Rojnameya Ronahî

jinên afrîner

Deriya Çiya/Qamişlo

Dema mirov bi awayekî berfireh li dîroka mirovahiyê binêre, wê berhem û rastiya jinên avaker bibîne. Jinên ku ji destpêka jiyanê ve rihê jiyanbûnê di nav civakê de avakirine, heger em ji civaka xwezayî heya roja me ya îro bigirin dest em ê bibînin ku her tişt bi destê dayika afrîner hatiye avakirin. Lê ev hemû afrînerî jî ji aliyê mêrên serdest ve hatiye talan kirin. Gelek jinên berhemdar hene ku bi raman û dahênanên xwe yên nûjen bandor li cîhanê kirine. Dive bê zanîn ku jinan di hemû warên zanistî, teknolojî, civakî, çandî û nûjeniyê de kedên giranbuha di seranserî dîroka hemdem de dane û tekez kirine ku ew dahênerên bingehînin. Ji ber vê yekê me 11 afrandinên jin yên ku bêyî wan jiyana me ya nûjen nedihat meşandin. Li vir afrînerî û keşfên herî girîng ên ku jinan pêş xistine û di pêşketina mirovahiya nûjen de beşdar bûne ev in:

1- Girîs Hopir

Girîs Hopir,”Dayika Komputeran.” Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Hopper li zanîngeha Harvardê ji bo pêşxistina IBM Harvard Mark kar dikir, yekem komputera bazirganî li cîhanê derxist. Herweha roleke wê ya pir çalak di xuyakirina zimanê bernamesaziyê û danîna bingehên wê de hebû. Hopir zêdetirî 50 lêkolîn li ser Înformatîk weşandin. Ew di sala 1986 an de dema ku ew 80 salî bû, teqa’id bû û di sala 1992’an de wefat kir, xelkê wê demê jê re digotin “dayika komputeran.”

2- Stîvanî kolîk

stîvanî lêkolînerek kîmyewî ye, madeya (Kevlar) keşf kir, ku pênc qat ji Fûlaz bihêztir e. Vedîtina wê bû sedem ku ew di sala 1966’an de mertalan ji bo parestina şervanan çêke. Vê dahênana stîvinî bi mîlyonan şervanên ewlehiyê li çaraliyê cîhanê xilas kirin.

Madeya ku Stîvanî keşif kir paşê di gelek pîşesaziyan de hate bikar anîn, wek kabloyên pira daleqandî û alavên konan.

 3-Elîs Parker

Parker yekem dahênera Amerîkî bû. Wê di sala 1919’an de ji bo ku dawî li bikaranîna dar û komirê di malan de bîne, alavên germkirinê afrand, ya ku îro wekî pergala germkirina navendî tê zanîn.

 4-Margirêt Nayit

Margirêt  xuliqkariyek  ji bo amûrekê stend ku binê çenteyên kaxezê wekî ku em îro pê dizanin, xêz dike, ev yek bû sedema karanîna berfireh a kîsikên kaxezî di dema ku kîsikên plastîk tune bûn. Ya ku dahênana wê ber bi cîhana firotanê ve kir. Margirêt beriya mirina xwe zêdetir 26 xelat wergirt.

 5- Formula rakirina şaştiyên çapkirinê

Pat, ku karsazeke ​​Amerîkî bû û pispora reklam û çapê bû, di metbexa mala xwe de dest bi ceribandina formula jiholêrakirina tîpan kir, heya ku wê formula rast piştî sala 1958’an de dît. Di sala 1979’an de Pat dest bi firotina berhema xwe kir.

 6- Mary Andson, Paqişkirina camên otomobîlan

Di sala 1900’an de dema ku baran û berf dibariya, ajokar her çend metre carekê disekinîn da ku camên otomobîla xwe paqij bikin. Di sala 1903’an de, Mary Andson ev pirsgirêk çareser kir dema ku wê paqijkere otombîlan îcad kir. Mirov di destpêkê de ji îcada Meryemê guman dikirin, difikirîn ku paqijker dê bala şofêr bikişîne, lê bi demê re ev afrînerî bi bandor derket, ji ber ku îro tu otomobîl ji wê bêpar nemaye.

7- Sîstema pêwendiya “Wi-Fi”, Haydî Lamar

Haydî Lamar lîstikvana Otrîşî-Amerîkî ye ku wêneya wê ji aliyê kovara “Time” ve di nîvê salên pêncî de bi sernavê “Jina herî bedew li cîhanê” li ser bergê wê hatiye danîn. Sê welatên: Avusturya, Almanya, û Swîsre rojbûna wê wekî “Roja Dahêner” pîroz dikirin ji bo rêzgirtina wê û destkeftiyên wê yên zanistî, bêyî wê tiştek wekî “Blotos”, “Wi-Fi” wê nebe. Digel ku di dema xwe de lîstikvanek navdar bû, Haydî zanyar û lêkolînerek bû, pergalek ragihandinê pêşxist ku Amerîka weke çekek veşartî dihesiband ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de alîkariya wan kir. Piştî bidawîbûna şer, teknolojiya Haydî berdewam kir da ku bibe bingeha geşbûna pêwendiya nûjen, wek têlefonên desta, Wi-Fi, GPS, û pergalên ragihandinê.

8- Pêşxistina lêzerê ji bo emeliyata çav, Patrîsa Bath

Doktora yekem a bi eslê xwe Afrîqî ku di sala 1988’an di warê bijîjkî de patent tomar kir. Patrîsa beşdarî amûra lêzeriya bijîjkî ji bo neştergeriyê prosedûra herî rast bû.

 9-Zanîngeha Al-Qarawî, Mereyem û Fatimaal Alfehrî

Zanîngeh ne daneyeke lê ew ramaneke ku gelek beşdarî belgekirin û hînkirina zanistê bû, Damezirandina zanîngehê ramaneke jinan bû ku di sala 877’an de wek yekemîn zanîngeh di dîrokê de ji aliyê Mereyem û Fatimaal Alfehrî ve hat damezrandin.

 10-Marî Korî(1867-1934)

Marî fîzîknas û kîmiya zana Polanî ye, ku  ji pêkhateyên uraniyomê tewriya tîrêjê pêşxist û têgeha “Radiyakitîvîtiyê” derxist. Ew jina yekemîn bû ku xwendî û li zanîngeha parîsê mamostetî kirî. Di sala 1911’an de Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirt piştî ku hêmanên poloniyum û radyûm di sala 1898’an de keşif kir. Van vedîtinan bandorek mezin di warê bijîşkiyê de kir, ji ber ku radyûm rê da pêşkeftina tîrêjên X-ê, ku alîkariya bijîjkan ji bo naskirin û dîtina şikestinên hestî û nexweşiyên giran yên di organên hundir de kir.

11-Pergala Ewlekariya Malê, Mary Van Brittan Brown

Mary Van Brittan Brown xebatikareke tendrustiyê bû, ew pir caran li mala xwe bi tenê dima. Ji ber vê yekê ew herdem dihizirî ji bo ku mala xwe ewletir bike.  Mary tevî mêrê xwe Albert, yekem pergala ewlehiya malê wekî bersivek li hember zêdebûna rêjeyên sûc û performansa xirab a polîsan di salên 1960’î de bi pêş xist. Pergala ku Mary Van Brittan Brown afirand hinekî tevlihev bû, ji ber ku ew kamerayek motorîzekirî ya ku wê li dora deriyê xwe yê pêşiyê rakir û daxist da ku hebûna kesê ku hewl bide têkeve hundurê malê de destnîşan bike.