Rojnameya Ronahî

Insanan jî sansur dikin!

 NAVENDA NÛÇEYAN

Navê hepsan ti carî bêyî qedexe û sansuran nayê hilanîn. Li her dera cîhanê tevî ku hin mafên hepsiyan bi qanûnan hatine misogerkirin jî ev mafên wan tên binpêkirin. Pêşangeha “Return to Sender” bala xelkê dibe ser rakirin û qedexekirina mekanên hevpar ên hepsiyan û vê yekê jî weke sansurekê dinirxîne.

Li gelek welatan qanûnên hatine çêkirin, qaşo azadî û mafên insanan diparêzin lê esas, ev qanûn pêk nayên. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî yek ji wan welatan e ku qanûnên xwe yên heyî gelek caran binpê dike. Nexasim jî rewşa heps û hepsiyên li DYE´yê gelekî xirab e. Em vê yekê ji pêşangeha “Return to Sender” fêmdikin. Ev pêşangeh bala xwe dide ser sansurkirinên li hepsan û dide nîşan ku mafê hepsiyan tên binpêkirin. Mesele ne tenê qedexekirina hin materyalan e, ev pêşangeh her wiha rakirina mekanên hevpar ên hepsiyan jî weke sansurekê dinirxîne.

Kuratoriya pêşangehê Mariame Kaba dike ku ew yek ji aktivîstên li hemberî koledariya li hepsan e. Ew vê pêşangehê bi hevkariya PEN’a Emerîkî bi rê ve dibe. Di pêşangehê de xebatên hunermend, aktivîst û nivîskarên ku di vê dawiyê de di hepsê de mane, tên nîşandan. Yanî pêşangeheke komî ye. Berhem û xebatên di vê pêşangeha komî de, her wiha sansura li hepsê jî rexne dikin. Beşdar, bi vê pêşangehê hewl didin bala xelkê bêhtir bibin ser cihên hevpar ên ku hepsî li wir li hev kom dibin, dixebitin û bi hev re wext derbas dikin. Pêşangeh rakirina cihên hevpar ên ku têkiliyên hepsiyan xurttir dikin jî weke sansurekî dinirxîne.

Qedexe û sansur berhema polîsan e

Mariame Kaba bi pirsgirêkên hepsiyan û sansurên li hepsan dadikeve. Û ew her tim li çareseriyan digere. Mariame Kaba ji bo hepsan dibêje, “Rêveberiyên hepsan tenê materyalan sunsur nakin, wekî din ew insanan jî sansur dikin û nahêlin werin gel hev.” Li hepsê pirtûk, name û hin berhemên hunerî her tim hatine sansurkirin û bi vî awayî hepsî hatine cezakirin. Kaba ji bo vê rewşê û nêzîkatiya hepsan jî dibêje, “Qedexeyên li ser wêje, huner û ragihandinê, dikin ku hepsî bêhtir krîmînalîze bibin û ev nêzîkatî yek ji berhemên polîsan e ku bi vî awayî cezayê insanan zêdetir dikin û dikin ku ew di hepsan de tengavtir bibin.”

Nivîskar behsa serpêhatiyên xwe dikin

Di pêşangehê de odeyeke taybet heye, ev ode weke postexaneyekê hatiye sêwirandin. Ew dişibe pirtûkxaneyekê jî. Lê mirov dikare bibêje, ew ji herduyan bêhtir dişibe hucreyekê jî. Di vê odeyê de naxasim metnên radîkal ên ku nivîskarên reşik nivîsandine, cih digirin. Her wiha gelek berhemên dîtbarî, nivîskî û yên ku mirov li wan guhdarî bike, hatine bicihkirin di vê hucreyê de. Bi riya înstalasyonan qedexe û sansura li hepsan nîşan didin. Hunermend û nivîskarên ku ketine hepsê serpêhatiyên xwe yên sansurê bi riya dengan parve dikin bi xelkê re. Mariam Kaba dibêje, “Dengê insanan jî tê sansurkirin, bedana wan, ziyaretên wan û xwendin û lêhûrbûna wan tê sansurkirin. Bi her awayî mekanîzmayên zordestiyê yên ku dixwazin hin tiştan bidin jibîrkirin, bi kar tînin.”

Rêbaza ‘giran û dirêj’ a hepsan

Yek ji rêveberên PEN’a Emerîkî, Moira Marquis da zanîn ku hepsî nikarin materyalan zû bi zû bi dest bixin û heta ku ew xwe digihînin materyalan, gelek wext dibuhire. Marquis ji bo polîtîkayên hepsê yên li ser pirtûk û berhemên nivîskî jî dibêje, “Polîtîka û rêbazeke wan a ‘giran û dirêj’ heye. Ev polîtîka ku dikin nivîskar û hunermendên li hepsan xwe bi derengî bigihînin berheman. Gelek nivîskarên ku endamê PEN’a Emerîkî ne, nikarin nusxeyên pirtûkên ku nivîsandine, wergirin.” Marquis da zanîn ku rêveberiyên hepsan ji pirtûkan ditirsin û ji ber ku di navbera hepsiyan de têkileyekê çêdikin, pirtûkan wekî tiştekî tehlûke dibînin.

Ew dê nikaribin bi temamî kontrol bikin!

Li gel astengî, sansur û zehmetiyan hemûyan, dîsa jî hin berhemên hepsiyan derdikevin derve û ev pêşangeh jî nîşaneya vê yekê ye. Mariame Kaba vê pêşangehê li hemberî qedexe û sansurên li hepsan weke çalakiyeke berxwedêr dibîne û dibêje, “Ew her çend bixwazin jî nikarin bi temamî têkiliya me ya bi hepsiyan re ji holê rakin. Ew her çend rêbazên cur bi cur bi kar bînin jî dê nikaribin insanên li hepsê li gorî dilê xwe kontrol bikin.”