Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yusif li ser Peymana Lozanê û encamên wê diyar kir ku vê Peymanê bedena Kurdistanê parçe kir û qirkirina kurdan hat destpê kirin. Foza wiha got, “Ya ku gelan ji van peymanan rizgar bike fikir û sîstema netewa demokratîk e.”
Foza Yûsif diyar kir ku Peymana Lozanê li herêmê rêya netewedewletê sererast kir û bi demê re veguherî asteke ku gelê xwe bihêre. Foza da zanîn ku li ser vê yekê pêwîstî bi sîstemeke nû heye ku gel ji dijminan xelas bike, lewre jî sîstema neteweya demokratîk rêya xelasiyê ye.
Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yusif li ser Peymana Lozanê, encam û bandora wê li ser gelê Tirkiyê û rewşa Kurdistanê, her wiha rola tevgerên gel ên li hemberî peymanê de nirxndinên girîng kir.
Foza diyar kir ku Dewleta Osmanî di aliyê siyasî, civakî, çandî û aborî de hilweşiya, jê re dihat gotin “zilamê nexweş” û wiha axivî, “Osmanî û hevalbendên wê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi bin ketin, dewletên ku di şer de bi ser ketin, şertên xwe li ser wê ferz kirin, destpêkê di Sewrê de û paşê jî Lozanê Tirkiyeya Osmanî dabeş kirin. Peyama Sewrê ku mafê serxwebûnê dida hemû gelan, ji aliyê dewleta osmanî ve nehat qebûlkirin. Peymana Sewrê neket meriyetê û hate betalkirin. Di 23‘ê Tîrmeha 1923‘yan de Peymana Lozanê hate îmzekirin, peyama nû têkildarî mafê kurdan ti bend nehat gotin û qalkirin. Tenê di çarçoveya hin madeyên giştî de ku mafê hemû welatiyên Tirkiyê bê cûdahiya netew, çand û zayend werin parastin, hatin danîn. Hemû sozê ku bi kurdan re hatibûn dayîn li ber ba çûn, êdî merheleya înkirina kurdan ku heya niha didome, hate destpêkirin.”
Foza destnîşankir ku encamên peymanê ji bo Tirkiyê karesatek bû û got, “ji ber heya niha hê jî bi aram nebûye, di wê demê de wekî dewleta derbeyan dihat dîtin. Navê komarê tenê li ser kaxezê ma, ji ber ku xebat mîna sîstemeke komarî ber çavan nehate derbasî kirin, berevajî wê netew –dewlet pêş ket, mafê hemû nasnameyan hate înkarkirin û nasnameya Tirk li ser her netewî hate ferizkirin, di encamê de nakokî di navbera dewlet û welatî de, dewlet û pêkhateyan û dewlet û baweriyan de rû dan. Di nava 95 salan de komkujî li ser kurd, elewî û tirkên ne alîgirê dewletê de hatin kirin.
Foza bal kişand li ser bandora Lozanê ya ku li Kurdan kir û wiha dewam kir, “Ev peyman bi hemû wateyên xwe bi armanca ku kurd li derveyê nexşeya siyasî bimînin hate îmzekirin. Bi rengekî din jî em dikarin bêjin; ev peyamana ku di navbera Komara Tirkiyê û Împratoriya Brîtanyayê de hate mohrkirin ji peymanên herî xeternak e ku bû encama xêzkirina sînor di navbera Iraq û Tirkiyê de, peyman bedena Kurdistanê parçe kir. Çarçoveya siyasî ya vê peymanê nehat diyar kirin, lê biryara wê tesfiyekirin bû. Rûsya û Îngiltere bi dewletên mêtîngerên Kurdistanê re li ser tesfiyekirina tevgerên kurdan lihev kirin.”
Foza Yusif da zanîn ku pêdivî bi stratejiyeke nû heye û ev tişt anî ziman, “Hewcedariya me bi stratejiyeke dirust heye da ku şertên peymana Lozanê derbas bikin, stratejiya Neteweya Demokratîk derman e, ku em li hemberî jehra netew- dewletê bisekinin. Ji ber ku Peymana Lozanê riya netew-dewletê li herêmê sererast kir û bi demê re bû aş û gelê xwe hêrand. Pêwîstiya me bi pergaleke nû heye ku gelê me ji dijminan xelas bike. Lewra neteweya demokratîk, wê gelê me ji şer û komkujiyan rizgar bike. Polîtîkeyên Tirkiyê yên li dijî Sûriyê û Iraqê zindîkirina Mîsaqî Milî ye.”
Foza Yusif bal kişand li ser têkbirina van peymanan û got, “Xewna Tirkiyê serdema Dewleta Osmanî zindî bike, her wiha hewl dide Mîsaqî Millî vegerîne. Lê şert û mercên navdewletî rê nade û hevsengiyên heyî ne guncaw e ku xewna wê pêk were. Ev yek nayê wê wateyê ku Tirkiye dev ji xewna xwe berdaye, lê destwerdanên wê di Sûriyê û Iraqê de rastiya vî tiştî diyar dike. Di serî de divê berjewendiyên niştimanî li ser her tiştî were girtin, paşê divê kar li gorî stratîjiyeke yekbûyî ku mafên gelê kurd were mîsogerkirin, were kirin. Divê em rêbazên jiyana hevbeş derxînin pêş û li dijî peymanên ku pêşeroja me hedef digire stratîjiyeke hevpar deyînin. Her wiha me rêgeza parastina rewa paşguh nekirin, berevajî wê em xurt bikin û ji ber ku gArantiyên destûrî û navdewletî û çareseriyên siyasî tune…ANHA






