne. Dewleta Îsaraîl jî li Filistînê heman tiştî dike. Hewl didin gelên bindest ji dunayayê qut bikin û çi eserên wan hebin tune bikin. Ji xwe bê şerim in jî. Herdû jî; Erdogan û Netinyaho, dibêjin ku ew ê tune bikin. Ango, ew ê Kurdan tune bike û yê dîtir jî wê Filistîniyan tune bike. Wê yekê jî dikin. Komkujiyên li Filistînê û Rojava tên kirin wê yek bi zelalî rave dikin. Bêguman xwînmijên weke Erdogan û Netinyaho ti nûnertiya gelên Tirk û Cihû nakin.

Ya ji bo me girîng ew e ku em zanibin herdû jî derçûyê heman dibistana netewperest – olperest in. Çendîn li ser ekranan bibêjin “Ez bi Kurdan re me, Ez bi Filistîniyan re me” derewan dikin û tenê sloganên dîmagojîk in ku hewl didin desthilatdariya xwe biparêzin.

Çawa li jor jî me gotiye ku Rojhilata Navîn herêmeke wisa ye ku mirov nikar bê aliyê xwe yê manewî tê de jiyan bike, cografyaya wê jî landika qedîm a gelan û baweriyan e. Ti rêbazên biyanî yên jiyankirinê qebûl nake. Her tim gelên li wê herêm û baweriyên wan bi hev re, bi wekhevî, jiyan kirine. Lew re jî çarenûsa wan yek e. Ancax bi bilindkirina têkoşîna hevbeş a gelan, li ser bingehên azadî û demokrasiyê, geşkirina berxwedana hesabxwestinê, bi şoreşgeriya Netewa Demokratîk faşîzm, zilm û zordarî têk biçin.