Rojnameya Ronahî

‘Berxwedana gelan planên dijmin têk bir’

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Mustefa Ebdo diyar kir ku  êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi êrêkirina hêzên navneteweyî yên pêk tê û got, berxwedan û têkoşaîna gelan planên dagirkeriya Tirk têk birin.

Di rojên dawî de, dewleta Tirk êrîșên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir kiriye, di wan êrișan de gund, dibistan, xelkên sivîl, jin, zarokan jî dike hedef. Bi salane dewleta Tirk bi armanca dagirkeriya heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk tîne. Dewleta Tirk dixwaze pirojeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşê tunê bike. Ev êrîș heman demê siyasetên dagirkeriyê yên yê qirkirinê ku li hemberî gelên heremê dide meşandin, eşkere dike. Bi salvegera dagirkerina Serêkaniyê û Girê Spî re dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Di encama êrîşan de binesaziya herêmê jî dike hedef. Armanca sereke ji êrîşên dewleta tirk a dagirker tunekirina aboriya herêmê û koçberkirina gelên wê ye, li hemberî wê  jî berxwedana gelan gihiştiye lûtkeyê.

Derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê  Mustefa Ebdo ji rojnama me re axivî.

‘Dewleta tirk a dagirker qirkerê gelan e’

Mustefa Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser xwînan gelan hatiye avakirin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bê navber şer û êrîşan li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dimeşîne, ji 4`ê Cotmehê ve, dagikerî bi rengekî dijwar û hovane êrîşî herêm û binesaziya herêmê dike. Dewleta Tirk a dagirker hebûna gelên resen qebûl nake. Dema ku dewleta Tirk a dagirker dibînê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kurd destkeftiyên mezin bidest xistin, gelên herêmê bi pirojeya Rêveberiya Xweser jiyanek komînal bi hev re jiyan dikin, ji ber vê sedemê li dijî gelên herêmê û bi taybet gelê kurd êrîşan pêk tîne. Dewleta tirk a dagirker mafê gelan ji gelan dibe û cîhan li hemberî wê çavên xwe digirin. Em nikar van bûyerê ku niha çêdibin; êrîşa Humis, şerê li Filistîn û Idlibê wan ji hev dûr bixînin, ji ber tê diyarkirirn ku hevpeymaneke di navbera dewletan de. Hêzên navneteweyî  çavê xwe ji êrîşên dewleta Tirk a digirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê digire. Herwiha Rûsya û tevahiya hêzên navneteweyî ji bo berjewndiyên xwe çavê xwe ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker digrin.”

 ‘Armanca dewleta tirk a dagirker têkbirina aramiya herêmê ye’

Mustefa Ebdo balkişand ser bêdengiya hêzên navnetewî li hemberî êrîşê ku dijî glan tên meşandin: “Bêdengiya Emerîka tê wateya ku wê gilopa kesk daye dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk bîne, li hemberî wê jî berjewendiyên wê hene, herwiha dixwaze rê li pêşiya Rûsya bigire û guhertineke demokarafîk li ser xaka Kurdistanê bike. Dewleta tirk a dagirker naxwaze gelê kurd û pêkhateyê herêmê bi aramî jiyan bikin, metirsiya wê heye ku bandorê di nava gelê wê de jî bike, Ji ber di nav tirkiyê yê de rewşa aborî gelek xerabe û welatiyên wê nerazîbûna wê ji vê rewşê heye, ji bo wê dixwaze bi pêşî de bireve û pirsgirêkê xwe derxe derve. Dewleta Tirk a dagirker bi navê olê gelê Tirk bi xwe ve girê dide û bi navê ol êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike, lê ew bi xwe dûrî olitiyê ye. Armanca dewleta tirk a dagirker ji binesaziya herêmê ku aboriya vir tune bike û milet dijî rêveberiyê derxînin. Di şerê Dêra Zorê ê dawiyê de her kes dizane destê dewleta tirk û Îranê tê de hebû û pilanênê wê li wir têk çû, ji bo wê rê li pêşiya wê neman êdî êrîşke hovane dijî pêkhateyê herêmê dike. ”

‘Berxwedanê li hemberî êrîşan zêde bikin’

Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Mustefa Ebdo axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd nêzî 13`e hezar şehîd daniye û çeteyên DAIŞ`ê ku metirsiyek li ser tevahî cîhanê bû şikand, gereke dewletên navnetewî bi balkişandin êrîşên dewleta dagirker li ser herêmê bakur û rojhilatê Sûriyê qebûl nekin. Em bang li rewşenbîr û aştîxwazê cîhanê dikin ku li hemberî van êrîşan bisekinin û bêdeng nemînin, herwiha bi berxwedan, pênûs û dengê xwe em li pişta miletê xwe ne û em girêdayî bajarê xwe bin, berxwedana xwe zêde bikin ku rê nedin dijmin ku armanca wî here serî.”