Nehîr pale
Eger mirov daxwaza jiyaneke bi rûmet bike dive mirov têbikoşe û civaka têdikoşê wê li hemberî êrîşên dagirkeran li ber xwe bide, êdî tu di navbera koçberî û mirinê de namîne û ji mirine natirsê. Di dîrokê de gelên bindest dema ku li hemberî dijminê xwe dest bi têkoşînê dikirin û daxwaza azadiya xwe dikirin silogana wan `Ya mirin ya serkeftin` bû niha jî gelên azadîxwaz û bi taybet jin silogana `An serkftin An serkeftin` bi kar tînin. Ev silogana gelên azadîxwaz bû û tu carî rê nedidan koçberiyê. Ango koçberî ji xwe re çareserî nedidîtin.
Hûn koçber bûn û li pey we bi hezaran mirov man, dibe ku bav û dayîka we jî di nava wan de bin, her ku buyerek li ser xaka we biqewimê gelo hûn dikarin fêr bibin ku ne xema we be û wijdanê we rehet be. Hûn dikarin ji bîr bikin ku hûn li wê xakê ji dayîk bûne û dema hûn dimrin hûnê li wê xakê werin veşartin. Hûn neçarî koçberiyê nehatine kirine, hinek kes dibêjin ji ber paşeroja zarokên xwe em çûne derveyî welat, hinek dibêjin kar nîne em derketine derve û hinek jî dibêjin av û elektirîk nîne em koçber dibin.
Bi taybet di bin navê zewacê de rêkirina keçan a Ewrûpa bûye modêl. Dayîk dikarin pesna xwe bidin û bêjin me keça xwe da xortekî li Ewrûpa, piştre jî bi aqilê her kesî dileyîzin ku ew jî wekî wan bikin.
Koçberî ne ji ber şert û mercên şer e, niha êdî bûye rêbazekî revê. Jin ji civaka cinsiyetparêz direvin Ewrûpa û ew li gel xwe difikirin ku ew ê li Ewrûpa rehet bijîn. Hemû jinên berê xwe dan Ewrûpa nizanin ku ketine bin rehmeta kaptalîzmê de. Jin ji aliyekî ve dikeve xefka kaptalîzmê û ji aliyê dîtir ve ji civaka xwe dûr dikeve, dighîjê rewşa ku gora xwe bi destê xwe bikole.
Kî em fêrî koçberiyê kirin? Hemû dewletên ku têkoşer û şoreşgeran qebûlnakin û wan li ser xwe xeter dibînin wan ji welatê wan dûr dixînin û ew di hesreta welatê xwe de dimrin. Dewleta Tirk a dagirker bi koçberiyê şerê herî mezin li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin. Her kesî teşwîq dike ku ji welatê xwe koçber bibin, Kurdistanê bi rêbazên dîtir dagir dike. Ya herî zêde tê lîstoka dewleta Tirk a dagirker jin e. Dayîk dema ku dibêje ez li ser zarokên xwe ditirsim, koçberî jî ne çareserî ye, çima nayê bîra dayîkê ku zarokên xwe fêrî xwe parastinê bike û diçe wan fêrî tirs û revê dike? Eger tu di ruh de hatî kuştin tu wateya wê nîne tu fêzîkî bijî. Her jineke koçberî Ewrûpa bûye di ruh de hatiye kuştin, wê fêr dikin ku dûrî hemû nirxên manewî yên gelê xwe bijî û bi tena xwe bimîne. Êdî ew jin 24 saetan dixebitê ji bo debara jiyana xwe bike, dighîjê asta ku nema bi kesekî re bide û bistîne. Bi wext re ji heqîqeta xwe dûr dikeve û xweşiya jiyanê di vê yekê de dibîne. Lê ew ne di ferqê de ye ku dûr mayîna ji dîrok û xaka xwe tê çi wateyê.