Zozan Cızîrî
Her serdemek leheng û mêrxasên xwe yên bûne destan, bûne navnîşana demê hene. Ev destan her tim bi kevneşopiya li dû xwe hiştine tên bîranîn, wekî ruhê demê her kêliyê nûjen dibin. Belê dem jî hafizeyeke xwe heye û her tim di rastiya van destanan de mirov bi hebûna wê dihese. Û Cotmeh, meha Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û Bêrîtanbûnê. Bêrîtana ku li hemberî sîstema pênc hezar salî ya desthilatdariya zilam, li hemberî bindestiya jin bi hêz û îradeya xwe ya azad serî rakirî û bi zanista jin a dîrokî roja 25’ê Cotmeha 1992’yê hemû paşverûtî û xiyanet di zinaran de werkirî…
Ji destpêka sazbûna sîstema desthilat û dewletê heya roja îro her ku di navbera du hêzên dewletdar de şerek diqewime, tim du dîmen derdikevin pêş; zilamê şerker û qehreman, jina belengaz a çavşil, destê xwe dayî ber asman û bêçare dike hawar hawar. Jixwe hejmara destdirêjî, revandin û qetilkirina jinan tu caran rast nayê dayîn. Di vê sedsala 21. de jî ku dilxwede behsa çaxê pêşketin û çûyîna ser pişta heyvê dikin, rojane bûyer û trajediyên wisa dubare dibin.
Di nava vê trajediya cîhanî de Rêber Apo di kesayeta Bêrîtan û Zîlanan de wekî riyek nû deriyê çareseriyê li tevahî jinan vekir. Eşkere kir ku, çarenûsa jin tenê girî, hawar û qêrîn, kuştin û destdirêjî nîn e. Ji bo wê gava em dikevin 30 saliya rastiya jin a Bêrîtanî, ev heqîqet bêhtir mirov dixe nava lêhûrbûn û lêpirsînê. Ma bes nîn e jin ev çend di bin potînên leşkerên vê sîstema sermayedar û xwînmij de diperçiqin? Madem berdêla herî giran a van şerên desthilatdaran herî zêde dayîk-jin didin, çima êdî jin di rêya Bêrîtan de xwe nekin yek û helwestek dijber a çareseriya bi rengê jin ferz nekin? Rûmeta jin li gel Bêrîtan e, azadiya jin û civakê li gel Bêrîtan e, serbestî û xweşiya jiyanê jî li gel Bêrîtan e. Bêrîtan bangek e ji bo her jin û ferdeke civakê, ew banga “Jiyana bi azadî nebe, qet ne jiyan e!” Û jiyana her kêliyê gefa şerên xwînrij li ser, di bin tirs û koçberiyê de çima mirov qîma xwe pê bîne! Ji bo vê yek car pêwîst e ku, hemû jin tevî civaka xwe bi hev re biherikin meydanan û dawî li vê sîstema diz û celadên serdemê bînin.
Ji bo wê îro roj hatiye em wekî Bêrîtan vê carê ne tenê wan desthilatdar û xayînan li zinaran wer bikin, divê em zinaran bi ser wan de hilweşînin ji bo jiyan û cîhanek xweş, azad ku zarokên îro êdî bi xweşî û serbest rabin. Ji ber Bêrîtanan di vê Sedsala 21. de deriyê azadî û aramiyê heta dawî li me vekirine.