Rojnameya Ronahî

‘Dagirkeriya Tirk têkbirina vîna nifşên siberojê dike armanc’

Birûc Resûl/Qamişlo

Semîra Hac Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê sivîl û zarokan dike armanc û tevahiya zagonên mafên mirovan bin pê dike û got, li hemberî sûcên dewleta tirk tevahiya rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî bêdengin û bi erkê xwe yê exalqî ranabin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne, dagirkerî di êrîşên xwe de sivîl û binesaziya herêmê dike armanc, herwiha dibistanên perwerdeya zarokan jî dibin armanca û bi hezaran zarok ji mafê xwe yên bingehîn yên dîtina perwerdeyê tên mehrûmkirin. Li gorî amaran di encama êrîşên dagirkeriyê Tirk yên domdar de, li herêma Cizîrê 31 dibistan, li herêma Firatê 9 dibistan, li herêma Şeheba 6 dibistan  û li Minbicê jî 6 dibistan hatine topebarankirin û armancgirtin. Herwiha di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 8458 zarok ji mafê xwendinê û perwerdê hatin qutkirin. Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina dibistanan tevahiya zagonên parastina mafê zarokan bin pê dike, lê tevî vê yekê jî tevahiya rêxistin û saziyên navneteweyî yên parastina mafê zarokan bêdengin û tu helwestê nîşan nadin, ev dirûtiya sazî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî eşkere dike.

Derbarê êrîşîn dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmên bakur û rpjhilatê Sûriyê û hedfgirtina dibistanan, herwiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşan, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya  bakûr û rojhilatê Sûriyê Semîra Hec Elî ji rojnemeya me re axivî.

Semîra Hac Elî diyar kir ku armanca hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji herêmê re têkbirina fikrê azad e û wiha got: “Armanca êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê tunekirina Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk e, bi vê armancê dagirkeriya Tirk binesaziya herêmên bakur û rojhilatê Suriyê û destkeftiyên gelên herêmê dike armanc. Her wiha di nava van êrişên hovane dewleta Tirk a dagirker de bi awayekî rasterast dibistanên perwerdeyê tên armancgirtin, ew bi vê yekê dixwaze îradeya nifşên siberojê têk bibe.”

 ‘Hedefgirtina binesaziyên herêmê’

Semîra wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Dijminatiya dewleta Tirk a li dijî gelên resen yên herêmê û bi taybetî ya li dijî gelê kurd dîrokî ye, dagirkeriyê bi 100’ê salan hewil dide kurdan qir bike. Êrîşên niha ku li ser herêmê têne meşandin berdewamiya wê siyaseta qirkirinê ya berî 100’ê salan e. Piştî avabûna Rêveberiya Xweser û kombûna tevahiya gelên herêmê di bin sîwana wê de, herwiha pêşketina demokrasiyê û wekheviyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker ev projeya demokratîk li ser desthilatdariya xwe ya faşîst xeter dît û bi van êrîşên xwe yên domdar hewil dide vê projeyê têk bibe. Dewleta Tirk bi hedefgirtina binesazioya herêmê, dixwaze tevahiya gel koçber bike û herêmê vala bike, da ku projeya xwe ya dagirkirina herêmê pêk bîne.”

 ‘Berxwedanî û têkoşîna gel mezintir dibe’

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî da zanîn ku hêzên navneteweyî li hemberî êrîşên dijmirovî yê dagirkeriya Tirl tu helwestê nîşan nadin û axaftina xwe wiha qedand: “Em wekî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê  a bakur û rojhilatê Sûriyê, em ê her parestvanên zarokên xwe bin, tekoşîn û berxwedanî her wê berdewam be, her wiha ji bo jiyanekî bi ewle û perwerdahiya zarokan, em ê  têkoşîneke mezin bikin û hewil bidin siberoja zarokan ronî bikin. Em dizainin ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê kurd e, lê hemberî wê em jî têkoşîna xwe mezintir bikin. Li hemberî hedfgirtina zarokan cîhan bêdenge, herî dawiyê 2 zarokan di encama êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest dan. Bêdengiya rêxistin û saziyên navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriyê binpêkirineke ji pîvanên exlaqî re ye, tev ji bo berjewndiyên xwe çavên xwe ji kiryarên dagirkeriya Tirk digrin.”