Li navenda Klûba Navnetewî a Çapemeniyê ya Washingtonê semînerek derbarê mezhebên olî yên Efrînê û sîstema demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyê hate organîzekirin. Nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk li Washingtonê Sînem Mihemed beşdarî semînerê bû.
Di çarçoveya rêzecivînên wezaretan de ku bi navê azadiyên olî li Wezareta Karên Derve ya Amerîka tên organîzekirin, semînerek hate organîzekirin. Semîner ji aliyê Sînem Mihemed ve hate birêvebirin. Sînemê di semînerê de axivî û bal kişand ser rewşa Sûriyê.
Sînem Mihemed diyar kir ku QSD’ê gelek herêmên Sûriyê ji destên çeteyan rizgar kirin û sîwana wê ya siyasî jî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ye û wiha got, “MSD hemû pêkhateyên Sûriyê digire nava xwe. Sêyemîn konferansa MSD’ê beriya niha hate lidarxistin û 300 nûnerên hemû pêkhate û herêmên Sûriyê beşdar bûn. Beşdaran piştrast kirin ku pêdiviya wan bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî heye da ku hemû pêkhate û mezheb û ol azad bijîn.”
Sînemê da zanîn ku demokrasî niha li Bakurê Sûriyê tê meşandin û wiha dewam kir: “Li Bakurê Sûriyê demokrasî pêk tê û hemû pêkhate cihê xwe di sazî û rêveberiyan de digirin. Her wiha rêgeza hevserokatiyê jî di hemû sazî û desteyan de pêk hatiye.”
Sînemê diyar kir ku gelek hêzên sermiyadar derketin û şerê vê demokrasiyê dikin û got, “weke ku li Efrînê pêk hatiye û artêşa Tirk a dagirker bi komên çete yên girêdayî xwe herêma Efîrnê dagir kirin. Artêşa Tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe êrîşî herêma Efrînê kir. Gelê Efrînê tevî hêzên xwe yên parastinê 58 rojan li ber xwe dan. Di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de herî kêm 300 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî wê komkujiyê civaka navnetewî û giştî cîhan bêdeng ma û di dawiyê de welatiyên Efrînê neçar man ji Efrînê derkevin û li Şehba bi cih bibin.”
Sînem Mihemed wiha dewam kir, “dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê bes nema. Leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî kiryarên mîna kuştin, talan, wêrankirin û revandina welatiyên sivîl ên Efrînê hê jî didomînin û dîsa jî civaka navnetewî bêdeng e.”






