Rojnameya Ronahî

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bêlancoya êrîşên dagirkeriya Tirk yên dawî eşkere kir

Birûc Resûl/Qamişlo

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, bi daxuyaniyekê bêlançoya êrêşên dewleta Tirk a dagirker yên dawî yê li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkere kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi erkê xwe rabin.

Desteya Têkiliyên Derva ya Reveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê derbarê  bêlançoya êrîşên dagirkeriya Tirk yên dawî yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hat gişandin ser zerarên mezin yên ku gihiştin binesaziya herêmê û wiha hat gotin: ” Em ji rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên têkildar re radigihandin ku weke encama dawî ya êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên bakur û rojhilatê Suriyê ku zerareke mezin gihandiye binesaziya herêmê. (Zêdetirî 5 milyon welatî di encama armanckirina statoynên betrolê de ji xizmetguzariyên gaz û sotemeniyê pê par mane. Dagirkeriya Tirk  17 cih û navendên sotemeniyê ku  stasyona girîng ya Suweydiyê jî di nava wan de kir hedef. Herwiha gelek  cihên din li gundewarên Tarbesbiya, Çilaxa, û Dirkê jî kir armanc. Li herêmên Hesekê, Amûdê, Rmêlan, Terbesbiyê, Qamişlo, Dirbêsiyê û hemû gundewarên wan 11 sitasiyonên elektrkê hatin hedefgirtin û zêdetirî 2 milyon kes ji elektirîkê bê par man. 2 depoyên avê hatin topabarankirin, di encamê de 18 stasyonên li herêma Cizîrê hatin rawestandin. Herwiha di encamam hedefgirtina stasyonên elektirîkê  Stasiyona Elûk ya ku avê dide Hesekê û Til Temir ji xizmetê derket. Li herêma Cizîrê û Kobanê 2 nexweşxane bi temamî ji xizmetê derketin. Dibistanên perwerdê û xwendinê yên li bakur û rojhilatê Suriyê hatin rawistandin, bi hezaran xwendekar ji xwendin û perwerdeyan hatin qutkirin, her wiha ji ber armanckirina 48 dibistanan, bi hezaran xwendekar nekarîn xwendina xwe berdewam bikin.  Di encamê van êerişan de 2 zarok şehîd bûn û keçeke din jî birîndar bû û lingên xwe winde kir. Li  Cezîrê û Kobanê 3 navendên pîşesazî ji kar hatin derxistin.  Akademiya perwerdekirina hêzên ewlekariya hundirîn yên li dijî madeyên hişber, li bajarê Rimêlan bi temamî hat rûxandin. Hejmara  navendên elektrîk, petrol û perwerdeyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin, gihişt 104’an ku di nav de wêranbûn, xerakirin û ji xizmetê derketine. Herwiha 580 êrişên hewayî û bejayî ji Dêrikê heta Şehbayê hatin pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat eşkerkirin ku dagirkeriya Tirk di êrişên xwe de sivîl, zarok, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî kirine armanc û di encamê de  44 kes şehîd bûn, her wiha  55 kes jî birîndar bûn.  ji wan jî 29 şehîd yên hêzên li dijî madeyên hişbir yên girêdayê Hêzên Ewlekiariya Hundirîn in.

Daxuyanî wiha hat dewamkirin: “Dewleta Tirk êrişên xwe yên rojane li ser herêmên bakur û rojhilatê Suriyê didomîne. Ev sûc neyên qebûlkirin, ji ber vê yekê her tiştê ku bibe sedema tundûtûjî û kuştina mirovan, em bi tundî şermezar dikin. Herwiha em armancgirtin nexweşxaniya li Xezayê ku di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, şermezar dikin. Divê her kes hewl bide ku rê li ber geşbûna tundûtûjiyê bigire û hemû pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike”.

Desteya Têkiliyên Derva ya Reveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan û yên têkildar kir ku erkê xwe rabin û alîkariyê bikin da ku aramî li herêmê mayinde bibe. Herwiha ji vegerandina  îstiqrarê li herêmê pîwîstî bi alîkarityê heye.”