Rojnameya Ronahî

Dewletparêzî  û şerê li Rojhilata Navîn…

Farûk Sakik

Şerê Ermenistan û Azerbêcanê hîn bi dawî nebibû, bi şerê Hamas û Îsraîlê re, şerê cîhanê yê sêyem derbasî qonaxeke nû bû. Eniyeke nû li Xeza vebû.

Lê beriya vî şerî, êrişên dewleta Tirk a dagirker li Rojava bê navber dewam dikir. Em ji vê derê dest pê bikin.

Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de, hemû pergala binesazî û xizmetguzarî ya herêmê hate hedefgirtin. Bendav, santralên elektrîkê, bîrên petrolê, embarên xwarinê û gelek tesîsên din bi balafirên bombebarkirî hatin bombekirin. Bi dehan kes di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Dema ku li vê erdnîgariyê mirovahî dihat bombekirin, cîhan bêdeng bû.

Rojek hat me dît serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku ‘dewleta Tirk li dijî Rojava, binesazî û xizmetguzariya herêmê hedef girtiye û piştre jî êrişî van deveran kiriye. Em vê yeke wekî tehdîtek li dijî ewlekariya Amerîka dibînin.’

Belê kurd dimirin wî hişyarî dida Tirkiyê û behsa tehdîta ewlekariya welatê xwe dikir. Ji bîr kir û negot ku di encama wan êrişan de çiqas însan şehîd bûn. Behs nekir ku li wê derê gel bi talûkeyek çawa re rû bi rû maye. Mirov difikire, gelo wî 7 roj destûr da ku Tirkiye herêmê bombebaran bike. Çima di germahiya komkujiyê de û bombebaranan de ev daxuyanî neda.

Heman Biden, ji bo şerê Hamas û Îsraîl jî digot ‘mafê Îsraîl tune ye ku Xeza îşgal bike. Lê dikare Hamas û Hîzbûllah paqij bike.’

Belê ji bo Rojava çawa piştî her tişt qewimîn daxuyanî da, ji bo Xeza jî piştî koçberî û kuştin çêbûn daxuyanî da.

Dewleta Tirk a dagirker hat îşgal kir. Kuşt û tune kir. Te çima negot  ‘Ey Turkiye! mafê te tune, bikevî Rojava. Rojava ji bo te tu carî nebûye tehdît. Ev êrişên te sûcên şer e.’

Rast e, di encama êrişên Hamas de û êrişên Îsraîl de êşên mezin çêbûn. Gelek însan ji ber sedemê siyaseta netewe dewletê de jiyana xwe ji destdan û ji axa xwe koçber bûn.

Di serî de Tirkiye durûtiya dewletan di vî şerî de derket holê. Hin dewlet li gorî berjewendiyên dewleta xwe, piştgirî dane Hamas û hin dewletan jî piştgirî dane Îsraîlê. Piştgirî dane netewe dewletan (Îsraîl û Filîstîn). Gel û mirovên li wê derê(Îsraîl û Xeza) di çi rewşê de bûn, ne xema wan bû.

Lê xema KCK’ê bû û digot: “Pirsgirêka Filistînê ne bi rêbazên tundiyê, lê bi demokrasiyê û bi naskirina mafê gelê Filistînê çareser dibe.”

Em ê behsa gotinên Erdogan ên ku ji bo Xeza danî ziman nekin. Dema ku diaxivî wî ji xwe bawer nedikir.

Dewleta Tirk û Erdogan hetanî roja me ji dil û rast nêzî pirsgirêka Filistînê nebûn. Bi temamî weke mijareke ku bide şixulandin didîtin. Erdogan bi vê têgihiştinê nêzî pirsgirêka Filistînê û gelê Filistînê dibû û hewl dida ji bo bazirganiyê welatê xwe bi kar bîne. Dîsa bi vê nêzikatiya xwe, hewl dida vê pirsgirêkê di polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan de, wek bazariyek bi kar bîne.

Tenê ji ber vê sedemê bi pirsgirêka Filistînê re eleqeder dibûn. Ne ji dil li kêleka gelê Filistînê bûn. Me nedît berî vî şerî rojek midaxleyî vê pirsgirêke bike û di çarçoveya demokratîk de çareser bike. Wek ‘Reqesan’ rojek bi Îsraîl re, rojek jî bi Hamas re reqs dikir.

Bûyerên li Filistîn û Îsraîlê diqewimin, girîngiya nêzîkatiya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn destnîşan kiriye, careke din nîşan dide. Digot: Ji dîrokê heta îro çiqas zîhniyeta dewletparêzî bi pêş ketibe, pirsgirêk jî ewqas zêde bûne.

Şerê Hamas û Filîstîn, êrişên dewleta dagirker parçeyek vê zîhniyetê ne.