Rojnameya Ronahî

Çalakiya konvedanê di roja 5`an de dewam dike

Ronaz Silêman/ Qamişlo

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Qamişlo di roja 5′yan de bi beşdariya Meclisa Bajarê Tilhemîs, Desteya Perwerdeyê, Rêveberiya Sotemeniyê, sazî û meclisên sivîl ên bajarê Qmaişlo dewam dike.

Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmehê de Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ destpê kir. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.

Ji bo piştgirya bi pêngavê re, di 17`ê Cotmehê de, bi pêşengiya  Meclisa Malbatê Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokaratîk (PYD) û Kongra Star, çalakiya konvedanê li pêş avahiya NY′yê ya bajarê Qamişlo hat li darxistin û heta 23`ê Cotmehê  wê dewam bike.

Di roja 5’an ya çalakiya konvedanê ya bajarê Qamişlo de, bi sedan xelkê bajarê Tilhemîs, Rêveberên Sotemeniyê, Desteya Perwerdê, Mamoste, nûnerên ji saziyên Rêveberiyê yên Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn. Di destpêka roja 5’an ya çalakiyê de, kesên beşdar deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê Şehîdan rawestiyan, piştre li ser navê başdaran wî axaftin werin kirin.

Derbarê çalakiyên Konvedanê de endama Komîta amedkar Mîdiya Mihemed El Heyawî diyar kir ku çalakiya kovedanê ya li bajarê Qamişlo di roja xwe ya 5`emîn de, bi coşeke mezin dewam dike û wiha got: “Ji bo piştgiriya pêngava  ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ tevahî pêkhateyên kantona Qamişlo beşadrî konê çalakiyê dibin, herwiha nameya ji çalakiya kovedanê li pêşiya Netewên Yekbûyî, ew e ku em dengê xwe bighînin tevahiya cîhanê da ku cîhan bi erkê xwe yê exlaqî rabe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe. Di roja 5’an ya çalakiyê de wê daxuyanî û sînevisyon derbarê kompiloya li ser Rêber Apo bê nîşandan. Piştî ku çalakiya kovedanê li bajarê Qamişlo di 23’ê mehê de bi dawî bibe, wê daxuyaniyek li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo bê dayîn.”