Rojnameya Ronahî

Ji nû ve afirandin û vejînkirin

Sîpan Şînda

Bê guman Şoreşa Rojava di jiyana gelê Kurd de ji hemû alî ve qonaxeke nû û gelekî mezin e. Ji beriya şoreşê, li Rojava hişmendiyeke Kurdewarî hebû, lê belê çand û hunera Kurdî, nirx û nêrandineke Kurdewarî di bin zor û zexta pergala Baasê de bû û bi awayekî sîstematîk dihate windakirin. Bêşik, armanca vê zor û zextê û pêstûriya sîstematîk, tunekirin û ji holê rakirina nasname, çand, huner, netew û kesayetiya Kurd û Kurdewariyê bû.

Piştî Şoreşa Rojava dest pê kir û DAIŞ’ê êrîşî Kurdan kir, Kurd ketin Qonaxeke nû de. Raste gelek gund û bajar hatin xirakirin û gelek canên ciwan li ser xaka Rojava ketin, lê belê azadî ne hêsaniye û berdêlê wê jî giran e. Li Rojava, ji aliyekê ve şerekî gelek dijwar hebû, ji aliyê din ve jî di warê çandî û hunerî de tekoşînek û zindîkirina kevneşopiyê dest pê kiribû. Di warê çandî û hunerî de birêxistinkirin pêş diket û ji bona sazîbûyînê gav dihatin avêtin. Vê yekê jî germiyek têxist nava civaka Rojava de û kesên di warê hunerî, çandî û civakî de xemxur êdî ketibûn di nava liv û tevgerê di, ji bona wê kevneşopiya Kurdewarî ya gelekî xurt şûnde vegerînin zend û bendên xwe badabûn. Çawa şervanan di çeperan de li hemberî neyaran şer dikirin, wan jî di çeperên parastin û vejînkirina çand û hunera Kurdî ya kevin de cihê xwe girtin û dest bi xebatê kirin. Yek ji van çeperên yekem ku hatî vekirin, Hunergeha Welat e. Bê guman vê saziya lêkolînê ya hunerî û çandî heta niha li Rojava gelek karên hêja kirine. Çepereka din ya xurt ku di vî warî de hatî avakirin jê Pargîn e. Pargînê jî weke Hunergeha Welat heta niha gelek kar û xebatên hêja kirine. Ez dixwazim li ser berhemeka wan bisekinim.

Bê guman klîba Nazê Nêrgiz a Hewşê (2021) ya ku Şervan Badînî gotî, meqamê wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiya çêkirin, derhêneriya klîbê Şêro Hindê kirî û ji aliyê Hunergeha Welat ve hatî çêkirin û belavkirin gelekî serkeftî bû. Dîsa bi derhêneriya Şêro Hindê û bi dengê dengbêj Qasimê Şero, di sala 2023’an de Pargînê klîbeke din ya bi navê Cer weşand. Strana Cer, straneke gelêrî ye û li aliyê Botanê tê gotin. Ev stran jî weke gelek stranên gelerî ber bi windabûnê ve diçû, lê belê bi saya serê Pargînê ew ji mirinê xilas bû û hat tomarkirin û klîba wê jî hat çêkirin. Di zarokiya min de, rehmetiyê bavê min her tim ev stran di palehiyê de, di dawetan de digot. Ev stran gelek caran dihate bîra min, lê belê piştî şehadeta bavê xwe min ew ji tu kesî nebihîstibû heta ku Pargînê ew di YouTubê de weşand. Mixabin hinek kes ne tenê dimirin, bi mirina wan re mîrateyek jî winda dibe. Piştî ku min strana Cer û klîba wê dît ez gelekî kêfxweş bûm. Klîbeke balkêş û watedar e. Klîp him kevnoşopiyê û straneka li ber mirinê dîtbar dike, him jî bi rêya vê stranê peyamên girîng dide dagirker û mêtîngeran.

Weke tê zanîn, Kurdistan demekî dirêj di bin desthilatdariya Osmaniyan de maye. Her çenda ne bi awayekî yekgirtî be jî, lê belê ew di bin serweriya çend Mîrektiyan de nîv serbixwe dihate birêvebirin. Di vê klîbê de ev dagirkirin û mêtîngeriya ji demê Osmaniyan ve heyî, û hetanî niha dewam dike, tê nîşandan. Klîb bi hebûna leşkerên Osmanî ya li ser axa Kurdistanê dest pê dike. Nîşandana çand, dawet û dîlanên Kurdî, şêwayî jiyana Kurdan ya civakî di klîbê de baş hatiye dîtbarkirin. Leşkerên Osmanî yên dagirker di klîbê de talanê dikine û radihêline nirxên Kurdan yên civakî û netewî. Ew xurûr û hisyeta Kurdan dişkînin û radihêlin namûs, mal û milkê wan. Hevkariya Kurdan ya bi mêtîngeran re jî bi awayekî eşkere hatiye nîşandan. Herwiha nifşên nû yên tolhildêr jî di klîbê de bi awayekî xurt tê nîşandan. Keçên Kurd yên bi cil û bergên leşkerî û çek û rext hatîn pêçan weke tolhildêr têne nîşandan. Ew di heman demê de wek nifşekî bi çanda netewî ve girêdayî têne nîşandan. Piştî ku leşkerên Osmanî çav berdidin namûsa Kurdan û êrîşî nirxên wan dikin, û xurûra wan dişkînin (ev yek bi şikandina Cerê tê nîşandan) gel radibe serhildanê. Çawa gel radibe serhildanê û bi dar û beran berdide pey wan û ew rev reva xwidê direvin û xwe li tiştên xwe jî nakine xweyî. Ji aliyê din ve jî şervanên Kurd û dawetkerên bi cil û bergên netewî destê xwe didine hevdû û li hemberî dagirkeran bi hevre dîlanê digirin. Herwiha, gel, kesên ku hevkariya mêtîngeran jî kirine digire û wan ciza dike.

Argûmentên ku di vê klîbê de hatine bikaranîn û peyamên têne dayîn, ji aliyê vejînkirina kevneşopiyê, vegera rayên netewî, xwedî lêderketina nirx û giyanê netewî û tolhildana nifşên nû ya. Ji dagirker û mêtîngeran ku bi sedê salane li ser Kurdistanê talanê dikin, bi awayekî serkeftî hatiye hûnandin.